NAVENDA NÛÇEYAN
Şerê derûnî şerê çiye ? Şerê aqil, şerê îrade, şerê avakirina kesayetek cuda, şerê propaganda û herî dawî şerê şûştina mejî.
Ev şerê derûnî ji dîrokek kevnar de destpêkiriye, û heya roja me ya niha didome, lê belê ferqa di navbera ya dîrokî û ya niha de heye, di dîrokê de dema ku ji bo şer bibe mala hêza desthildaran rêbaza şerê derûnî bikar dianîn, û gelek hêzan jî bi riya vê şerî serkeftin qezenc kirine. Lê di roja me ya îro de ev şer di her derê de tê meşandin ne tenê ji bo şerên fîzîkî. Heta her ku çûye ev zihniyet kûrtir bûye, niha dema em destê û lingên xwe an jî çi bibînin, çi bibhîsin û çi biaxivin hemû di bin bandoriya şerê derûnî de ye, ji ber ku dijmin niha ji her tiştî zêdetir şerê derûnî dide meşandin, şerê derûnî jî beşek herî girîng ji şerê taybet e. Yanê em dikarin bêjin şerê pêvajoya me ya niha hemû di pişt şerê taybet de veşartiye, ji bo ku dijmin şikandin û têkçûyanên xwe pişte çav bike ancax şerê taybet bide meşandin, ger ne ji şerê taybet ba wê niha dawî lê hatiba, ji ber vê yekê ji bo ku ev şaştî û zeîftiyên wan neyên naskirin û her kes wek xalên wan yên zeîf li hember wan bi kar neyîne, şerê derûnî didin meşandin, ji bo derûniya ( Pîskolojî ) her kesî wek ya xwe xirab bikin, û rastiya wan neyê dîtin, bi kurtasî dixwazin bi derûnî xerab kirinê xwe re xwe bidin jiyîn.
Dema ku em dibêjin şerê derûnî şûştina mejiye, em vê yekê di wateya ku îşte mejî paqij dike de nabêjin, em di wateya herî xirab de pênase dikin, ji ber ku encamên bi xwe re tîne heya mirinê jî diçe, zaten armanc ji meşandina vî şerî mirin bi xwe ye. Dijmin ji bo ku ciwan û tevahî civaka kurd tune bike her cure şer dide meşandin, hemû derfetên ku di destê wî de hene ji bo tune kirina kurdan dide xerc kirin, yanê dijmin 24 saetan ji bo kurdan difikire, ev rastiyeke kes nikare înkar bike.
Di zîndanê de kurdên ku tên girtin rojane bi mirinê re dimînin, mirina rojane ji mirina carekê xetertire ger mirov ji carekê de bimire xilas dibe diçe, lê ger ku rojane were kuştin, helandin û asîmle kirin ev qet xilas nabe, ji ber ku mirovên ku nikarbin berxwe bidin teslîm bibin wê heya cihekî pir cuda jî biçin, lê belê rastiyek wisa jî heye ku ev şer tenê li hember kesayetên bi hêz tê meşandin, çima? Ji ber ku kesayetên bi hêz û zane bi çend êrîşên wan bandor nabin.
1_ Şerê Aqil çiye ?
Destpêkê aqil çiye û erka aqil çiye? Yê ku perpektîf dide laş aqil e, yanê mêjî bi xwe ye, ji bo wê eger mêjî nexwaş be, wê demê laş jî nexwaşe, yanê hemû nexwaşiyên tendrustî girêdayî nexwaşiyên mejiye, eger dema mejî û fikirandin ne rihet be wê demê mirov pir diêşe, ev rastiyeke. Ev nexwaşî jî bi çend heban ( Tedavi hapları ) nayê derman kirin û ne ji bijîşk ji van nexwaşiyan fêmdike, ji ber ku dema mirov bandoriya şerên pîskolojî bizanibe wê bi xwe fêm bike ku hemû nexwaşiyên wî/wê ji ber vê yekê. Ji bo çi herî zêde êrîşî aqil dikin, ji ber ku dizanin mirina aqil ji bo wan qezenceke. Mirovê aqil teslîmî şerê derûnî yanê ji nav wê şerê aqil nabe.
2_ Şerê Îrade çiye?
Şerê îrade jî ji şerê aqil dûr û qut nîne, ji ber ku ger mirovekî hêza wî ya aqil nîn be wê demê îradeya wî jî nîne, ger mirovek ne di zanebûna vê yekê de be wê çawa karibe li hember wê li berxwe bide, ev mijarek girîng ya lêhûrbûnê ye. Mirov çawa dibe xwedî îrade? Dema ku xwedî felsefe û îdeolojiyek azad be, ev xaleke pir girînge, di vê cîhana me de mirov wê li kuderê felsefeya azad bibîne ji bilî felsefeya Apoyî, nîne, zehmete were dîtin ji ber ku qet nîne, her kesê niha çavên wan li desthildariyê ye.
Ev şerê şikandina îradeyê herî zêde li zîndanan tê meşandin, li derve jî tê meşandin lê ne bi qasî di zîndanan de ye, ji xwe cîhana me ya îro bûye zîndan, raste niha em fîzîkî li derve jiyan dikin, lê belê em jî weke zihniyet di zîndanê de. Yanê dema em dibêjin îşkence em tenê behsa lêdanê nakin, îşkeceya herî mezin tune bûna mirove. yanê mêjiyê me jî îşkenceyê dibîne. ji her derê ve bi ser gel û tevgera azadîxwaze ve tên, ev şer şerê şikandina îradeyê ye.
Ger îradeya mirov were şikandin wê demê kesayet û jiyana mirov hemû tê şikandin û teslîmî xeta îxanetkar dibe. Mirov dikare bêje tiştê ku dihêle gerîla îro bi serbikeve ne hêza wan ya teknîkî ye, ya ku dihêle gerîla bi ser bikeve îradeya wane. Gerîla bi îradeya xwe li hember dagirkeran şer dike, bi fikir û felsefeya Rêber Apo ya azad ve îradeya xwe xort dikin. Yanê şerê derûnî heya dikare îradeya mirovan jî bişikîne.
3_ Şerê avakirina kesayeta cuda li ser bingeha mirinê ?
Di xwazeya her însanî de an jî her zindiyê de taybetmendiya xwe nûkirin û xwe avakirinê heye, ev bi awayekî xwezayî derdikeve pêş, ji bo ku ev zindî xwe bide jiyîn her tim di nava nûbûnekê de ye, yanê ev taybetmendiyek xwezayî ye kes nikare biguherîne weke enerjiyekê ye. Lê belê dijmin heya bi vê taybetmendiyê jî dilîze. Yanê cewhera her tiştî vala dike û li gor ku dixwaze kesayetan ava dike cewhera her mirovî wek cewhera xwe kiriye, cewherekî ku hemû qirêjiyan di nava xwe de dihewîne.
Kesayet avakirin tiştekî hêsan nîne, dijmin dixwaze kesayetên ku nabîne, nabihîse û nizane ava bike û dike jî, dijmin pir baş karê xwe dike zilamên xwe hemû xistiye xizmetê de, yanê kesayetên cahil ku tu tiştî nizanin tenê bixwun, vexwin û razin ewqas yanê ji vê û pê ve tiştek din nefikirin, ev rastiya dijmin e. Yanê jiyanê li mirovan heram dike û tenê riya mirinê nîşanî wan dide, mirina ku em behsa wê dikin ne mirina ku Îslamiyet weke qedera her mirovî binav dike ye, ya ku em behsa wê dikin ji mirina qederê xirabtire, mirina bi qeder mirineke hêsan nîne yanê jiyana xwe bi dawî kirin û ev yek wek qeder dîtin ne raste û ne jî tespîtek di cî de ye û ev gotina mirina bi qeder dihêle pîvanên civakbûyînê lawaz bikeve, ji ber weke qeder tê dîtin ji ber vê kes pir zêde xwedê lê dernakeve, lê dîsa jî herî kêm tê zanîn ku ev kesayet bi qeder be bi çi be jiyana xwe ji dest daye û miriye yanê tê zanîn ku wisa ye. Lê mirina rojane ne wisa ye tu 24 saetên xwe her roj dimire lê tu nizane û zaten dijmin naxwaze tu bizanibe jî, ji ber wê piştre zeîftiyên wan derkevin ji bo wê xwe bi awayekî veşartî rêxstin dikin. Dijmin herî zêde ji bo ku kesayeta ciwanên kurd tiştên diafrîne û bi pêşdixe, ciwanên kurd li gorî ku dixwaze ava dike, ger ciwanek nekeve ferq vê yekê wê bibe qurban ji bo sîstema wan ya qirêj, divê her kes li hember vê yekê bi felsefeya Rêber Apo, yanê bi xwandina felsefeya Apoyî xwe bi rêxistin bike û têkoşîna xwe di vê xetê bide meşandin. Rastiya ku bihêle dijmin têk biçe rastiya Apoyî ye.
4_ Şerê propaganda çiye?
Çeka ku herî zêde dijmin li hember me dide şuxlandin yek jê propaganda û ajîtasyon e. Bi riya propaganda li ser hemû ragihandinan desthildariya xwe dide jiyîn, heta mirov dikare bêje şerê cîhanê yê sêyemîn hemû xwe li ser ragihadinê dide berdewam kirin, ji bo ku têk neçe hemû ragihandin xistiye xizmet xwe de, yanê şerê xwe hemû bi riya ragihandinê dide meşandin. Bi riya ragihandinê ji min re dibêje ev rastiya mine ez kesekî berxwedêrim ez li hember hemû xayînan têkoşîn didim meşandin, ez ji bo xwe kar nakim ez ji bo civak û gelê xwe kar dikim, ji bo berjewandiya wan e. Bi riya van derewan dixwaze her kesî bi xwe ve girê bide, propagandaya xwe bi vê awayî dide meşandin, pir eşkere ji her kesî re dibêje ku nizanim PKK’ê wisa ye û gelek derewên cur bi cur dike, tenê ji bo ku gelê kurd ji PKK’ê dûr bixe û êdî dev ji têkoşînê berdin û xwe radestî zilamtiya wan bikin.
Ji mirovan re dibêje tu nexwaşike pêwîste tu xwe xwaşik bike û rêbazê ku tu pê xwaik bibe ev rêbaze û ev rê ye, bejna te nizanim çiqase pêwîste wisa be ji bo ku civak te qebûl bike, tu zeîfe qelewe tu wisa nayê hezkirin, yanê bi van gotinan mirov li xwe meyîze dike dibîne ne wisa ye vê carê ji bo ku xwe wisa bike diçe her tiştî dike lê ne di ferqa vê yekê de ye, bi vê awayî derûniya xwe xirab dikin û her ser vê yekê difikirin.
Niha herî zêde li ser PKK’ê propagandeya reşkirinê dide, ji bo ku PKK’ê reş bike û ji çavê her kesî derxe bi derew û fitneyan ve keda PKK’ê ya salan dixwaze vala derdixwe, tiştên ku ji propagandeya derewkar tê fêm kirin zeîftî û lewaziya wane. Ji bo ku hemû zeîftiyên xwe veşêre şerê taybet xistiye hereketê de.
Bi vê propagandeyê gelek tiştan qezenc dike û encaman digire, ger mirovek jî xwe bi rêxistin neke wê nikar be li hember vê propagandeya reşkirinê rastiyan fêm bike.
5_ Şûştina mejî
Ya herî girîng di dawiyê de em dixwazin bêjin eve, yanê weke encama şerê derûnî ev derdikeve holê mejî têye şûştin û kesayet tê ruxandin. Şûştina mejî tê wateya şûştina jiyanê yanê di wateya kurt de fetisandina kesayete, ev xalên ku me behsa wan kirî ne hemû rêbazên wane hîn gelek rêbazên cur bi cur heye ev tenê rêbazên ku herî zêde tê bikaranîn e. Bi meşandina van rêbazan hemûyan re mejî tê şûştin, û kesayet tê ruxandin bersiva me wek gotin ewqas kurte yanê, lê di pratîkê de têkoşîna me wê her berdewam be, ji ber ku di felsefya Apoyî de teslîmiyet nayê qebûl kirin, kes nikare derûniya ciwanên kurd xerab bike, ciwanên ku hatine rêxistin kirin û perwerde kirin kes nikare wan bi bin bixwe yan jî gavekê bi wan şûnde bavêje, û hevalên ku di zîndanan de çiqas dijmin êrîşî derûniya wan bike ewê ewqas li berxwe bidin û hemû pilanên wan vala derxin, ji ber ku niha dijmin ji bo wî ev pêvajo ya hebûn û nebûnê ye emê ji wan re nebûnê misoger bikin, emê di xeta Rêber Apo de heya dawiyê kaseyata xwe ji nû de li ser esasê azadiyê avabikin û xwe birêxistin bikin.