NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Ciwanan a Yurtsever Gençlik kevneşopiya weşangeriya xwe wekî dîrokek mezin didomîne. Kovar ji weşana xwe û vir ve bi her cure zext, êrîş û qedexeyan re rû bi rû maye. Lê belê, kovara ku reng û dînamîzma ciwanan nîşan dide, di serdema nû de tevî êrîş û astengiyên faşîst jî jiyana weşanê didomîne.
Di derheqê Hejmara 14’yemîn de ev daxuyanî hate dayîn:
Kovara me ya Yurtsever Gençlik bi hejmara meha Hezîranê, bi şîara ‘’Li dijî îxanet û dagirkeriyê, Seferberiya Çalakiyê’’ li peşberî we ye. Di vê hejmarê de gelek nivîsên ku bi rihê pêngava 1’ê Hezîranê û di bin ronahiya perspektîfa şerê gelê şoreşgerî de hatine amade kirin, cih digrin.
Perspektîfên Rêbertî, ên ciwanan û jinên ciwan, Ku ji bo demê dibin banga seferberiya çalakiyê,
ji were hatine amade kirin.
Portreya Şehîd Andok Özgür, pêşeng û endamê kordînasyona Komalên Ciwan, di vê hejmara kovara me de cih girtiye.
Nivîsên ku di beşa Dosya de cih girtine;
Rol û misyona ciwanan di pêngava 1’ê Hezîranê de û erkê ku di stratejiya şerê gelê şoreşgerî de dikeve ser milê me, ronî dike.
Bi ruhê pêngava 1’ê Hezîranê, ev hejmara kovara me wê bibe banga seferberiyê û nexşerêya zaferê.
Me bixwînin me binasin.
Me bi ciwantî destpêkir emê bi ciwantî serbikevin!
https://yumpo.com/user/yurtsevergenclik
https://komalen-ciwan.com/yurtsever-genclik
https://issuu.com/yurtsevergenc