BEHDÎNAN – Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû pirsên ANF’ê bersivand. Beşa duyemîn û dawîn a roportajê wisa ye.
Li Iraqê kaos û valahiya siyasî mezin bûye. Di rewşeke wiha de li ser Şengalê û Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişan destpê kirin. Ev tê çi wateyê?
Krîz û valahiya siyasî ya li Iraqê dewam dike. Ji ber qelsiya mejiyê demokratîk ê li Iraqê, aramiyeke siyasî ya xwe dispêre mejiyê siyasî yê demokratîk dernakeve holê. Nêzîkatiyên netewperestî û mezhebperestî dibin sedema rûdana parçebûna siyasî. Yek ji sedemên mezin ên rûdana vê rewşê jî ew e ku bûye qadeke têkoşînê ya gelek hêzên derve. Ji ber ku hêzeke siyasî demokratîk a xurt û bi bandor dernakeve holê, baweriya gel bi siysaetmedaran nemaye. Ji xwe ji sedî 80’ê yê hilbijêran dengê xwe di hilbijartinê de nedan. Ne tenê li Iraqê li Başûrê Kurdistanê rewşeke bi heman rengî heye. PDK a ku li Başûr herî zêde parlamenter wergirt, tenê ji sedî 15 ê dengê xelkê Başûr bi dest xist. Li Iraqê niha rêveberiyên ku îradeya gel temsîl nakin hene. Ji ber vê yekê gelekî lawaz in. Dewleta Tirk jî vî aliyê lawaz ê Iraqê bi kar tîne. Dewleta Tirk PDK’ê, PDK jî dewleta Tirk weke amûreke zextê li hemberî Iraqê bi kar tîne. Iraq niha di bin gef û şantajên dewleta Tirk û PDK’ê de siyasetê dimeşîne. Lewma dengê xwe li dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê nake, li Şengalê jî gavên ku kêfa Tirkiyeyê û PDK’ê tîne diavêje. Iraq car carna li ber dewleta Tirk rabe jî ev nerazîbûn cidî nayên dîtin. Malîkî dema ku serokwezîr bû hin rexne li dewleta Tirk kiribû; li ber rabû bû. Tayyîp Erdogan jê re gotibû; tu kî ye, hebûn û asta te çi ye? Iraqê gelek caran xwestibû ku dewleta Tirk hêzên xwe yên leşkerî yên li Başîkayê vekişîne. Lê belê dewleta Tirk bi gotina ‘min bi PDK’ê re li hev kiriye’ yan jî berê peyman çêkiriye ev daxwaza Iraqê red kir, red dike. Dema ku dewleta Iraqê bê nirxandin divê ev rewş jî bê zanîn.
Dewleta Tirk û PDK ji fikara DYE ya ji Îranê sûdê werdigire, di polîtîkaya têkildarî Iraqê de piştgiriyê ji DYE’yê distîne. Kazimî jî weke serokwezîrekî di bin bandora DYE’yê de bi navê meşandina têkiliyan bi dewleta Tirk û PDK’ê re li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bêdeng dimîne, her wiha bi navê yekîneyên sînor gavên ji bo tengavkirina gerîla diavêje. Kazimî tevî bêdengiya xwe ya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê, bi piştgiriya dewleta Tirk û PDK’ê artêşê bi ser hêzên xwerêveberiyê yên Şengalê ve dibe. Bi kurtasî rewşa Iraqê derfeteke guncaw dide dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê. PDK ji xwe polîtîkaya xwe ne li ser bingeha têkiliyên bi Iraqê re lê belê li ser têkiliya bi dewleta Tirk re dimeşîne. Ev polîtîka hem zerarê dide Kurdan hem jî dide Iraqê. Tevkariya li demokratîkbûna Iraqê li aliyekî, aloziya li Iraqê zêde dike; hêzên dijminê demokrasî û azadiyê xurt dike. Weke ku hêzek nîne bi navê Iraqê siyasetê dimeşîne. Her hêzeke siyasî bi bandora hêzên cuda tevdigerin. Dema ku rewşa Iraqê hate nirxandin û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hate meşandin divê ev rastî bêne dîtin.
Di serî de DYE û Îngilistan rola NATO û welatên rojavayî di vî şerî de çi ye? Di vê demê de ku hewl tê dayin herêm û cîhan ji nû ve bê dîzaynkirin û şerê enerjiyê tê meşandin, ya tê xwestin bê kirin çi ye?
DYE, Îngilistan û NATO ji bo tasfiyekirina PKK’ê bi her awayî piştgiriyê didin dewleta Tirk. Fermana ji bo lêdan û xelata girtinê ya li hemberî hevalên me Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan hate dayin, nîşan dide ku dixwazin komploya navneteweyî di ser van 3 hevalên me de temam bikin. Yên ku biryara fermana lêdanê li hemberî van 3 hevalan dan bêguman wê bi her awayî piştgiriyê bidin dewleta Tirk. Aliyekî neyê fêhmkirin ê vê mijarê nîne. Artêşa Tirk hemû derfetên NATO’yê bi kar tîne. Ji vî alî ve şerê me şerê li hemberî NATO’yê ye. Dewleta Tirk dem bi dem têkildarî DYE û NATO’yê rexneyan dike, vê yekê jî ji bo nîşan bide ku mîna vî şerî bi hêza xwe dike, pêk tîne. Bi esasî dixwaze, çawa ku ew li dijî gelê Kurd, PKK û gerîla şer dike, ev hêz jî mîna wê şer bike, tevlî vî şerî bibe. Naxwe eger piştgiriyê ji NATO û DYE’yê wernegire nikare vî şerî bimeşîne û di demeke kurt de wê têk biçe. Karakterê mêtinger, paşverû, qirker û dijminê demokrasiyê yê dewleta Tirk bi piştgiriya van hêzan dewam dike. Naxwe sîstema dewleta Tirk a paşverû ya heyî wê ji hev bikeve; li hemberî hêzên demokrasiyê û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wê nikaribe bisekine.
DYE, Îngilistan û NATO bi dehan sal in bandorê li ser jiyana siyasî, leşkerî, aborî, çandî û civakî ya li Tirkiyeyê dikin. Li aliyê din Tirkiye 150 sal in têkiliya xwe bi Ewropayê re heye. Ji ber vê yekê ji bo nirx û berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn rolê didin Tirkiyeyê. Bêguman rola Tirkiyeyê ne di asta şerê sar de ye. Bi têkilîdanîna bi hêzên cuda yên navneteweyî re dixwaze li Rojhilata Navîn berjewendiyên xwe dewam bikin. Di vê çarçoveyê de bi Ereban re di nava têkiliyê de ne. Îsraîl ku di mijara têkiliyên Tirkiyeyê yên bi rojava re xwedî bandoreke girîng e, xwe dispêre dewleta Tirk û di stratejiya xwe ya hilberandina polîtîka de ya li Rojhilata Navîn hin guhertin kiriye. Êdî girîngiyê dide têkiliya bi Ereban re. Niha qala aştiya Îbrahîmî dikin. Bêguman Kurd êdî li Rojhilata Navîn hêzeke girîng e. Bi kurtasî girîngiya Tirkiyeyê bi qasî ya dema şerê sar de nebe jî dewam dike. DYE, NATO û Îngilistan ji bo berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn di asta berê de nebe jî têkiliyên bi Tirkiyeyê re girîng dibînin û piştgiriyê didin dewlet Tirk. Ji modernîteya kapîtalîst nayê hêvîkirin ku di siyasete de bi exlaq, wijdan û adil be. Bêyî ku bê gotin, ‘çima bi vî rengî dikin’, divê têkoşîn hîn bi xurtî bê meşandin û ev têkilî werin têkbirin. Ji ber ku şert û mercên Şerê Cîhanê yê 3’emîn ne mîna yê dema şerê sar e, eger têkoşîn bê meşandin, piştgiriya ku dewleta Tirk digire çi dibe bila bibe, wê têkoşîna Kurdan bi ser bikeve. Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk dikarin bêne afirandin. Eşkere ye ku Kurdan ji aliyê piştgirîwergirtina ji gelên Ewropa û cîhanê ve pêşketinên girîng bi dest xistine. Ev piştgirî îro zorê dide dewleta Tirk; her wiha zehmetiyan dikişîne ku daxwazên xwe bi Ewropayê û NATO’yê bide qebûlkirin.
Bêguman di serdema heyî de girîngiya enerjiyê zêde bûye. Jiyaneke rojane ya bêyî bikaranîna enerjiyê nîne. Pêwîstiya bi enerjiyê ya li qadên çandinî, ragihandin û qadên din li aliyekî, pêwîstiya civakan û jiyana rojane ya bi enerjiyê gelekî zêde bûye. Welatên modernîteya kapîtalîst li enerjiyên alternatîf razemeniyê bikin jî hîn jî pêwîstiyê bi rezervên enerjiya klasîk dibînin. Lewma Rojhilata Navîn hîn jî qada herî girîng a enerjiyê ya cîhanê ye. Tirkiye bi bikaranîna rewşa xwe ya cografîk a navbera Rojhilata Navîn û Ewropayê dixwaze di navbera Rojhilata Navîn û Ewropayê de bibe xeta enerjiyê. Dewleta Tirk dixwaze vê rewşa xwe bi kar bîne. Ewropa jî dixwaze Tirkiyeyê bi vî rengî bi kar bîne ku endamê NATO’yê ye û têkiliya xwe bi Yekîtiya Ewropayê re heye. Lê belê ev rewş mîna ku li ser kaxizê tê xuyakirin hêsan nîne. Yan jî gotina, ‘di vê rewşê de wê destê Tirkiyeyê xurt bibe’ wê bibe nirxandineke kêm. Ji ber ku di mijara xetên enerjiyê de Tirkiye yekane rê nîne. Tirkiye dikare rewşa xwe bi kar bîne, lê belê zehmet e ku ya xwe bide qebûlkirin. Lê belê Ewropa ji bo Tirkiyeyê hîn bêhtir bi xwe ve girê bide dibe ku tercîha xwe li aliyê Tirkiyeyê bike. Tirkiye hatineya ji vê derê girîng dibîne. Tirkiye dixwaze lihevkirinê jî ji bo tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi kar bîne. Ewropa jî di mijara xeta enerjiyê de ji bo daxwazên xwe bide qebûlkirin dibe ku tawîzê bide Tirkiyeyê. Ev tawîz jî wê ji bo hîn bêhtir bikaranîna Tirkiyeyê bê kirin. Divê em jî vê pêvajoyê bişopînin; bazariyên qirêj teşhîr bikin. Divê her kes zanibe ku xeteke bi vî rengî ya li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wê ewle nebe.
Erdogan ê faşîst gefên dagirkeriyê yên li ser Rojava dubare kir. Faşîzma AKP-MHP’ê ku hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye, bi kîjan armancê wê êrişeke nû ya dagirkeriyê bike?
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê azadiya Kurdan al i Rojava li dijî sîstema xwe ya mêtinger qirker weke xetereyê dibîne. Ditirse ku Kurd li Sûriyeyê azad bibe, bibe xwedî jiyaneke demokratîk û azad wê ji Bakurê Kurdistanê re jî bibe mînak. Yekane sedema êrişê ev e. Tiştekî bi navê pirsgirêka ewlekariyê nîne. Rojava gefê li ewlehiya Tirkiyeyê naxwe. Tirkiye ewlehiya Rojava û Sûriyeyê xera kir, xera dike. Berpirsyarê esasî yê neçareserikrina pirsgirêkên Sûriyeyê, Tirkiye ye. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ne tenê gefê li Sûriye û Rojava dixwe, gefê li aramiya siyasî ya tevahiya Rojhilata Navîn dixwe. Eger li Rojhialta Navîn demokrasî û azadî pêk were, zane ku wê sîstema heyî ya Tirkiyeyê belav bibe. Rojava gefê li ewlehiya Tirkiyeyê naxwe, lê belê li ser mejiyê qirker faşîst gef e.
Nêzîkatiyên NATO, DYE û Ewropayê ku dibêjin ’em fikarên ewlekariyê yên Tirkiyeyê fêhm dikin’, feraseta siyasî ya qirêj û şerm e. Qaşo NATO wê ji bo fikarên Tirkiyeyê rêyeke hevpar peyda bike! Mebesta wan ji rêya hevpar wê bibe piştgiriya ji Tirkiyeyê ya di şerê dijî Kurdan de. Nêzîkatiyeke bi vî rengî ya NATO’yê li gefên Tirkiyeyê, berevajîkirina rastiyê ye. Cîhan hemû dibîne ku Tirkiye bi êrişa li ser Rojava û Sûriyeyê ewlehî û jiyana gelan xera dike. Bi sed hezaran mirov ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji cih û warê xwe bûn. Dewleta Tirk li vê derê demografiyê diguherîne; qirkirinê dike. DYE, NATO, Ewropa û Rûsya li şûna ku van bibînin û helwestê li dijî Tirkiyeyê nîşan bidin, ji ber têkiliyên xwe yên berjewendiyan ên bi Tirkiyeyê re dibêjin ’em pirsgirêka ewlekariyê ya Tirkiyeyê fêhm dikin’ û dagirkeriyê rewa dikin, teşwîq dikin. Gotinên Tirkiyeyê yên ewlekariya derve yên sexte ji aliyê van hêzan ve jî têne dubarekirin. Dibin hevparê vê berevajîkirina Tirkiyeyê. Li hemberî vê helwestê gelo kî wê ji gotinên van welatan bawer bike! Yên ku li hemberî sûc û êrişên derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk helwestê nîşan nadin, li Ûkrayna û devereke cuda qala mafên mirovan dikin; dibêjin ku ew li ber êrişa dagirkeriyê radibin. Gelo kî wê ji gotinên van bawer bike! Şirîkê sûcê van êrişan beriya her tiştî DYE, Ewropa û NATO ye. Di dagirkirina Efrînê de jî bi esasî Rûsya ye.
DYE û Rûsya ku bi zehîfiya dewleta Tirk a li ser Kurdan û Rojava zanin, polîtîkayên xwe yên têkildarî Tirkiyeyê di heman demê de li ser pişta Kurdên li Rojava hewl didin bimeşînin.
Rêbaza siyasetê ya Tayyîp Erdogan di dîroka dîplomasiyê de weke rêbaza çaqal tê nirxandin. Li pey firsedan e û rojane ye. Ev yek car carna dibe ku bide qezençkirin. Lê belê polîtîkayên bi vî rengî yên xwe naspêrin stratejiyekê, her tim dikarin bandoreke berevajî bikin; gelek caran jî berevajî dibin. Tayyîp Erdogan hesabê wê yekê dike ku di nava şert û mercên şerê Ûkraynayê de wê DYE û Rûsya bêdeng bimînin. Her guhertina hevsengiya siyasî ya li Sûriyeyê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bandorê li DYE û Rûsyayê jî dike. Ji ber vê yekê DYE û Rûsya çawa ku hev dişopînin, her hêzeke siyasî jî van dişopînin. Lewma eger êrişek bê kirin divê hem DYE hem jî Rûsya berpirsyar bêne dîtin. AKP-MHP ji bo li ser piyan bimîne, li pey serketineke li derveyî sînor e ku bandorê li siyasetê û civaka Tirkiyeyê bike. Sala 2021’ê êriş bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê lê nekarî encmê bi dest bixe. Ji 17’ê Nîsanê û vir ve êrişan dike, bêencam ma. Her roj derbên giran ji gerîla dixwe, lewma jî ev êrişa dagirkeriyê li Tirkiyeyê bûye cihê lêpirsînê. Bi eşkere neyê kirin jî lêpirsîneke bi vî rengî heye. Tayyîp Erdogan serketina ku li vê derê bi dest nexist, niha bi bikaranîna krîza Ûkraynayê dixwaze li Rojava bi dest bixe, bikeve Rojava. Difikire ku destketiyên Kurdan ên li Rojava ji holê rake û vê yekê jî pêşkêşî siyaseta navxweyî bike. Ji xwe muxalefet dibêje ku aliyê esasî yê êrişên dagirkeriyê ji bo dewamkirina desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Ji aliyekî ve ji raya giştî re dibêjin ku piştgiriyê didin vê êrişê, li aliyê din jî dibêjin ku ev êriş ji bo parastina desthilatdariyê tê kirin. Bilêvkirina gotineke bi vî rengî ji aliyê muxalefetê jî nîşan dide ku desthilatdarî lawaz bûye. Eger êrişa dagirkeriyê bi têkçûnê bi encam bibe, muxalefet wê bibêje ku ji bo li desthilatdariyê bimînin leşkerên me şandin mirinê.
AKP dixwaze li Rojava herêmên nû dagir bike û bi vî rengî hilbijartinê pêk bîne. Lê belê gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi dersên ji dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî wergirtî wê heta dawiyê li ber xwe bidin. Êrişeke nû wê bê wateya şerekî timî. Di encama vî şerî de jî wê desthilatdariya AKP-MHP’ê winda bike, yên bi ser bikevin jî wê di serî de gelên Rojava û bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hemû gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn be. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê wê ji deverên din ên dagirkirî bêne qewirandin. Êrişeke nû teqez wê bi encameke bi vî rengî bê pêşwazîkirin.
Piştî destpêkirina şerê Rûsya-Ûkraynayê, NATO’yê berê xwe da polîtîkayeke xurtkirina xwe. Dewleta Tirk a faşîst jî dixwaze vê yekê ji bo xwe bike firsend. Dewleta Tirk bi polîtîkaya xwe ya şantajê ya bêexlaq a li hemberî endametiya Fînlandiya û Swêdê ya ji bo NATO’yê, bi esasî dixwaze çi bike?
Di vê demê de daxwaza ji bo tevlîkirina Swêd û Fînlandiyayê li nava NATO’yê pêwendiya xwe bi hewldana ji bo tengavkirina Rûsyayê heye. Naxwe gefeke Rûsyayê li ser Swêd û Fînlandiyayê nîne. Ji xwe niha hêzeke xwe nîne ku vê bike. Bi rengê rojane ji bo tengavkirina Rûsyayê jî be ji bo tevahiya Ewropayê bixe bin sîwana NATO’yê mijara ketina van herdu welatan li nava NATO’yê xistin rojevê. NATO’yê dikin pakta ewlekariyê ya Ewropayê. Tê zanîn ku berê nîqaş li ser van mijaran hatiye kirin. Piştî ku Rûsyayê dest li Ûkraynayê werda, mijara ketina van herdu welatan li nava NATO’yê bêhtir zû bû.
Ji ber ku endambûna welatekî ji bo NATO’yê divê ji aliyê hemû welatên endam ve bê qebûlkirin, Erdogan ê çaqalê siyasî xwest ji vê rewşê sûdê werbigire. Pîvan erêkirina hemû endaman e, lê belê kevneşopiyeke welê jî heye ku dema piraniya endaman erê kir, hingî nayê redkirin. Di rewşeke wiha de yê li ber radibe divê ji pakteke bi vî rengî derekve. Naxwe nabe ku pakt di bin zexta welatekî de bê hiştin. Lê belê Tirkiye dibêje ku dest ji min bernadin, lewma şantejeke bi vî rengî dike. Tirkiye bi eşkere ferz dike ku tawîzê bide wê. Dibêje, ez çawa difikirim, çawa polîtîkayê dimeşînim divê welatên NATO hemû bi vî rengî bikin, vê yekê ferz dike.
Tirkiye dibêje xebatên qanûnî yên Kurdan qedexe bike. Dixwaze tişta ku ew li Tirkiyeyê dike welatên Ewropayê jî bikin. Ji ber ku wê zêdeyî deh hezar siyasetmedar girtî ye. Dema ku 3 kes dadikeve kolanan êriş dike û bi hincetên siyasî destgîr dike, digire. Dixe zindanê. Gelo tiştên ku niha Tirkiye dike, ev welat jî dikarin bikin? Eger bikin hingî wê bibin Tirkiyeya bi serkêşiya desthilatdariya AKP-MHP’ê. Lewma nikarin her tiştên Tirkiye dibêje bikin. Ji xwe Swêd jî di nav de welatên Ewropayê zextê li Kurdan û saziyên demokratîk dikin. Vê yekê jî ji bo ber dilê Tirkiyeyê xweş bike dikin. Dibe ku van zextan hinekî din giran bikin, lê belê nikarin her tiştên Tirkiye dibêje bikin.
Tirkiye di vê mijarê de dixwaze hin encaman bi dest bixe. Lê belê mijara ku bi esasî dixwaze encamê jê werbigire, Swêd jî di nav de hin welatên Ewropayê ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê. Hin malzemeyên leşkerî nafiroşin Tirkiyeyê. Ji ber ku Tirkiye van malzemeyan ji bo polîtîkaya xwe ya êrişkariyê bi kar tîne, ji bo zextê li gelan bike bi kar tîne. Li aliyê din ji bo balafirên bêmirov ên ku gelekî pesnê xwe pê dide, dixwazin kamerayên hîn bi kalîte û malzemeyên hesas werbigire. Sedema girîng a ku Swêd û Fînlandiyayê dike mijara bazariyê ev e. Ne tenê ji Swêd û Fînlandiyayê, ji welatên Ewropayê, DYE û Kanadayê jî ferz dike ku ambargoya çekan rakin. Yek ji fan ferzkirinan jî F-16 ye. Tê fêhmkirin ku di vê mijarê de meyla tawîzdayinê heye. Ji xwe bazariyên qirêj dikin. Ev yek bazariya herî qirêj a serdemê ye. Divê ev rastî bê kifşkirin, hêzên demokrasiyê yên li Ewropa, DYE û welatên din bikevin nava liv û tevgerê. Welatên Ewropayê û welatên din bi dayina çekên ku Tirkiye dixwaze divê nebin şirîkê desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ji bo qirkirina Kurdan û dijminatiya li demokrasiyê. Li gorî me NATO hêzeke şer e ku li dijî gelan e, li dijî hêzên şoreşger demokratîk û demokrasiyê ye, li dijî hêzên sosyalîst e ku li hemberî modernîteya kapîtalîst têdikoşin. Ji xwe avabûna wê li dijî sosyalîzmê ye. Em dikarin reel sosyalîzmê rexne bikin, lê belê NATO bi esasî li dijî hêzên sosyalîst ên rasteqîn e, li dijî fikrê sosyalîzmê ye, li dijî projeya sosyalîzmê ye. Niha hêzeke reel sosyalîst nîne. Hinceta xwe ya avabûnê ji holê rabûye, lê belê NATO hîn jî dewam dike. Em li dijî hebûna NATO’yê ne, lê belê divê ti hêza siyasî şantaja heyî ya dewleta Tirk qebûl neke. Tirkiye dixwaze welatên Ewropayê hemûyan bike şirîkê xwe yê sûc. Ji ber vê yekê gelê Kurd ji van welatan û NATO’yê re dibêje nebe şirîkê sûcên Tirkiyeyê.
Dewleta Tirk a faşîst hem li hundir hem jî li derve şerekî mezin dimeşîne. Di encamê de jî krîzên giran ên siyasî, civakî û aborî rû dane. Hûn helwesta muxalefeta Tirkiyeyê li hemberî vê yekê çawa dinirxînin? Gelo dikarin çavkaniya pirsgirêkan destnîşan bikin?
Tirkiye ji her alî ve di nava krîzê de ye. Sedema vê jî şerê li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. Kîjan krîz û pirsgirêk bê lêkolîn wê eşkere bibe ku sedema wê pirsgirêka Kurd e û şerê taybet qirêj ê li dijî Kurdan e. Heta ku ev rastî neyê dîtin, muxalefeteke rast nikare bê kirin. Ji xwe dema ku krîza aboriyê û bihatî kete rojevê, şefê faşîst got, ‘hûn zanin bê buhayê fîşekekê çiqas e’. Krîza aboriyê ji vê gotinê bêhtir eşkere nikare bê vegotin. Dema ku krîz û sedema pirsgirêkan neyê destnîşankirin, hingî muxalefeteke bi bandor jî nikare bê kirin. Yan jî wê muxalefeta navborî ne ji bo çareserkirina krîzan be, tenê ji bo rûniştina li şûna desthilatdariyê be. Muxalefet beşek ji nebaşiyên desthilatdariyê nîşan dide. Lê belê ji ber ku sedemên vê nikare destnîşan bike, di nava gel de nabe cihê baaweriyê. Divê mirov ji muxalefetê bipirse; eger hûn bibin desthilatdar têkildarî pirsgirêka Kurd hûn ê kîjan polîtîkayê bimeşînin? Eger di pirsgirêka Kurd de nêzîkatî û mejiyekî çareseriya demokratîk nebe, yên nû bibin desthilatdar wê heman polîtîkayê bimeşînin. Bêguman dema ku desthilatdariya AKP-MHP’ê hate hilweşandin zehmet e ku yên nû bibin desthilatdar polîtîkayên berê bi temamî bimeşînin. Ji ber ku yên ev desthilatdarî têk birin muxalefeta fermî nîne. Maseya ji 6 kesan nîne. fEv desthilatdarî bi têkoşîna gel û hêzên demokratîk şoreşger tê hilweşandin; di vir de rola herî mezin jî ya Tevgera Azadiyê ya Kurd û qada siyasî ya demokratîk a radîkal e.
Bi tenê esasgirtina pirsgirêkên aboriyê rêbazeke rast a muxalefetê nîne. Bêguman krîza aboriyê kûr e, bandorê li gel dike. Ji vî alî ve ji bo teşhîrkirina desthilatdariyê pirsgirêkên aboriyê dikarin bêne destnîşankirin. Lê belê heta ku Tirkiye demokratîk nebe, prisgirêka Kurd, pirsgirêka Elewiyan û pirsgirêkên din li ser bingeha demokratîkbûnê neyên çareserkirin divê bê destnîşankirin ku pirsgirêkên aboriyê jî wê çarser nebin. Yanî girîng e ku demokratîkbûn û bernameya demokrasiyê bê diyarkirin. Nêzîkatiyeke li derveyî vê muxalefetê nake muxalefet. Bi gotina ‘ez ê tenê pirsgirêkên aboriyê çareser bikim, pêşî li nelirêtiyê bigirim’ xapandina gel e, ji bilî vê nayê ti wateyê. Ji ber ku demokrasî nebe pirsgirêkên aboriyê jî çareser nabin, pêşî li nelirêtiyê jî nayê girtin. Bêguman mîna jiyana siyasî û civakî divê jiyana aborî jî demokratîk bibe. Ev ji hev nayên qutkirin. Ya esasî demokratîkkirina qada siyasî û civakî ye. Dema ku ev hate kirin ji xwe qada aborî wê demokratîk bibe.
Bi kurtasî eger tê xwestin ku li qadên siyasî, civakî, aborî, çandî, perwerde, spor hwd. çareserî bê peydakirin beriya her tiştî divê qada siyasî û civakî demokratîk bibe. Heta ku sîstemeke demokratîk ya ku xwe dispêre civaka demokratîk a rêxistinbûyî neyê afirandin, ti pirsgirêk çareser nabe. Eger demokrasî rêveberiya gel be hingî divê armanc afirandina rêveberiya gel a civakî demokratîk be ku gel tê de xwedî mafê axaftin û biryarê be.
Di navbera hewldanên hêzên navneteweyî yên ji bo berfirehkirina dagirkeriya li Rojhilata Navîn, temamkirina qirkirina Kurdan û êrişên li ser PKK’ê de têkiliyeke çawa heye? Gelo PKK’ê û îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li pêşiya planên wan asteng e, lewma êriş têne kirin?
Beriya her tiştî divê mirov vê yekê destnîşan bike. Di navbera tasfiyekirina PKK’ê û qirkirina Kurdan de têkiliyeke yekser heye. Yên ku rastiya dijmin, rastiya Kurdan û rastiya PKK’ê fêhm nakin dibe ku vê yekê weke fikrekî me yê subjektîf binirxînin. Karakterê dijminê heyî, êrişên ku dike û berxwedana ku em li hember nîşan didin, nîşaneya herî mezin a vê rastiyê ye. Ji ber vê yekê dewleta Tirk di vê astê de dijminatiyê li PKK’ê dike, polîtîkayên xwe hemûyan bi vê çarçoveyê dimeşîne, ji bo tasfiyekirina PKK’ê tawîzê dide her hêzê û Tirkiyeyê pêşkêş dike. Ji ber vê yekê ye ku nikare xwe li nav û hebûna Kurdan rabigire, lê nokeriya Kurd ji xwe re kiriye têkiliya bingehîn. Eger mîna Rêber Apo rêberekî ku rastiya dijmin, rastiya Kurdan, rastiya Rojhilata Navîn û cîhanê baş dibîne nebûya, wê têkoşîneke ku Kurdan ji qirkirinê rizgar bike nehatibûya meşandin. Aliyê herî xurt ê Rêber Apo û PKK’ê ew e ku dijmin baş nas dike. Cudahiya PKK’ê ya ji temamiya rêxistinên Kurdan ev e. Hîn ji roja destpêkê ve rastiya dijmin tespît kir ku dewleta Tirk dixwaze Kurdistanê ji bo belavbûn û dagirkeriya netewetiya Tirk ji xwe re bike qadek.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo li ser piyan bimîne ewqasî êrişî PKK’ê dike û vê yekê jî dispêre polîtîkaya qirkirinê ya Tirk. Naxwe ji bo parastina desthilatdariya xwe nikarîbû derfetên Tirkiyeyê hemûyan pêşkêşî vî şerî bikira. Wê muxalefeteke xurt li ber rabûya. Lê belê xwe dispêre polîtîkaya qirker a kevneşop a dewletê û van êrişan dike. Tevî ku muxalefet zane sedema rojane ya van êrişan hewldana ji bo dewamkirina desthilatdariya AKP-MHP’ê jî dema ku Tayyîp Erdogan ji wan pirsî ku ‘hûn piştgiriyê didin êrişa li derveyî sînor?’ wan jî bersiva ’em piştgiriyê didin’ dan.
Piştgiriya hêzên navneteweyî ji bo dewleta Tirk pêwendiya xwe bi hevsengiyên di sedsala 20’an de hatin avakirin û statukoya xwe dispêre qirkirina Kurdan heye. Hêzên Navneteweyî hîn jî di mijara statuya sedsala 20’an de ya xwe dispêre qirkirina Kurdan guhertineke bingehîn di vê polîtîkayê de nekirine. Hêzên navneteweyî yên ku Îngilistan serkêşiyê ji wan re dike, di berdêla hiştina Mûsil û Kerkûkê ji Iraqê re, destûr dan Tirkiyeyê ku li nava sînorên xwe Kurdan qir bike. Peymana ku jê re Lozan tê gotin, bi esasî xwe dispêre vê yekê. Ev polîtîka îro jî neguherî ye. Encama xwecihî ya vê polîtîkayê ew e ku ji PDK’ê re tê gotin, ji bo tu hebe divê tu piştgiriyê bide qirkirina Kurdan a li Bakur. Di berdêla ku PDK li bajarek, du bajaran serdest be, bûye piştevan û parêzvanê herî mezin ê polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk.
Di piştgiriya hêzên navneteweyî de ya ji bo êrişên dewleta Tirk a qirker mêtinger, polîtîkayên Tirkiye û Rojhilata Navîn ên ji sedsala 20’an û vir ve xwedî bandoreke gelekî girîng e. Ev polîtîka neguherî ye; lê belê bi têkoşîna PKK’ê re astengî li pêşiya vê polîtîkaya van hêzan çêbûye. Ji ber vê yekê ji têkoşîna me aciz dibin. Ji ber ku heta em têbikoşin di serî de Tirkiye wê li herêmê nikaribin polîtîkayên xwe li gorî xwe bimeşînin. Bi Tirkiyeyê re pirsgirêkên xwe hene. Lewma daxwaza agirbesta yekalî li me dikin, ku ti wate û bersiveke xwe nîne. Vê yekê bi rengên cuda ferz dikin. Bi piştgiriya ku didin Tirkiyeyê dixwazin zorê bidin me ku em dest ji têkoşînê berdin.
Bêguman difkirin ku îdeolojiya Rêber Apo li pêşiya polîtîkayên wan ên li ser herêmê wê bibe asteng. Ew naxwazin Rojhilata Navîn bi rastî jî demokratîk bibe. Ji ber ku di nava demokrasiyeke rasteqîn de nikarin li gorî dilê xwe nokeran peyda bikin. Rojhilata Navîn a demokratîkbûyî têkiliyeke siyasî ya wekhev dixwaze. Wê nikaribin tişta dixwzin li ser civak û welatên demokratîk ferz bikin. Ji ber vê yekê li dijî paradîgmaya civaka demokratîk ekolojîk û azadîparêziya jinê ya Rêber Apo têdikoşin. Konfederalîzma Demokratîk a ku xwe dispêre civaka demokratîk a rêxistinbûyî û azadiya jinê sîstema jiyana wan a civakî û siyasî dihejîne, sîstemeke demokratîk a alternatîf e. Ji ber vê yekê li dijî Rêber Apo û PKK’ê piştgiriyê didin dewleta Tirk. Ji bo fikrê Rêber Apo li nava Kurdan serwer nebe, piştgiriyê didin hêzeke mîna PDK’ê ya nedemokratîk.
Lê belê êdî ne statukoya Rojhilata Navîn a sedsala 20’an, ne jî rejîma Tirk a heyî ne jî PDK bi vî rengî nikarin li ser piyan bimînin. Em berdêlên giran bidin jî têkoşîna me wê êriş û planên van hêzan ji hev bixîne, Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk pêk bîne.