AMED – Yekîneya Tolhildanê ya DGH a Şehîd Zeryan Denîz Amed a li navçeya Rezan ya Amedê li nuqteya polîsên dagirker a li Bulvara Tûrgût Ozal ku di hedefa wan de bû bi bombeyên deng û fîşekan lêdan. Çalakî bi daxuyaniyeke nivîskî hate eşkere kirin, di daxuyaniyê de diyar bû ku 1 polîsê dagirker birîndar bûye. Yekîneyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku çalakî li ser esasê seferberiya ji bo çalakiyê bi dirûşma “Li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê” hatiye li darxistin.
Bi temamî daxuyanî wiha ye;
“Li dijî tecrîda ser Rêber Apo û îşkenceya ku li girtiyan tê kirin, Yekîneyên me ya Tolhildanê a Şehîd Zeryan Denîz Amed, li Bulvara Tûrgût Ozal ya faşîst bi bombeyên deng û fîşekan hedef girtin. Di encama çalakiyê de polîsekî dagirker birîndar bû.”
Em dibêjin emê li dijî êrîşên dagirkeriyê, tecrîd û qirkirina ser gelê me çalakiyên xwe mezin bikin û bê navber bidomînin. Çalakiya me wê li ser esasê seferberiya çalakiyan bi dirûşmeya “Li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê” bên domandin.