NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê asê maye, hewl dide windahiyên xwe veşêre, lê ev mijar weke berê bi ser nakeve. Nasnameya 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên ji aliyê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ve hatin cezakirin, hate eşkerekirin. Her wiha HPG di daxuyaniyên xwe de balê dikişîne ser wê yekê ku gelek caran serdana cenazeyên leşkeran dike.
Îro jî TSK’ê ya dagirker bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku leşkerê dagirker ê bi navê Fûat Ozer miriye. TSK’ê ragihand ku leşkerekî dagirker miriye û 3 leşkerên dagirker jî birîndar bûne.