NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya însiyatîfê de hate gotin, “Heta ku em çokê li kujerên Kurdan nedin tewandin, agirê tolhildanê yê di dilê me de wê netefe” û ragihand ku antrepoyek û febrîqeyek şewitandine.
Li gorî daxuyaniyê 9’ê Hezîranê li navçeya Arsûz a Hatayê, Antrepoya Cansû ya ‘dijminekî Kurdan’ ku sala 2004’an hate avakirin û 8’ê Hezîranê li Herêma Pîşesaziyê ya navçeya Înegol a Bûrsayê febrîqeya daristanan hatine şewitandin.