AMED – DGH’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku li Amedê dagirker kirine hedef. Yekîneyên DGH’ê li dijî qereqola dagirkeran di 10’ê Nîsanê de li navçeya Rezan a Amedê li dijî wesayîteke kobra ya polîsên dagirker ên li Yenîkoyê digeriyan çalakiyek li darxistin. Di çalakiyên bi bombeyên deng û fîşekên dirêj de 2 cerdevanên hevkar û 1 polîsek dagirker birîndar bûn.
Daxuyaniya DGH’ê ya ku çalakiyên xwe tê de eşkere kiriye wiha ye;
Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger me li ser bingeha seferberiya çalakiyê ya bi dirûşma ‘Li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê’ li Amedê rêze çalakî li darxistin. Yekîneya me ya Tolhildanê a Şehîd Sekvan Amed a DGH’ê li dijî qereqola dagirkeran di 10’ê Nîsanê de li navçeya Rezan a Amedê li dijî wesayîteke kobra ya polîsên dagirker ên li Yenîkoyê digeriyan çalakiyek li darxistin. Di çalakiyên bi bombeyên deng û fîşekên dirêj de 2 cerdevanên hevkar û 1 polîsek dagirker birîndar bûn.
Yekîneya me ya Tolhildanê ya Şehîd Qasim Engîn a DGH’ê li taxa Yenîkoyê ya Amedê wesayiteke dijmin a ku dewriye digeriya kiriye hedef û wesayita zirxî ya bi tîpa Kobra bi kepçeyan hatiye sewqkirin. Di encama çalakiyê de xisareke mezin li wesayitê bû.
Weke ciwanên Apoyî heta ku tecrîda li ser Rêberê me, êrîşên dagirkeriyê yên li ser çiyayên Kurdistanê û îşkenceya li hevalên me yên li zindanan berdewam bike, emê jî çalakiyên xwe bidomînin. Çawa ku Gerîlayê Azadiya Kurdistanê dewleta Tirk a li çiyayan xistiye nava tirsek mezin, emê jî weke ciwanên Apoyî dewleta Tirk di bajaran de bifetisînin. Li ser vê bingehê em diyar dikin ku çalakiyên me wê bi dirûşma ‘Li Dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê’ bidomînin.