REQA – Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê di bin dirûşmeya “Li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê” li ser banga seferberiyê komxebateke diyalogê derbarê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastina Medya û Herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hate li darxistin.
Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê îro li bajarê Reqayê komxebatek di bin dirûşmeya “li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê” li darxistin. Komxebat derbarê berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, rola ciwanan di pêvajoyê de, rola pêşengtiya têkoşînê ya ciwanan û hwd hate li darxistin.
Piştî ku pêşwaziya mêvanan û axaftina vekirinê hate kirin, sinevizyonek li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku bê navber dewam dike hate li darxistin. Di sinevizyonê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk ya dagirker dixwaze bi van êrîşên xwe re xeyalê Osmaniyan zindî bike û li ser tenebûna gelê bindest hebûna xwe bidomîne.
Her wiha piştî ku sinevizyon hate pêşkêş kirin ciwanan di derbarê çend xalên taybet de nîqaş bi pêşxistin. Li ser xeyalê Osmaniyên nû, planên ku li ser Rojhilata Navîn bi pêşdikeve, sekna ciwanan li hember êrîşên dagirkeriyê, biratiya gelan, pêkanîna civaka demoqratîk û hwd nîqaşên berfireh hatin kirin.
Di nava nîqaşên ku hate kirin de hate diyarkirin ku bi fikir û felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tevahî mirovahî ji xewa mirinê şiyar bûye û li mafê xwe ya azadî û demoqrasiyê xwedî derdikeve. Ji ber vê yekê jî hemû kesên ku li pey azadî û demoqrasiyê ve ketine, dibin hedefa hêzên dagirker û faşîst.
Di dawiya nîqaşên komxebatê de pişniyar û plansaziya kar û xebata dema pêşîn hate kirin. Ji xalên ku hatina diyarkirin hin xalên girîng ji wan wiha ne;
1- Li hemû herêman ji bo teşîrkirina sûcên dewleta Tirk ji ciwanan re semîner werin dayîn.
2- Damezrandina komîteyên parastinê û tevlîbûna seferberiya giştî ya ku ji aliyê Komalên Ciwan ve hatiye destpêkirin, piştgiriya QSD’ê û li hember polîtîkayên şerê taybet bi hêzkirina xebatên ragihandinê.
3- Çalakkirina rola jinan ji bo beşdarbûna di eniyên şer de.
4-Avakirina eniyeke demokratîk a gel ji bo pûçkirina êrîşên berfireh ên dagirkeriya dewleta Tirk.
Di dawiyê de bang li tevahî ciwanên bi rûmet hate kirin ku ew jî cihê xwe di nava seferberiyê de bigrin û tevlî pêvajoyê bibin. Bi berzkirina siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Werin Cenga Azadiyê” komxebat bi dawî bû.