HESEKÊ – Jineolojî pêşengeheke çandî li parka Avrêlê ya Ciwan Hesekê vekir. Di pêşangeha ku hat vekirin de çanda gelê Kurd û Ereb jî tê de cihê xwe girt û wêneyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên şehîd û wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan jî hatin daliqandin.
Jinên ciwan bi pêşengeha xwe dan diyar kirin ku li hember her êrîş û qirkirinê ew çanda xwe mezin dikin û diparêzin.
Di dawiya pêşangehê de hat dest nîşankirin, ku wêneyê gerîlayên azadiya Kurdistanê ku di şexsê tevahî mirovahiyê de sembola berxwedanê ne, wê ji aliyê jinên ciwan ve were xêzkirin.