Çapemeniya Azad ku xwe disipêre keleporeke dûr û dirêj û heqîqeteke zexm, gelek caran bi bobelat û karesatên weki 8’ê Hezîrana 2022’yan re rû bi rû maye. Lê çawa ku doh li ber êriş, tahde, astengî, binçavkirin, girtin û kuştinan hemûyan netepisî û xwe li bêdengiyê daneynî, dê niha jî daneyne. Ji lew re, çapemeniya azad mafê nûçewergirtinê yê gel di ser her tiştî re dibîne û ji ber vê bi her awayî rastî û heqîqeta ku baweriya xwe pê aniye, radigihîne gel.
Helbet ji teref me sedemên van tahde, çewisandin û binçavkirinan pirr eşkere ne. Belkî jî pirsa “Ne çapemeniya azad bûya” yan jî “Ne ji çapemniya azad be dê hal û ehwalê van deran çawa be?” her tiştî di xwe de dihewîne û ta bi derziyê vedike.
Lewma;
Ne ji çapemeniya azad bûya, belkî hê jî polês, esker û karmendên dewletê jî di nav de, bi dehan kes bêyî îstirheta xwe xera bikin, bi awayekî sîstematîk dest dirêjî zarokên me yên wekî N.Ç.ya 13 salî bikirana li bajarên wekî Mêrdînê!
Ne ji çapemeniya azad bûya, belkî hê jî gelek Roboskî bihatana serê me bêyî ku cîhan pê bihese…
Ne ji çapemeniya azad bûya belkî hê jî zarokên me yên bi sedemên siyasî tên girtin bi zanebûn li qawîşên kesên edlî bihatana bicihkirin û bi awayekî sîstematîk dest dirêjî wan bihata kirin li girtîgehên wekî Girtîgeha Pozanti ya Edeneyê!
Kî çi zane, ne ji çapemeniya azad bûya, belkî hê jî girtîgehên bi vî rengî hebûna…
Ne ji çapemeniya azad bûya belkî hê jî ro li nîv ro li naverastê wisa bi rihetî milên me badana û bişikandana wekî yê Cuneyt Ertûşê 14 salî û em her roj çolaq bihiştana li bajarên wekî Colemêrgê!
Ne ji çapemeniya azad bûya, belkî kes bi kuştina Enes Atayê 6 salî nehesiya, li orta Amedê.
Ne ji çapemeniya azad bûya belkî sarinc gorên me gelekan bûna wekî Cemîle Çagirga li Cizîrê; belkî em bi gulebaranan li ber çavên zarokên xwe bigindiriyana ji ser nêrdewanên malê wekî dayika 5 zarokan Selamet Yeşîlmen a ducanî li Nisêbînê; belkî em bi hefteyan bê ruh û can li ser kuçeyê bimana wekî Dayika Taybet Înan li Silopiyayê; belkî qetek werîs di stuyê me de em her roj li pêyî panzêran dihatin kaşkirin wekî Hacî Lokman Bîrlîk li Şirnexê…
Ne ji çapemeniya azad bûya kî çi zane, belkî Kemal Korkût niha li ber çavê cîhanê “provakator” yan jî “terorîstekî” pirr mezin bûya…
Ne ji çapemeniya azad bûya, belkî gelek peyarêyên xwe bi hestiyên me çêbikirana wekî li Kîlyosê…
Ne ji çapemeniya azad bûya, belkî her roj bi kargoyê di qutiyan de cenaze bi ser me de bihatana wekî yê Egît Îpek…
Ne ji çapemeniya azad bûya belkî her roj em ji helîkopteran bihatana avêtin, wekî Osman Şîban û Servet Tûrgût li Şaxa Wanê…
Ne ji çapemeniya azad bûya, belkî çavê me bihatana teqandin her roj wekî li Timoq a Êlihê…
Erê ne ji çapemeniya azad bûya…
Rêdûr Dijle Nivîsandî…