NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Pênûsa Gerîla Warşîn Koçgirî
Ji bo bîranîna fermandar Erdal (Engîn Sîncer)
Fermandarê bi heybet
Hîna bihna te
Ji zinaran diforê
Hîna hevalên te
Li benda fermanên te ne.
Mamostayê min
Hîna xizikên di lênûsa te de
Bi velorîna bilura şivanê koçer re
Ji çiyayên Gabarê di xwînim
Sal 199… bû. 16ê Cotmehê bû li gundê Suskê, ku bi xwe gundekî sêrtêye, qereqola leşkeran hatibû avakirin. Ava Botanê li kesî guhdar nedikir û diherkî, gundên cerdevana mîna xeleka li nêzî hev bi cîh bibûn.
Wê salê yekîneya heval Erdal jî li Gabarê dima. Alana ku lê disekinî Suskê bû. berî ku çalakiyekî nû bikin, yekîneya heval Erdal çend çalakî bi serkeftî kiribûn. Vê carê jî dixwest ku çalakiyekî serkeftî bê. Berî ku em biçine çalakiya nû, heval Erdal civînek çêkir û tevayî çalakî bi me danasîn ji hêlekî din ve heval Erdal çek, gule, xwarin û heya nîşana çekên me qontrol kir. ne dixwest ku kêmasî di dema çalakiyê de derkevin.
Ber bi êvarî ve, em yek li duv yekî mîna rêzkên mîruya ketine duv hev. Riyên kevin me nedane bikaranîn, ji ber ku heval Erdal ne dixwest ku şopa me di rêkan de diyar be.
Mirov ji ber matmayî dima. Her timî çavê min li heval Erdal bû, her çende ku ew di meşê de ne disekinî (diçû pêş û dihate paş). Lê carna te digu qey tiştekî xwe winda kiriye û lê digerê-kûr, kûr li xwezayê dinêrî- di xwest wê xwezayê bi tevayî ciwaniya wê bikşîne nava xwe. Ji xwe hertim piştî ku nefeseke kûr dikişand destên xwe dirêj dikir û di got: “ev der welate, eve cihê ku gerîla bikarbe xwe tê de jiyan bike.” Bi rastî heskirana heval Erdal ji Gabar re ne dikete tû teredudê de, lewra ew bûbû bav û dayîk û kur jê re. Çi kun û şûnên, bi ewle hebûn wî dînasîn. Baş tê bîra min dema em gihiştin serê gir, kunek hebû, dema mirov dikete hundirê wê de pir tarî bû, lê ji kevin de hineka di hindirê wê de pêlekan çêkirbûn, di biniya pêlekanan de avakî bûş diherikî, heger yek ji me biketa ewê bi avê re biçûna. Em bi hev re dadiketin. Te digot qey kuneke xeyaliye û em tê de dimeşin. Di wê tariyê de Heval Erdal li kêleka min bû û wiha got: “hûn dizanin ez niha çi hîs dikim, ez hîs dikim ku ez niha li gerdûnekî tarî û vala dimeşim.” Piştî wê axaftinê qerfên xwe bi min kir, lewra ez pir bi baldarî dimeşiyam. Ew hat û li min ket, ez pir tirsiyam, ji ber ku ez li ber ketinê bûm lê wî ez girtim û wiha got: “ne tirse tu nakevê hevala Warşîn. Heger şûna ku tu li ser dimeşê jê hez nekê, tu nikarê li ser bimeşê, ha li min binêre ez dikarim çavê xwe bigrim û bimeşim.”
Piştî ku rojê tîrêjên xwe ber bi cendekên me ve şiyandin û me jî we ku germahiya wê, ew hemêzkir. Heval Erdal civîna dawî lidarxist û plana çalakiyê bi kevir û daran weku wênevanekî li pêş me çêkir. Piştî ku çalakî da nasîn, navê hevalên ku wê di çalakiyê de cihê xwe bigirin xwend.
Em bune sê kom, yek li milê çepê, yek li milê rastê û yek di nîvê de. sê heval jî ji bû suyîqastê. Ez bi xwe di koma êrîşê de bûm. Me xwe 3ê kathêjmêran berda xwarê. Heyanî kuem gihiştin cihê xwe. Şûnekî rût bû, wisa heyanî êvarî em man, dijmin nehat me guman kir- Gelo çima nehat, qey em dîtin- me hinekî xwe da paş. Kathêjmar 1-2ê şev bû, ez pawan bûm, dengê erebekî hat, giran giran dihat. Min guman kir ku ew erebekî leşkerî bê, hîna ji deng di hat. Min hevalê berxwedan şiyar kir. Bi bîhîstina dengê min re ew rabû ser xwe û got:
-Çi bû?
-Heval, dengê erebekê giran dihat, ewe 10-15xulikin ku ez guhdar dikim, ez bawer dikim ku ew leşkerin û ber bi hevalên me ve diçin.
-Na heval, ew deng pir ji dûr tê, di bê ku dema di ser pirê re derbas bû bê te wisa hest kir be.
Di ser wê hevpeyvîna me re kathêjmêrek derbas bû. Dengê guleyan di guhê me de hêlîna xwe çêkirin, êdî em tê gihiştin ku şer li milê çepê qewimî, şuna ku em lê diman êdî metirsiya xwe pir bû. lewra em di biniya hevalan de bûn. hema me bi lez xwe gihande serê gir berî ku cîhan ronî bibê. li wir kunek hebû me xwe xiste hunderê wê de.
Dijmin bi şêweyekî hovane dihat. 12 kobra dihatin û cerdevan û leşker jî dihatin. Her yekî ji milê xwe ve gule di barandin, di êrîşa yekemîn ji hêla cerdevanan ve heval Kawa bi parçekî narincokê ji zikê xwe ve birîndar bû.
Şûna ku em lê diman, hevala hevalê Kawa anîne cem me, lê hevalê dinê nikarîbûn werin û agahiya wan ji me nebû, hevalê Erdal jî ketibû nava gumana, lewra haya wî ji me ne bû.
Êdî ber bi êvarîve di çû. Kobra zivîrîne sêrtê ku gule û rûkêta bînın. Bi çûyîna wan her sê hevalê ku ji bû suyîkastê hatibûne amadekirin, şûna xwe berdan û ber bi me ve dihatin. Her sê bi lez dihatin. Min ew didîtin. Lê ji nişkave min heval li pêş xwe nedîtin. Duman di nava wan de bilind bû. Rûkêt li nav wan ket. yek ji wan, hevala Arjîn bû xwediya keziyên hevrîşimî bû. Ji Dêrsimê bû, tucara bi zazakî neaxifîbû. Lê dema ez berbi wê ve çûmbi zazakî di axifî, wisa digot: “Ha dayê mamê kîye. Ha dayê mamê kîye, hevar dayê, hevar dayê”. Piştî wan axaftina, destê xwe dirêjî kurika xwe kir, min lê nêrî, lênûsa wê tê de bû, min derxist. Lê wê zêde dewam nekir û şehît ket. li hêla din hevalê jiwan ketibû, ji milê xwe yê pêş ve (Ru, sing, hwd) tiştek pê nehatibû, lê dima me destê xwe kirê bin pişta wî, destê me di nava xîwnê de ma. Ji hêlekî din ve ez li heval berxwedan zîvırîm dengê nalînên wî dihatin. Min digot. Ew jî şehîd ketiye, lê dema min lênerî, ew hîna sax bû, parçek di çavê xwe de xwaribû.
Hêdî, hêdî dijmin şûn ve kişiya, hevalê me yên din ber bi me ve dihatin. Dengek ji pişt min hat, min serê xwe zîvirand, ew heval Erdal bû, bi xemgînî li min nêrî û got:
- Hevaal çawa ne?
- Birîndar û şehîd hene.
- Çend şehîd in?
- 2 ne heval, Arjîn û Jiwan.
Dema min ev jê re got, heval Erdal di cihê xwe de rûnişt û her du kolmê xwe deynane ser serê xwe. Mîna ku çiya bi ser de hilweşîn hema qîr kir û got: “Çima… Çima Heval…. zû bikin em hevalên şehîd veşêrin bila tiştekî wan nekeve destê dijmin..”
Bıla ax li ser hevalê me negirî
Bira roj gorê wan germ nekê
erdin, bila xwîna wan li min hişk bibe
Ma tu yê razê Arjîn
Raze delala Dêrsimê
Raze û bila çiya her bi hesreta kenê te bin.
Me heval veşartin, heval Erdal got: “darbestekî ji hevalê birîndar re çêkin, bila cihê wî xweş bê, di dema rakirinê de bila heval hişyar bin, ku hevalê birîndar ne qeliqê”. Piştî amadekariyan, em bi rê ketin, lê ji ber ku birîna hevalê Kawa pir dijwar bû, êdî ber bi nebaşiyê ve diçû, hîna em di nîva rê de bûn. ew heval jî şehîd ket. heval erdal hindik ma bû ku xwe winda bike, hema gazî hevala kir û dest bi axaftinê kir:
“Gorekê ji zava re bixemilînin
bila wawîk û gur her bi zûrin
Em in…yên ku hevalên xwe, bi mijankê çavê kefen dikin
Şûna girî, tilîliyan bilind dikin
Şûna şînê, guleyan diteqînin.
Bila dijmin her li pey şopa me bê
Lê emê, her derziyek bin, di aşopên wî de.