ŞIRNEX – Zarokê bi navê Kezban Sakcak a 15 salî tevî malbata xwe, ji bo karê demsalî ji Cizîrê çûbû Bûrsayê. Sakcak, ev du hefteye bi awayekî guman winda bûbû. Cenazeyê Sakcak li berava Gola Ûlûbatê ya navçeya Karacabeyê hate dîtin û ji bo kar û barên otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Bûrsayê.
Sedema mirina Sakcak piştî kar û barê otopsiyê dê diyar bibe.