NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk ya dagirker ku ji 17’ê Nîsanê de bi hevkariya PDK’ê li ser Herêmên Parastina Medyayê êrîşên dagirkeriyê daye destpêkirin, bi tevî hemû teknîk û çekên xwe yên kîmyawî jî dîsa li hember berxwedana gerîla di çiyayên Kurdistanê de têkçûye. Di heman demê de li bajaran jî gelê Kurd û Kurdistanî bi berxwedana xwe dewleta Tirk ya dagirker û hevkarên wê ve bi binxistine. Ji ber vê jî dewleta Tirk niha giraniya xwe daye hêzên ku piştevaniya têkoşîna gelê Kurd dikin, dixwaze dostaniya gelê Kurd bi gelên din re xirab bike, ta ku gelê Kurd di nava pençên xwe de bifetisîne.
Ji ber vê jî dema ku welatên weke Fîlanda û Swêdê xwastin bikevin nava NATO’yê de, dewleta Tirk hin şert danîn pêşiya wan, ji wan şertan jî yek êdî herdu welat piştevaniya PKK’ê nekin, da ku karbi cihê xwe di nava NATO de bigrin. Lê belê li hember vê siyaseta dewleta Tirk ya ku bi serkêşiya Erdoxan tê bi rêve birin, ji aliyê têkoşîna jinên kurd ve hate lawaz xistin û jinên kurd li hember her cûre êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bûne weke mertalekê.
Yek ji mînakên jinên kurd ku pêşengtî dikin û li hember siyaseta qirêj ya dewletên faşîst xwedî helwestên tunedin endama Partiya Çep a Fîlandayê Geşaw Bîbanî li ser malpera xwe ya dijîtal medyayê peyamek parvekiribû û di peyamê xwe de wiha gotibû; “Divê Fînlanda nebe welatekî ku diçe Tirkiyeyê û divê em qebûl nekin ku bi çekên li Fînlandayayê hatine çêkirin re qirkirina sîstematîk a Kurdan bê kirin.”
Endama Partiya Çep a Fîlandayê Geşaw Bîbanî di axaftina xwe ya 11’ê vê mehê de ku di kongreya sêyemîn a partiya xwe de gotibû wiha ye; “Ji nêz ve li min binêre! Terorîstên ku Erdogan li dijî wan şer dike dişibin min! Jinên azad û rengîn, yên xwedî li dengê xwe derketin! Demokrasî, wekhevî û aktîvîstên civaka Kurd bi nasnameyeke xurt a çandî ne!”