EFRÎN – Çavkaniyên teybet ji navenda bajarê Efrîna dagirkirî ragihandin ku welatiyek ji gundê Sindyankê ya girêdayî navçeya cindirêsê yê bi navê Nîzar Mihemed ji aliyê çeteyên Hêza Taybet yên girêdayî Dewleta Tirk a dagirker ve hat revandin.
Heman çavkaniyê diyar kir ku welatî ji aliyê çeteyên hêza taybet ve hat îşkencekirin li navenda wan yê li bajarê Efrîna dagirkirî, û fidiyek bi 3000 hezar perêyên Tirkî hat dayîn ji bo berdana welatî û heya niha jî çarenûsa welatî ne diyar e.