NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya nivîskî ya Milîsên Ethem Sarisuluk ên HBDH’ê ya hat ragihandin ku wan 12‘ê Hezîrana 2022‘yan bi şev seet di 03:30’an de li Taxa Barbaros a Edeneyê agir berdaye du wesayîtên malbateke faşîst û bi wesayît bi temamî îmha kirine.
HBDH’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Em wek milîsên HBDH’ê, em dibêjin ku em ê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi zêdekirina çalakiyên xwe bi her awayî û bi gihîştina serkeftinê rabikin. Şerê me yê li hember faşîzmê ji ber vê sedemê roj bi roj zêde dibe. Çimkî ev tecrîd, bi armanca şikandina vîna şoreşkar a gelê Kurd û rakirina ji holê ya gerîlayê Kurdistanê ye. Em derfeta karkirinê nadin faşîzmê. Wê xweziya yên rakirina ji holê ya şerê şoreşkerî û hemû çeperên dikin di ber wan de bihêlin.Biryardariya sînornenas a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Zindana Îmraliyê, bi dirûşmeya vîna xerakirina faşîzmê ya milîsên şoreşa Yekbûyî bi milyonan gelê Tirk- Kurd-Ereb-Elewî û Sunî dibe yek.
Ji Bakur heta bi Kadikoyê, ji Behra Spî heta bi Gemlîkê bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em ê çalakiyên xwe zêde bikin. Ên ji bo rakirina tecrîdê îrade meşîna ber bi Gemlîkê ve nîşan dan, yên bi dirûşm û biryardariya perçekirina tecrîdê nîşan dan ji zû de kar kirine. Roja ku li dijî tecrîdê meş hat kirin, polîsên çalakvan destgîr kirin û îşkence kirin û wesayît, mal û her tiştên wan hedefa me ye.
Bi dorpêçkirina derdora desthilata faşîst em ê agirê xwe gur dikin. Em dest û pê û her hêmanên faşîzmê ji xwe re bikin hedef. Em xwe amadeyê xistina derbeya dawîn li faşîzmê dikin. Em ê lê bixin.!’’