Êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi dijwarî dewam dikin. Ev êriş wê ne êrişa yekemîn an jî êrişa dawîn a dewleta Tirk a mêtinger be. Di pirsgirêka Kurd de heta ku vebijêrka çareseriya demokratîk neyê tercîhkirin, heta mafên bingehîn neyên qebûlkirin û aştiyeke mayînde pêk neyê, operasyonên leşkerî dê her tim di rojevê de bin.
ZÎHNIYETA DEWLETA TIRK BELA SERÊ GELAN E
50 sal e li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd şerekî neditî têm meşandin. Encamên şerê qirêjî yê mêtingeriyê ku di her alî de di nava bêhevsengiyeke desthilatdariyê de hat meşandin, gelekî hilweşîner bûne. Kurdan berdêlên mezin dan. Dewleta Tirk a mêtinger jî çavkaniyên xwe di vî şerî de xerc kirin. Dewleta Tirk niha hewl dide bi awayekî sîstematîk kêmneteweyan û Kurdan ji holê rake, ji ber ku wek netewedewletê xwe saz kiriye.
Dewleta Tirk kêmnetewe û baweriyên di nava sînorên wê de mabûn, bêyî dudilî tune kirin. Di van rojan de (24 Nîsan 1915) de jî dîsa Komkujiya Ermenan înkar dike. Wezîrê karên derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu, li hemberî kesên Komkujiya Ermenan protesto dikir, mîna ku ji xwînxwariyê hez dike, îşareta guran kir û bersiv dide. Elewî, êzidî û Suryan jî rastî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk hatin. Komkujî, zext û koçberkirin ranewestiyaye. Nîjadperestiya Tirkan bûye bela serê gelên Anatolyayê.
ŞERÊ TAYBET Ê HERÎ BERFIREH TÊ MEŞANDIN
Dora tunekirinê hatiye Kurdan. Kurd kirina hedefa polîtîkayên qirkirinê, lê ji bo ku tune nebin bi berxwedaneke herî mezin a dîroka xwe dimeşînin. Li hember NATO’yê û teknîka wê ku dewleta Tirk a faşîst jî tê de ye, şer dikin. Ji ber ku pirsgirêka Kurd çareser nebûye, pirsgirêk bêhtir tevlihev bûye. Kurd û xaka Kurdan ku hêzên navneteweyî hesab li ser çêkirine, bûne pirsgirêkeke gerdûnî.
Armanca êrişên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û Şengalê, di serî de Kurd in ku wek gelê dawîn e ku dixwazin tune bikin. Ji ber vê yekê, aliyê psîkolojîk û propagandayê yê êrişê bi qasî aliyê leşkerî berfireh e. Ji ber ku baş dizanin heta PKK tesfiye nebe, gelê Kurd jî tune nabe, bi yekcarî êriş dikin. Dixwazin Kurdan bê rêber û bê rêxistin bihêlin. Li ser bingeha vê rastiyê, operasyona tesfiyekirina Kurdan ku bi Komploya Navneteweyî dest pê kir, veguherî operasyona tesfiyekirina PKK’ê da ku Kurdan bê rêxistin bihêlin.
JI XIYANETA HARPAGOS HETA XIYANETA BARZANIYAN
Xiyaneta malbata Barzaniyan ne kêm e ku were efûkirin. Xwîna Kurdan bi destê wan ve dimîne û ev yek her çend ji bo hesabên wan ên malbatî û şexsî bê dîtin jî sedemeke herî bingehîn a xiyaneta li hember Kurdan e. Daxwaza Îsraîlê ya ji bo avakirina Kurdistaneke biçûk ji aliyê Barzaniyan ve û bicihanîna senaryoya komkirina Kurdan di binê vî banî de jî li ser bingeha tesfiyekirina PKK’ê ye. Qonaxa ku dixwazin bi Barzaniyan re bigihêjinê, bê guman dê qirkirina Kurdan be.
Xiyaneta Kurdan dikare heta dema Med-Persan were dirêjkirin. Yekemîn mînaka xiyaneta Kurdan, bi derbeyekê rakirina şahê Medan Astiyagas ji ser text bû, di encama xiyaneta Harpagos de û desthilat dan mîrzayê Fersî Kros. Xayintiya navxweyî jî di têkbirina şoreşên Kurdan ên vê dawiyê de jî roleke mezin lîstiye. Niha Barzanî aktorê herî dawîn ê xiyaneta Kurdan in. Dîroka Barzaniyan bi komplo û xiyanetan tijî ye. Başûrê Kurdistan weke milkê bavê xwe dibînin û ji bilî xwe destûrê nadin avadaniyeke siyasî. Ji bo berjewendiyên hêzên derve tu carî dudiliyê di rijandina xwîna Kurdan de nakin. Têkiliya wan a bi dewleta Tirk re, di heman demê de têkiliyeke nokeriyê ya li ser bingeha xiyanetê ye. Xizmetê ji tunekirina gelê Kurd re dikin, destkeftiyên Kurdan pêşkêşî dewleta Tirk dikin. Gotina xelîfe Elî ya “Nexweşiyeke ji aqilê kêm metirsîdartir tune ye” rewşa Barzaniyan baş rave dike.
ŞERÊ HERÎ BÊHEVSENGÎ YÊ DÎROKA KURDAN
Tevgera Azadiyê ya Kurd bi çavkaniyên kêm berxwedaneke mezin û şerekî rûmetê dimeşîne. Berxwedana lehengî ya gerîla hêjayî teqdîrkirinê ye. Gerîla li dijî duyemîn artêşa herî mezin a NATO’yê têkoşîneke mezin dimeşîne û di van êrişan de careke din xwe îspat kiriye. Her cure serdestiya hejmarî û teknîk têra têkbirina gerîla nekir. Ji ber ku xwedî îradeyeke mezin e. Perspektîfa xeta ‘teknîka herî mezin mirov e, mirov nimûneya gerdûnê ye’ ji xwe re kiriye esas. Gerîlayên azadiyê bi pêşengiya paradigmaya serok Apo şerê azadiyê yê Kurdan dikin.
HEKE GEL RABE SER PÊYAN SERKEFTIN TEQEZ E
Heke gelê Kurd her derê veguherîne qada çalakiyan, ev şer dikare bibe şerê dawîn ê Kurdan. Heke her dera ku dijmin lê ye bersiv hebe, serkeftin teqez e. Her ku dewleta Tirk êriş dike, divê Kurd bibin yek. Bi taybet ciwan dikarin bi çalakiyên xwe çarenûsa vî şerî biguherînin. Ji bo ku dijmin û hêzên hevkar ên îxanetkar di vî şerî de têk biçin, didê bi ruhê seferberiyê beşdarî pêvajoyê bibin. Ji bo wan erkeke welatparêziyê ye ku mil bidin milê gerîla. Serketin teqez e ku heke gel bibêje ev roj roja hesabpirsînê ye û ji bo tolhildanê rabe ser xwe.
Rauf Karakoçan