NAVENDA NÛÇEYAN
Bi Serokatî re jiyan kirin û bi Serokatî re par vekirin mirovan de hestên pir dewlemend dide avakirin. Her wiha li ser sekna min a dinava rêxistinê de û kesayeta min bandorê Serokatî
pir heye. Birastî jî, ez deyndarê Serokatî me. Ji ber ku Serokatî, kedekê pir mezin ber me de pêşxist û her wiha bi kedekê pir mezin mirovan re mijul dibe. Serokatî pir bi hedef û kêliyên tijî jiyan dikir. Jiyana Serokatî li ser esasê zana bûyîn û fêmkirinê bû. Birastî jî pir tişt heye ku, mirov encex jiyan bike û şîrove bike. Lê, Serokatî vegotin kirin pir zehmete. Beriya ku ez tevlê bibim min hin pirtukên Serokatî xwendi bûn. Lê, di mejiyê mirovande pir cûda zîndî dibe. Çawa ku di pergalê de Serok pir cudane xwe ji her tiştê qut dikin û nêzîkatiyên pir cûda didin raber kirin, di mejiyê me de jî wisa hatibû rûniştkandin. Wê demê biryar hatibû girtin ji bo em biçin akademiyê. Dema em çûn Şamê me navnîşan ne dizanî. Ji bo vê yekê, hevalekê li gel me telefon vekir, ji bo pirs bike em biçin li kur. Dema ew heval telefon vekir Serokatî telefon rakiri bû. Dema ew heval ji mere got jî, me got, na çima wê Serokatî telefon rake. Dema em çûn cihê ku navnîşan daye me jî, deriyê malê Serokatî vekir. Birastî jî em pir şaş man ku Serokatî derî vekir. Me ne dizanî ku em ê Serokatî ewqasî zû bibînin. Piştre em çûn hûndirê odê de. Serokatî pir bi rêzdarî me pêşwazî kir. Em hemû ji dibistanê çûbûn û birastî jî em pir lewçe bûn. Me bi hevre nîqaş dikir, kes dengê kesê ne dibihîst û h.w.d. hevalên li wir dixwestin em pir cûda nêzîkatî bidin raberkirin. Lê, Serokatî di got wan rehet bi hêlin wê bi demê re fêr bibin. Serokatî bi mere têkiliyek wisa da avakirin ku, me di got qey em bi salane bi hevre jiyan dikin. Ewqasî me rehet hêla. Ew hewaya ku ez Serokatî me pêwîste hûn cûda nêzîkê min bibin tu tiştek wisa nîn bû. Her wiha li gor asta mirovan û fêmkirina mirovan nêzîkatî dida raberkirin. Pir bi zanistî mere dida distand. Di Serokatî de mirovan fêmkirin asta herê jor debû. Bandora ku di destpêkê de Serokatî li ser me çêkiri bû jî nêzîkatiyên ji bo mirovan yê objektîf bû. Serokatî mirovek pir dilnizm bû. Heya niha jî zelal bûna wan nîqaşan di bîra min deye. Demek şûnde em çûn akademiyê, di akademiyê de hêjmara me pir bû. Di akademiya me de Konferansa zîndanê hate çêkirin. Tempoya Serokatî pir bi lez bû. Serokatî, bê navber her tim dahurandin dida çêkirin. Me zimanê Tirkî fêmnedikir lê, Serokatî li hember vê pir bi hişyar bû. Ji bo ku em jî fêm bikin her timî gotinên xwe dubare dikir. Serokatî pir bi baldarî nêzî mirovan dibû. Serokatî di Konferansê de dahurandin dida çêkirin, navberê de yek bi yek hevalan re jî nîqaş pêş dixist. Tucarî Serokatî mirovan tehşir ne dikir. Serokatî mirovan darizandin ne dikir. Bi rêbazên ewqasî dewlemend dida raberkirin ku kesê ku ji Serokatî bandor ne bûba nîn bû. Ji bo rastiyê bide fêm kirin jî kedekê pir mezin dida raberkirin. Serokatî şêwazekê pir bi nerm li hember ferasetên ku derketi bûn nêzîk dibû. Hem jî pir radîkal. Armanca Serokatî li ser esasê mirovan de lêhurbûyîn dayîna çêkirin û dayîna fêm kirin bû. Serokatî ji bo bigihije encamekê pir rast, bi israr û bi biryar nêzikatî dida raber kirin. Mînak, di me de li hember pirsgirêk û bûyeran pir zû pes kirin pêş dikeve. Lê, Serokatî bi sebrek pir mezin li hember pirsgirêkan û bûyeran disekinî û çareser dikir. Bê guman, ev şêwazê tekoşîn kirina Serokatî dide diyar kirin. Serokatî ji bo ku mirovan de guhertin bide çêkirin serî li her rêbazan dida. Her wiha, Serokatî li ser bûyeran jî pir serwer bû. Mînak, tiştên ku hevalên girtigehê de ne dizanî Serokatî dizanî. Her gotinê ku, Serokatî bi kar tanî mirovan de bîr û baweriyên pir kur dida avakirin.
Dewra me ya perwerdê sala 1991’ê bû. Wê salê de Reel Sosyalîzm jî, ber bi hilweşandinê ve diçû. Dema em nû çûn akademiyê, Serokatî ji me pirs kir û got; “li gor we ketina Sovyet ji bo me başe an ne?’’ Her hevalek tiştek got. Yek got ne başe, yek jî got ewqasî sosyalîzm di parast ne başe û h.w.d. Serokatî di derheqê her mijarê de di mirovan de lêhur bûyîn dida çêkirin û dixwest ku mirov zanabe. Ango, hêza şîrovekirinê di mirovan de pêşdixist. Rûxmê ku, em hemû heval nû jî bûn lê derheqê sovyetê de nêrînê me girtin û nîqaş pêş xistin. Ev taybetmendiyên Serokatî ji bo herkesê û li her derê wisa bû. Nêrînên her hevalê jî digirt. Di aliyekê de Serokatî di mirovan de bawerî jî dida pêşxistin. Hêza fikrandinê ango ya felsefê pêşdixist. Serokatî ji bo di mirovan de vînek serbixwe ava bike her tiştê pêş dixist. Têkiliyê Serokatî bi mirovan re her tim li ser esasê xurt kirina mirovan bû. Serokatî her tim jî di got; “her kes berpirsyarê rêxistinê ye. Ev hevalek nû jî dibe û kevin jî dibe, tu ferqa xwe nîne.” Serokatî di me de hesta berpirsyariyê pêş dixist. Li hember jiyanê jî, di mirovan de hişyar bûyînên pir kur pêşdixist.
Hevalek nû tevlê me bibû, dibistan ne xwendi bû û piranî jî di metropolên Tirkiyê de jî kar kiri bû. Zehmetî jiyan dikir û ji Serokatî re jî got; Serokê min ez zehmetî dikşînim. “Serokatî her tim nêzîkatiyên baldarî didan raberkirin. Serokatî jêre di got; “normale tu yê bi demê re fêr bibî. Min jî di demê xwe de zehmetî kîşand lê niha ez zana bûme. Tuyê jî bi demê re bibî mirovekê mezin.” Serokatî ji xwe mînakan dida. Di mirovan de hêvî dida avakirin. Kîjan heval wê bi kîjan kar û xebatê de serkeftî be wisa nêzîk dibû. Her wiha, di Serokatî de hêza qanî kirinê asta jor de bû. Her mirovek pir rehet dikarî ziman û xitabetê Serokatî fêm bike. Zimanek pir sade û zelal di Serokatî de heye. Ev heya niha jî bi vê awayî ye. Di dewra me de her hevalek ji qadên cûda û welatên cûda hati bûn. Birastî jî, Serokatî temsilê mirovahiyê dikir. Serokatî xîtabê her perçeyek pir rehet dikir.
Li gor psîkolojî û zehmetiyên wan û taybetmendiyên wan nêzîkatî dida raber kirin. Birastî jî, di mirovan de hestên netew bûyînê avadikir. Serokatî kedek pir mezin dida ku, mirovan de heskirin û zana bûyîna netew bûyînê pêş bêxe. Mirovan dida hîskirin ku, PKK yê her kesê ye, hûn jî xwediyê PKK’ê ne. Serokatî ji bo ew perçe bûyîna netew bûyînê ji holê rake pir hewildan dida. Yek bûyîna her çar perçeyên Kurdistanê di mejiyê me de dikir yek. Ne tinê ji bo Kurdistanê ji bo Rojhilata navîn bi giştî jî di me de lêhûr bûyîn di da avakirin.
Piştê akademiyê ez derbasê Helebê bûm. Serokatî dem dem dihat ji me re civîn çêdikir. Serokatî tucarî hevalan ji bîr nedikir. Di her astê de jî rewşa hevalan dizanî. Her mirovek li gel Serokatî xwediyê nirxekê pir mezine. Serokatî pir civakî bû. Mînak dema em demek şûnde ji hevalan qut dibin, ew hevalên ku me bi hevre jiyan kirî em navê wan ji bîr dikin. Serokatî derheqê mirovan de her hûrgulî dizanî û derheqê her hevalekê de jî agahiyên pir kur jî dizanî. Ev nêzîkatiyên Serokatî ji bo her kesê wisa bû. Dema mirov li gel Serokatî be, tucarî hestê bênirx bûyînê jiyan nake. Ez bi xwe neh meha koma hizrandinê de mam. Di wir de jî nêzîkatiyên Serokatî yê bi mirovanre mijulbûyîn di pêşde bû. Di mirovande plansazî pêş dixist û nîzam dida avakirin û Serokatî bi xwe mijul dibû. Li gor her taybetmendiyên hevalan û mijarên ku ew heval têde zehmetî jiyan dikirin bi seatan bi wan re nîqaş dikirin. Serokatî rojane sedî heftê hemû wextên xwe dida mirovan. Di aliyê jin de jî, ji bo ew taybetmendiyên koletî rake û cihê wê de azadî pêş bêxe her tişt dikir.
Pergala zilam dayî avakirin ji bo em bi her awayî fêm bikin bi mere mijul dibû. Lê, her tim Serokatî di got; “ ji bo ku hûn pergala desthilatdariyê baş fêm bikin, pêwîste hûn koletiya xwe hîs bikin.” Dema Serokatî dihat li gel me, her tim mijara koletiya jin vedikir. Di got; “ ger hûn niha mal ban hûnê bûban koleyê zilamekê, an jî wê bavê we we bidaba zilamekê, ango hûnê bûbana memurê pergala desthilatdariyê hûnê ji bo wan bibin kole.” Serokatî ji bo me di got; “ ger hûn pirsgirêka xwe ya azadiyê baş tespît nekin, hûnê nikaribin ramyariyê jî û leşkertî jî fêm bikin. Despêka pirsgirêka we çiye di despêkêde wê çareser bikin.” Serokatî dixwast me bide fêmkirin ku, ger hûn despêkê de xwe nasnekin hûnê ne karibin bibin kesayetên polîtîk jî, xwe diye vîn jî. Serokatî di aliyekê de mirovan rexne dikir, lê di aliyekê de jî hêvî û bawerî di da mirovan. Serokatî her timî ji mere di got; “ ez li hember we vekiri me, min rexne bikin. Min dahurandinanre derbasbikin.” Serokatî herdem mirovan ber bi tiştên herê rast ve dibir. Serokatî her tim di got; “ hûn dikarin di serî de min û hemû zilaman lêpirsînanre derbas bikin.” Serokatî kesayetek pir bi nîzam bû. Serokatî di tempoyek pir mezin de xebat dida meşandin. Rojekê Serokatî çû cihêkê me hêvî ne dikir ku wê Serokatî zû were, me dest ji xwe berda bû. Dema Serokatî hat em ketin nava panîkê de Serokatî ji me pirs kir û got; “ ev çi panîke, hûnê tucarî ji bo min xwe bi nîzam nekin, ger ku armanca we ya jiyanek azad hebe hûnê dû rûtî nêzîk nebin. Demek kî, hûn li hember min rûyekêne, pişt min jî rûyekêne. Ma hûn ji bo min jiyan dikin, na hûn ji bo xwe jiyan dikin. Dema hûn diçin welat jî, wisa nêzîk di bin”. Serokatî hemû jiyan bi ayrintiyê wêre dest digirt. Serokatî di got; “ pêwîste kesayetek tucarî seknek ji rêzê ji bo xwe qebul neke. Tucarî weke koleyek nesekinin, bila her tiştê we de ji xwe bawerbûyînek hebe, xwe balkêş bikin”. Serokatî her tim di got ji felsefê bigrin heya têşeyê jiyana we bila zana bûyîn û kur bûyînek têde hebe. Birastî jî, Serokatî hemû bedenê xwe xisti bû dinava nîzamekê de.
Ev jî rastiyeke kesayetên me ne hatine terbiye kirin, em ji rêzê hatine mezin kirin. Lê, Serokatî her tiştek li gor wê watebûyîn di dayê. Dema Serokatî dihat gel mirovan, mirov di got qey cîhan hemû li gel meye. Pir heval hene ku, tiştên ku ne bi dayîka xwere, ne bavê xwere û bawer dikim tu kesê re par venekiriye Serokatî re parve dikirin. Heval tucarî ne diketin dudiliyê de. Serokatî di her milan de mirovek pir zanist bû. Di aliyê psikolojiya hevalan fêm kirin de psîkolok bû. Bi Serokatî re jiyan jiyan kirin pir xweşik, dewlemend û tijî armance. Birastî jî, bi Serokatî re jiyan jiyan kirin, şansekê pir mezine, dibe ku heya niha me deynê xwe yê li hember Serokatî bi her awayî ne karibe bide. Lê, hertim jî ked û hewildanê min tê çêkirin ku ez layîqê wan rojên ku me bi Serokatî re jiyan kiriye û jiyana ku Serokatî daye avakirin der bikevim û xwe li ser birdozî û felsefeya Serokatî mezin bikim û xwe nûde avabikim.
Ji pênûsa Zaxo ZAGROS