QAMIŞLO – Ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, şêniyên Girkê Legê ya Qamişlo xwepêşandanek li darxist.
Xwepêşandan ji Qada Şehîd Xebat Dêrik dest pê kir û li kolana sereke geriya. Xwepêşandêran bi dirûşmeyan êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Li naverasta navçeyê xwepêşandan veguherî mîtîngê, li wir endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Girkê Legê Fûad Sedî axivî û wiha got “Bi israr, vîn û hevgirtina me, em ê tevahî planên dewleta Tirk a dagirker ên qirkirin û dagirkirinê têk bibin.”
Fûad Sedî wiha domand “Divê em pişta xwe bidin parastina cewherî û rêxistinkirina gel. Em ê bi hêza xwe li hember êrişên dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin.”
Fûad Sedî diyar kir dewleta Tirk bi rêya êrişê li ser herêmê mîna ku li Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê kiriye, dixwaze DAÎŞ’ê dîsa vejîne.
Xwepêşandan bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD’ê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk bi dawî bû.