REQA – Festîfala gelêr ya ji bo piştgirîdayîna berxwedana gerîla li Reqayê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve destpêkir.
Di bin dirûşmeya “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ”, îro li bajarê Reqayê li ser asta Herêmên Rizgarkirî festîfala gelêrî ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve hatibû organîze kirin, destpêkir. Bi sedan kes ji Saziyên Sivîl û Leşkerî, Partiyên Siyasî ya Reqayê, ciwan û jinên ciwan amade bûn.
Festîfal bi xêrhatina mêvanan re destpêkir û bi deqeyekî rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê dewam kir. Piştî wê ji aliyê Bûşra El Ehmed ve ji Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û tevahî gelên berxwedêre silav hate şandin.
Bûşra diyar kir ku ewê bi festîfala xwe êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmê pûş bikin û bibin bersiva herî xort ji dagirkeriyê re.
Piştî Bûşra axaftina xwe bi dawî kir Cahîd Hesen axivî. Cahîd Hesen bal kişand berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê û got; “Gerîla îro li hember hêzên herî dagirker bi rihekî fedayî li berxwe dide, emê jî bi gerîlayên li çiyayan û Hêzên Sûriyeya Demoqratîk re li berxwe bidin.”
Her wiha bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kir ku wê gelê Kurd û Ereb bi hevre li dijî van êrîşên herî hov berxwe bidin. Cahîd da zanîn heya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ewê têkoşîna xwe lawaz nekin.
Cahîd axaftina xwe bi bîranîna tevahî şehîdên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û şoreşa Kurdistanê bi dawî kir.
Piştî axaftinên ku hatine kirin festîfalê bi koma Stranan destpêkir, ku stranbêjên wê Ehmed El Omer, Hisên El Salem bû. Piştî wê koma folklorê stranên xwe yên kevneşop û folklorî pêşkêş kirin. Festîfal herî dawî bi dîlanên folklorî bi dawî bû.