NAVENDA NÛÇEYAN – Derbarê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê PDK’ê ku ji 17’ê Nîsanê de li ser Herêmên Parastina Medyayê dane destpêkirin, endamê Koordînasyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Amed Şaho ji ajansa Nûçe Ciwan re nirxandin kir û bersiva pirsên ajansê da.
Amed Şaho di axaftina xwe ya beşa duyemîn de bersiva pirsên ajansa Nûçe Ciwan da, Amed Şaho di beşa duyemîn de rastiya rêjîma Îranê û polîtîkayên wê ya ku ser gelan tê meşandin di kîjan astê de ye nirxand. Amed şaho di nirxandinên xwe de bal kişand ser polîtîkayên rêjîma Îranê ya li ser ciwan û got; ” Rêjîma Îranê bi pêşxistina polîtîkayên şerê taybet weke fihûş, madeyên hişbir, sîxûrkirina ciwanan, koçberkirina ciwanan derveyî welat û hwd, xwast hêza ciwan bixîne û ji nû de koletiyê li ser wan ferz bike.”
Gelên Kurdistanî û Xozistan ku du netewên cuda ne, lê ji serhildanên li Îranê ku li dijî desthildariyê radibin re pêşengtî dikin, çawa dikarin xwaseriya xwe avabikin ?
“Tevî hebûna rêjîmeke xwînxwar, desthildar û qirêj li Îranê, ronahiya azadî û demoqrasiyê jî tu carî tarî nabe. Yanî hêviya vejînê, lêgerîna wekhevî û edaletê bi pêşengiya jin û ciwanan di lûtkeyê de ye. Dewlet û desthilatdarên wê çiqas mezin, talanker û zordar bin, ewqas pêşengê serhildanan derdikevin û li kolanan dengê azadiyê bilind dikin. Grev û xwepêşandanên sivîl ên mamoste, karker, kedkar, jin, ciwan û hemû pêkhateyên Îranê vê yekê îsbat dike. Ji ber ku rejîmê baweriya xwe ya bîrdozî, siyasî, civakî, aborî û leşkerî li ber çavê gel û civakê tune kiriye, nikare bi tu lîstikekê baweriya gel ji nû de avabike. Sedema vê yekê ewe ku Îran bûye warê tirs û xof, kuştin û îdam, gendelî, dizî û talanê ku aramî û aşîtiya herêmê hertim têk dibe. Ev yek jî dê aloziyên rejîmê kûrtir û mezintir bike û wê bighêjîne ber hilweşandinê. Êdî rêjîm lawaz bûye zehmete ku careke din bi şerê darêzorê û taybet serweriya xwe li ser berhemên xelkê bike, da ku desthildariya xwe dewam bike. Di vê navberê de, rejîm ji ber serweriya xwe li herêmê û hundirê Îranê, rastî nerazîbûnên cidî yên raya giştî, civakê û civaka navdewletî hatiye. Ji ber vê yekê rejîm bi xurtkirina Pasdarên Şoreşê û hêza Qudsê dixwaze xwe li hundir û derveyê Îranê bihêz bike. Ne pêkan e ku rejîm bi hêsanî ji tawanên xwe rizgar bibe û daxwazên rewa yên gel bi cih bîne. Ji ber ku gelê Îranê bi giştî daxwaza dadperwerî, wekhevî, demokrasî û jiyana azade ku daxwazeke rewa ye û ji bo vê mebestê jî dirûşmên wan rasterast li dijî Elî Xamineyî û Îbrahîm Reîsî ne ku qonaxeke nû di têkoşîna demokratîk a Îranê de anîne. Gel Xamineyî çavkaniya hemû belengazî û aloziyên xwe dibînin, ji ber ku rejîm êdî nikare rejîma qirêj, zalim û xwînrij li hember pêla nerazîbûna gelan biparêze. Ji ber vê yekê hêrs û nerazîbûnên gelan ji xewnên rejîmê zêdetire ku xwe bi rêxistin bike, bi hêz bike û baweriya xwe dîsa bi dest bixe. Ji ber ku kiryarên rojane yên rejîmê li hember hevwelatiyan bi awayeke hovane û tunde, ku hemwelatî li hember wê rojane rastî mirinê tên, ev yek jî dibe sedem ku têkoşîna hevpar û yekgirtî ya gelan li dijî rêjîma dagirker ya Îranê bi hêztir bibe.”
‘PROJEYEKE KU AZADIYA GELAN HEDEF DIGIRE HEYE, EW JÎ PROJEYA NETEWA DEMOQRATÎKE, JI BO VÊ JÎ JI HER KESÎ TÊ XWASTIN KU TÊKOŞÎNA XWE BILIND BIKIN’
“Ji bo vê yekê jî siyaseta ku rejîmê hem li hundir û hem jî li derve ji bo rizgarbûna ji vê rewşê dimeşîne, siyaseta destdirêjiyê ye, ku desthilatdariya mutleq bi kaos, teror û tirsandinê li ser herêmê ferz dike, bi taybet jî li ser gelên azadîxwaz ferz dike. Bê guman ev jî wê bibe sedema ku hêviyên çareseriyê hîn xortir bibe, serhildanên li dijî zilma rêjîmê jî zêdetir bi hêz bibe. Ji ber vê jî çareseriyên bi riya aşîtiyê ji gelên herêmê re wê tiştên nû bi xwe re bîne û wê bi vê rêbazê civakên xwe li hember rêjîma dagirker ya Îranê biparêzin. Bi gotineke din, nexşeya rêya her gel û neteweyekê, li ser bingeha têgihîştina demokrasî û azadiyê, paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê û jiyana hevbeş a gelan, dûrî zîhniyeta dewlet û desthilatdariyê, ku mafên wan ên bingehîn tê de ye. Garantî kirin, jin û ciwan wê pêşengiya vê projeyê bikin û di pêkanîna xeta sêyemîn a demokrasî û xwerêveberiya demokratîk a gelan de rola xwe bileyîzin. Ji ber vê yekê divê hemû çalakvanên sivîl li Îranê bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê pişta xwe bi hêz û îradeya xwe ve girê bidin, bi armancên xwe yên azadî û demoqrasiyê ve girêdayî bin, ne li gor xwestekên hêz û aliyek û ne li ser destwerdana hêzên derve bin. Projeyek ku azadiya gelan hedef digire heye, ew jî projeya netewa demoqratîke, ji bo vê jî ji her kesî tê xwastin ku têkoşîna xwe bilind bikin.”
Di rewşeke wiha de li Îranê girîngiya pêşengiya ciwanan çi ye?
“Hêjayî bi bîrxistinê ye ku rejîma dagirker a Îranê rejîmek li dijî ciwanan û jinan e. Rêjîmê ji bo bê hêzkirina ciwanan her cure rêbazên hovane bikar anî. Ji ber vê yekê bi pêşxistina polîtîkayên şerê taybet weke fihûş, madeyên hişbir, sîxûrkirina ciwanan, koçberkirina ciwanan derveyî welat û hwd, xwast hêza ciwan bixîne û ji nû de koletiyê li ser wan ferz bike. Bi van rêbazan dixwaze ciwanan bikşîne nava pençên xwe yên desthildariyê, ya girîng jî bi riya ciwanan çalakiyên gelê azadîxwaz kontrol bike. Ji bo vê jî da ku ciwan van hemû polîtîkayan vala derbixînin, ya tê xwastin ewe ku ji serhildan û çalakiyên gelên bindest û azadîxwaz re pêşengtî bikin. Di pêşengtiya serhildanan de rola jin û ciwanan xwedî taybetiyekî girînge. Ji ber ku hemû serhildanên ku çêdibin di pêşengtiya wan de çêdibe. Di vê qonaxê de ku rêjîm ber bi dîktatorî û faşîzma olî ve diçe, qebûlnekirina ciwanan ji zilm û neheqiyê, karektera wan a sosyalîst an jî berxwedana wan a li hember sîstema dewlet û desthilatdariyê, pir watedar û hêja ye. Ji ber ku ciwan ji bo xurtkirina demokrasî û aştiyê têdikoşin û dixwazin civakê bi awayekî demokratîk pêşbixînin. Ji ber vê divê ciwan erkên xwe yên dîrokî bi cih bînin û pêşengiya rêxistina Platforma Demokratîk a Gelên Îranê bikin ku wê ala têkoşîn û berxwedanê li dijî polîtîkayên rejîmê bilind bikin. Bi taybet KCR weke tevgereke ciwanan a pêşeng ku ji berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê îlham digre, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê têkoşîna azadî, demokrasî û edaletê xortir bikin. Bersiv û helwesta ciwanan ya herî rast jî tevlîbûna nava refên gerîla ye, ku temînata serkeftina şerê azadiyê ye.”