NAVENDA NÛÇEYAN
Piştî demekê dirêj ezê cara yekemîn ji qampê derkevim û biçim erkê. Lê ez nizanim emê ji bo çi herin û biçin kû derê. Heval gotin kêlî bi kêlî xwe amade bikin û derkevin rê. Min jî bi kelecanekê mezin dest bi amadekariya xwe kir. Emê şeş heval biçûna û çawa ku reş kete erdê emê derketibana rê. Kêliya destpêkê rê ji bo min zehmet nehat lê dema ku ez gehiştim dola kûr a dû seatan ji qampê dûr e min gelekî zehmetî kişand.
Bû nêzî dû meham min qezayek biçûk derbas kir û lingê xwe qilûbandibû. Ji ber vê jî daketin ji min re pir zehmet dihat. Lê min min vê ji xwe re nekir xem û astengî, min hewil da ku ez vê meşê biserî bikim. Û ji xwe rêhevalên min ne tenê 5 kes bûn. Li ezman bi hezaran stêrkên ku hevaltiya min dikirin hebûn. Min tu caran wekê stêrkên ku şewq didin ezman li wan mêyze nedikir. Ew, şevçiraya dilê min bûn, rêhevalê dilê min bûn. Min dilê her hevalekê dabû wan. Dema ew ber bi bêdawîtiyê ve dikevin rê ez xwe bernadim tariya şevê, xwe berdidim ronahiya stêrkan. Ji ber vê jî ez meşa şevê zehf hezdikim. Di van meşan de him aram dibim him jî bi hezaran caran zêde dibim. Vayê, ev şev jî şevekî bûha ye. Zêde dibim û diçim di vê rêwîtiyê de.
Dema me nîvê rê derbas kir em gihan ava Xazir. Ava Xazir ewqas xweş diherikî ku mirov dixwest xwe berde avê û melevantiyê bike. Me wisa nekir. Ji ber ku diviyabû em kêlî beriya kêliyê bigehin cihê xwe. Fermandara me ya grubê di vê mijarê de qet tawiz nedida û me hemuyan jî vê yekê dizanîbû. Vê carê emê tenê bi dîtina vê xeyalê qayîl bibin. Me got dibe ku heyanî biharekê din ev xeyala me pêk were û em melûl melûl ji ber avê derbas bûn. Me ji cîkdana rojê fêmdikir ku em ber bi şefeqê ve diçin. Tîrêjên rojê hêdî hêdî li rûyê me dixistin, germ dikirin. Me bi çavên hinekê xilmaş, hinekê westiyayî hawirdor dimêyzand. Dema qada ku em jê re dibêjin deşta Kafya me derbas kir û me xwe li navtengê da êdî me fêmkir ku em çiqas westiyabûn. Navbera kin a ku me li navtengê da hemu westandina me bir. Manzarayekê ewqas xweş hebû ku nizanim çawa bilêv bikim. Deşta Kafya weke parçeyekê bihûştê li ber me sekinîbû. Girê Babîl bi hemû evrengiya xwe silav dida tavê. Cihê ku efsaneya Kelha Babîl lê destpêkir ne ev der be jî, ev gir jî şahîdiya gelek efsaneyên bi qasî Kelha Babîlê kiriye, dizanim. Eynî mîna niha Garê dibe, mekanê zarokên efsanevî û dibe Derwêşa romana ku ev zarok dinivisînin. Tam di vê kêliyê de min biryar da ez binivsînim. Rêwîtiya me kû der e, ez nizanim. Ezê rastî kîjan surprîzê werim jî nizanim. Her gava ku diçim, dibim şahîdê bedewbûna welatê xwe û carekê din, carekê din bi eşq li welatê xwe dimêyzînim.
Niha li cihê ku rêwîtiyekê destpêkiri me, him jî rêwîtiyekê ku qet xilas nebe heya dawiya emrê min dê bidome.
Ji Pênûsa Şehît Sema Fîkrî – Naciye Çayangîr