Têkiliya jiyan û mirinê ev bi hezaran sale ji aliyê mirovan ve ji bo bê fêhm kirin bûye mijara lêkolînê. Ev rastiyeke bingehîn ku bi qût bûna mirov ji pirîmatan û zanabûna xwe ya civakî pêşxist heya roja me ya îro ku pergala kapîtalîst bi hovane zihniyetê xwe li ser civakan ferz dike de bandorekî bingehîn dileyîze. Bi vê; bi pirsên ez kîme, ji ku hatim, çawa çêbûm ji bo xwe çavkanî girt û li ser vê lêgerînên xwe berfereh kir. Cûdahiya heyî di wateya fikrî de pêşketinek ava kiribe jî; em nikarin bêjin ku ev herdu rastî wek tê xwestin gihîştiye wateya xwe. Bi taybet zanista civakî ya navend Ewrûpa di perçekirin, cewherê heyî valakirin û bê watekirinê de bandorekî pir mezin dileyîze. Jiyan, bi şêwazek hovane û bê wate hatiye binpêkirin, mirin jî ketiye rewşeke ku jê bê tirsin û jê bê rêvîn.
Rêber APO ji bo têkiliya jiyan û mirinê dibêje ku “ger mirin nebûna tiştek bi navê jiyanê jî nedibû. Ji ber vê jiyana herî bi nirx ew jiyana ku xwe gihandiye hişmendiyê mirinê ango bêmirinî ye.” Disa di derbarê tirsa mirinê de bi pirsa “li şûna ku wek nîmetek bê nirxandin, çima weke ku dawiya mirinê ye em ji mirinê ditirsin?” deriyê fikirandinê jî heya dawiyê ji lêpirsînê re vedike.
Pêvajoyên ku herî zêde mirov têkiliya jiyan û mirinê derxistiye zanabûnê an jî jiyankiriye, pêvajoyên ku têkoşîna azadiyê hatine meşandin in. Li ser vê bingehê bi taybet bi derketina pergala hegemon a hiyerarşîk-dewletparaz re lêpirsîna jiyanê jî hê zêde kûr bû. Jiyana ku ji aliyê pergalê de hatiye dayîn her tim bûye mijara lêpirsînê. Jiyana ku ji aliyê pergala serdest ve hatiye rawe kirin an jî li ser mirovan hatiye ferz kirin, hertim bûye çavkaniya nakokiyan. Bi pêşketina hêzên serdest re jiyan jî bê wate bûye. Li hember vê yê ku ji bo jiyanê bi wêrektî li hember mirinê rûbirû mane jî li qadên têkoşînê jiyana bi wate zêdetir kûr kirin. Di vê oxirê de gelek berdêl hatin dayîn, bedene xwe bi êşan, birçîbûnê û bi her cûre zorî û zehmetiyan ceribandin. Bi vê ber bi azadiyê ku cewherê mitleqe ve meşiyane. Li derveyî vê jiyanek li xwe heram kirine û bawer kirine ku jiyanek wusa bê jiyankirin ji hezaran mirinê xeraptir e. Bi kurtasî; ji jiyanê re jî, ji mirinê re jî bi qasî wate û girîngiya wan nêzîkatî hatiye pêşxistin.
Di PKK’ê de jî ji kokên xwe yê dîrokî ne qût bû. Rastiya milîtantiya PKK’ê ku hê di pêvajoya komê de bi vê rastiyê re rûbirû ma, ji bo bibin şopdarê jiyanek rast û bibin xwediyê mirinek bi rûmet bi baweriyek bêdawî û bi hêvî cihê xwe di dika dîrokê de girt. Bi gotina “bi qandî di oxira wê de bimrin, em jiyanê hes dikin.”, bêwatebûna ji mirinê re hatibû diyarkirin ji holê rakir. Ji ber jiyana azad bingehê têkoşîna wan bû.
Ji destpêka civakîbûnê bigrin heya tevgerên piştî derketina pergala hiyeraşîk-dewletparez ku ji têkoşîna jiyana azad dest bernedane di bingehîn de parastina civakîbûnê ji xwe re kirine sedemê têkoşînê. Civak, ji bo mirov şertê herî bingehîn yê jiyanê bû. Bêyî ku civaka wî/wê hebe tu kes nikare ji mirovahî, azad bûnê û jiyankirinê behs bike. Ger behs bike jî ji xwe xapandinê wêdetir tu tiştî îfade nake. Ji xwe civakîbûn di bingehê êrîşên pergala hegemon de ye. Rastiyek ku civakîbûna wê hatibe belavkirin nabe ku mirov bibêje ev civak bi vîna xwe ya cewherî jiyaneke azad wê jiyanbike. Ji ber vê jî civak îro bi berfirehî di bin êrîşên pergala kapîtalîst de ye.
Civak ji derketina xwe heya niha bi rê û rêbazên cûda jiyankiriye û xwe pêşxistiye. Bi çanda ava kir re yê mirovî mayînde bûn, nifş nifş belav bû. Di vê qadê de huner di serî de tê ku li hember pergala hegemon li berxweda ye û nirxên civakê parastiye. Ji ber vê rastiya hunera civakî derxistina zanabûnê pir girîng e.
Hunera di destê pergala kapîtalîst de heya bêjin ji rastiya xwe hatiye dûr xistin. Bi valakirina cewherê huner re bûye yek nigê bingehîn ku pergal xwe li ser dide jiyankirin. Rixmê vê jî li hember pergalê parastina civakîbûna xwe ya gelan dîsa herî zêde di vê qadê de çêbûye. Di pêşketina pîvanên civaka exlaqî-polîtîk de huner rolekî pir mezin dileyze. Ger em huner weke zimanê civakê pênase bikin wê şaş nebe. Ji ber bi rêka huner jiyana civakê dibe berhem. Huner di her merheleya pêşketina civakê de taybetmendiyên civakê yê wê demê di nav xwe de dihewîne. Li kêleka vê wek me anî ziman, qada ku herî zêde ji aliyê dagirkeran ve ji bo ku bîrdoziya xwe li ser civakan ferz bikin hatiye bikaranîn e. Bi qasî perestgehên rahîban û mîtolojiyên ku hegemonya zilam ava dikin ji bo zihniyetê kolêdar yê pergalê di nav civakê de bi cih bibe helbest, şano, muzik, peyker, destan jî ketine bin bandorê pergalê û hatine bikar anîn. Rixmê ku huner rastiyeke civakî ye jî, em dibînin ku li ser bingehê civak xistinê tê bikar anîn. Bi halê xwe yê herî vekirî, ji aliyê kapîtalîzma ku dij civakê ye, huner hatiye binxistin.
Taybetmendiyê herî bingehîn yê huner rexnekirine. Tiştên di civakê de têne jiyankirin bi halê herî şênber nîşanî civakê kirin û ber bi fikirandinê ve birin e. Ji bo çareseriya pirsgirêkan rêxistin ava kirin û xebatên pêwîst birêvebirin erkê herî bingehîn yê huner û hunermend e. Ji bo vê her tiştî didin ber çavan û xwe paş de nahêlin. Huner berovajiyê ku hin kes dibêjin; halê herî şênber yê bihevre bûna hêst û fikir e. Huner tenê bi hêstan îfadekirina wê kêm bimîne û çareserker nabe. Îro jî hewildanên ku huner ji siyaset, fikir û bîrdozî qût dikin ne kemin. Lê belê; di rastiya civaka exlaqî-polîtîk de huner di asteke ku neyê qût kirin de ye. Hunerek ji siyaset û bîrdoziya civakekê qût di rastiyê de ji civakê bixwe qût e. Hunerek ku ne li ser bingehê pêwîstiyên civakê xwe rêxistin dike berhemê ferasetê ‘huner, ji bo hunerê ye’ ye. Ji ber vê jî nabe ku huner ji hêst, fikir, xweşî, xemgînî, pirsgirêkên jiyan dike qût bê dest girtin. Huner, pêwîste ku jiyana civakê di detayên herî zirav de bide hîskirina, nîşandan û bihîstîn. Dema derkete derveyî vê; wê nikaribe ji çerxên pergalê ku serxweş dike, biyanî bûnê pêş dixe, perçe dike û ji cewher vala dike xwe rizgar bike. Rewşeke wisa bê exlaqiyê wêdetir ne tu tişt e.
Di vir de rolek mezin dikeve ser milê hunermend. Mirovên hunerê, nikarin hunera ku ava dikin ji civakê, gel û jiyanê qût bikin. Bi civakê re, bi pêşxistina civakîbûnê re avakeriya hunerê daîmî dikin. Ji ber vê jî hunermend wek kesayetên militan yê civakê pênasekirin wê şaş nebe. Hunermend, milîtanê daîmî kirina civak û civakîbûnê ye. Weke ku mirovê hunera gelperwer û şoreşger Yilmaz GUNEY jî dibêje “hunermendê gel, şervanê gel e.” Him jî, hunermendekî ku serî natewîne, bi berxwedana xwe dibe mînak e. Rastiya bingehîn ku şerê wê dide meşandin nirxên civakî ne. Di vê oxirê de ked dide, xwedan di barîne û pêwîstbe giyan feda dike.
Herî zêde di qada hunerê de herêna ya mirin û jiyanê, ji aliyê hunermend ve tê derbas kirin. Pêwîst nake ku şirûba bêmiriniyê vexwe. Dîsa ji bo giyayek bixwe pêwîst nake li hemû cîhanê bigere. Hunermend bi hunera xwe bêmirin dibe. Dema ku Rêber APO dibêje “tirsa mirinê bixwe jî civakî ye, ew jî ava bûye an jî hatiye ava kirin. Wê demê tirsa mirinê ku hatiye ava kirin dîsa bi ava kirinên civakî yê nû dikare ji holê bê rakirin. Heta dibe ku ji mirinê halê herî baş û xweşik yê jiyanê jî bê derxistin”, bi temamî behsa rastiya bêmiriniya hunerê dike.
Beriya bi deh hezaran sal berhemên ku hatine ava kirin weke ku îro pêş xistine di jiyana civakê de hê jî cihekî girîng girtin nîşaneya vê ya herî xweşik e. Ji ber berhemên ji wê rojê heya îro mane hemû nirxên civakê, xemgînî, xweşî, veqetîn, têkoşîn, azadî û hes kirina xwezayê di nava xwe de di hewîne. Ji bo civakan herî tişta jê neveger, di berhemekî de rastiya xwe dîtin e. Dema ji xwe tiştek têde dît, hingî qebûl dike, jiyan dike û dide jiyankirin. Lê berhemên ku xwe têde nabîne jî qet berê xwe nadiyê û ber bi tune bûnê re berdide. Ev rastî ji bo her demê derbas dibe. Ev ji nedîtî ve hatin û huner li gor xwe, takekes, ji hêst û fikrê civakê qût girtina dest jibîrkirinê jî bixwe re tîne.
Ger em rastiya hunera îro heyî bidin ber çavê xwe, emê hingî bibînin ku pergala kapîtalîst çawa damarên jiyana civakî di xetimîne. Pergala kapîtalîst ku bi arezuya bibe serwerê hemû cîhanê, bîrdoziya xwe bi hovane û bi rêbazên cûrbicûr li ser civaka ferz dike. Ji bo vê jî pergala kapîtalîst hunerê bi şêwazek bê wijdanî ji naveroka wê dûr dixe û bi xwe ve girê dide. Hunera ku ket bin bandorê pergalê, li şûna ku pirsgirêkên civakê bibîne û ji wan re bibe bersiv, pirsgirêkên heyî hê jî kûr dike û civakê ber bi qeyranê ve dibe. Li hemû cîhanê, ji muzîkê bigrin heya şano, wêne bigrin heya sinema, peykertraş heya helbest û hemû çiqilên din yê hunerê de rewşeke bûyîna navenda sermayeya taybet de ne. Derveyî hin mînakên ku hê ji cewherê xwe dûr neketine, hema hema hemû qadên hunerê ji pere re hatine qûrban kirin. Li şûna hêst û fikrê civakê, ‘ka ezê hê zêdetir çawa qezenç bikim’ ferasetê serwer e. Li şûna ku bi hêst, bîr û bawerî, hes kirinê mirovan re bibin yek, hê zêdetir dikevin nav lêhûrbûnê ‘ka ezê ji mirovan çawa qezenç bikim’ tê jiyan kirin.
Îro gelek berhemên ku bi navê huner ji bazarê re tê pêşkeş kirin ji civak û civakîbûnê qût in. Ger em muzîkê bigrin dest;
Musîk, di dîroka mirovahiyê de xwedî paşerojeke kevin e. Bi hezaran sal mirovan êş, xweşî, tirs û bûyerên girîng ku di jiyana wan de cihek girîng digrin bi rêka muzîkê nifş nifş hatine jiyan kirin. Ji bo vê mînaka herî xweş hunera dengbêjî ku di gelê Kurd de jiyan dike ye. Bi rêka dengbêjan Kurdan, kêmek be jî li hember serdestan dîroka xwe heya îro anîne. Bi saya dengbêjiyê Kurdan îxanet, lehengî, hêrs, girêdan, hes kirina xwezayê û hê gelek rastiyê din yên civakî ji wan kolanên tarî derxistin û bi ronahiyê re anî gel hev. Li ser vî bingehî; muzîk ji bo civakê girîng û pêwîst e. Encex di halê heyî de muzîk di rewşeke perîşan de ye. Tişta îro li ser navê muzîkê tê pêşxistin bi temamî dejenerekirin e. Alema musîkê ya îro rolekî pir mezin di takekeskirina mirov de dileyîze. Weke amûrek ku dem dem civakê di bin qontrolê de digre tê bi kar anîn. Erebesk, pop, rock, rap, hîp hop di demên cûda de-her çiqas derketina hin cûreyên muzîkê li ser bingehê civakî be jî- bûye amûrê bazarê. Bi vê, destpêkê ciwan, hemû beşên civakê ji rastiya heyî hatin dûr xistin û ber bi bunalima ve birine.
Ji bo baskê din yê hunerê jî mirov vê rastiyê pir rehet dikare bibêje. Xemgîn dike, dide girîn, dide kenîn, di kêliyê de kêfxweş dike lê nade fikirandin. Bi cewherî li ser bingehê perçekirinê, tenê bi yek milî ve tê sînordar kirin. Lê berovajî vê huner civakî ye û civak pêşxistinê bingeh digre. Ev jî pêwîstî bi fêhm kirina rastiya civaka ku hunermend têde jiyandike tîne. Pêwîste hunermend li ser bingehê fikir û bîrdoziya civaka xwe xwe rêxistin bike. Rastiya ‘huner, ji bo gel e’ di vir de dikeve dewrê. Ji hunerek bêyî gel behs kirin wê rast nebe. Herî kêm hunereke ku bingehê xwe ji gel an jî civakê nagre nîne.
Di serdema peragala kapîtalîst ku îro xwe li ser civakan ferz dike de jiyana civakî ketiye bin lingan û bêwatebûn serê xwe girtiye û diçe. Nirxên ev bi hezaran salin ku civakan ava kirine li dezgehan tên bazar kirin û bi behayê pênç pere tên firotin. Hêst tên korkirin, her tişt li ser bingehê qezencê ye. Bi mantiqekî ‘berhemek çiqas qezenç bîne ew qas başe’ nêzîkatî pêşdikeve. Hêsteyariya li hember pirsgirêkên civakî kêm bûye, heta jê revîn di pêş de ye. Em berdin ji pirsgirêkên heyî re çareserî ava kirin û civak pêş xistin, li ser bingehê berjewendiyên xwe yê teng û takekesî van pirsgirêkên heyî hê zêdetir kûr dike û têne asteke girêkê.
Li hember vê pêwîstî bi huner û hûnermendê gelperwer-şoreşger heye. Pêwîstî bi milîtanên fedaî, leheng û bê tirs ku ji bo gelê xwe şer bike heye. Pêwîstî bi şervanên di qada têkoşînê de bê tirs şer dikin, di dem û cih de pêwîstiyên civakê tespît dikin û destpêkê rêxistinbûna civakî di xwe de ava dikin heye. Têkoşîn zor û zehmete lê ew qas jî bi wate û bi coş e. Ji coşê mehrûm bûn ji mirinê wêdetir ne tu tişt e.
Niha pêwîste ku her mirovek hunerê li xwe bizîvire û van pirsan ji xwe bike; “hunera min ji kî re, ji çi re xizmet dike? Ez çiqas ez im û ez çiqas bi civaka xwe re, hêst, fikir, bêrîkirin û xweşiyên gelê xwe re bûme yek? Ez li kudera dîrokê me? Ez di kêliyê de an jî di dîrokê de jiyan dikim? Ez li kudera rastiya jiyanê me? Ez yê jiyandikim im an jî yê ku di nav çerxên pergalê de di herikim im?”
Jiyankirin zehmet e. Hele hele azad û wek xwe jiyankirin ya herî zor e. Ji terzê jiyana ku pergal ferz dike xwe qût kirin û bi vîna cewherî ber bi bêmiriniyê re meşîn berdêlên mezin, ked û ji xwe dayinê dixwaze. Ji her demê zêdetir îro pêwîstî bi vê heye. Wek hunermendê gel emê bibin şervanê gel an emê gel terkî bêwîjdaniya pergalê ku her kêli civakê di helîne û tune dike ve berdin.
Zerdeşt TOLHILDAN