WAN – Li Erek a navçeya Elbak ya Wanê, dikana jinan a hevkar ya Şaxa Jina girêdayî AKP’ê dixebitî, ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya DGH’ê ya Şehîd Sema Agirî ve, bi EYP’ê (Teqmanên Bidestçêkirî) hate hedefgirtin. Hat diyarkirin ku di encama çalakiyê de ziyana madî li dikanê rû daye û piştî çalakiyê tax ji aliyê polîsên dagirker ve hatiye dorpêçkirin.
Daxuyaniya ku hatî dayîn wiha ye;
“Li Taxa Erekê ya navçeya Başkale ya Wanê, dikana jineke ku hevkartiya AKP’ê dikir, bû hedefa Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sema Agirî ya EYP’ê. Piştî çalakiyê di dikanê de ziyana madî pêk hat, polîsên Tirk ên dagirker tax xistin bin dorpêçê. Bi çalakiya ku me ji bo bîranîna Şehîd Sema Agirî ku bi berxwedana xwe pêşengiya ciwanên Apoyî yên Kurdistanê kir, em careke din diyar dikin ku her kesê ku li kêleka dagirkeran cih girtiye, li Kurdistanê cihê wan nîne û hedefa me ya sereke ewin. Em wekî ciwanên Apoyî emê çalakiyên xwe li ser esasê seferberiya çalakiyan ya bi dirûşemya “Li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê” hatî îlan kirin bidomînin.