REQA – Dewleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê PDK’ê ji 17’ê Nîsanê de li ser Herêmên Parastina Medyayê êrîşên dagirkeriyê yên berfireh daya destpêkirin. Dewleta Tirk ji bo şerê li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hemû hêza xwe seferber kiriye. Lê belê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi rihê fedayî ya APOGERÎ derbên giran li dagirkeran dixin û dagirker tengezar kirin e. Ji bo vê jî dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê bi binketiye, ji bo ku binketina xwe veşêre, êrîşên dagirkeriyê li ser Herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin. Lê belê dîsa li Bakur-Rojhilatê Sûriyê jî rastî berxwedana gelên herêmê hat, ku ew jî li hember êrîşan wan bûn mertal.
Gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştigriya berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, ji bo parastina nirxên mirovahiyê zarokên xwe diyarî şoreşê dikin. Yek ji dayîkên netewa Ereb ku du zarokên xwe diyarî vê şoreşê kirine, ji ajansa me re derbarê êrîşên dagirkeriyê de nirxandin kir. Dayîka du gerîlayan ya bi navê Esma Cûma destnîşan kir ku bi diyarî kirina zarokên xwe ya ji vê şoreşê re ser bilinde.
‘Ez bi zarokên xwe ser bilindim, ku tevlî vê şoreşê bûne’
Esma Cûma wiha dest bi axaftina xwe kir; “Niha şerê ku li Rojhilata Navîn diqewime, yek ji wê jî perçeyên herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê ye. Li Bakur-Rojhilatê Sûriye yê di navbera hêzên azadîxwaz û dewleta Tirk de şerekî dijwar rû dide. Ji bo vê jî min jî wekî dayîkekî du zarokên xwe diyarî vê şoreşê kirin, ez bi vê jî ser bilindim. Ez hêvî dikim ku hemû dayîk weke min bikin, ji ber ku rastî jî cihê ser bilindiyê ye. Ew êdî xizmeta welat, xizmeta gelê xwe dikin.”
‘Emê li hember her êrîşê li berxwe bidin, ji ber ku em gelekî berxwedêrin’
Dewleta Tirk ji dîrokê de heya îro her diwaze welatê me dagir bike, lê em nahêlin em her berxwed didin. Kîjan hêza dagirker dibe bila bibe, emê li hember hemûyan li berxwe bidin, ji ber ku em gelekî berxwedêr û têkoşerin. Ji bo şerê li çiyayên Kurdistanê li dijî gerîla tê kirin, em weke dayîkên vî welatî piştgirî didin wan. Em wekî jin û tevahî gelên Bakur-Rojhilatê Sûriye dil û canê xwe hemû bi gerîlayên xwe ve girê didin, em bi dil û can bi wan re jiyan dikin. Serkeftina me jî girêdayî serkeftina wan e.