LONDRA – Li gorî agahiyan, têkildarî kuştina Alî Baygoren 2 kes ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin.
Li herêma bakurê Londra ku gelek koçberên Kurdistanî û Tirkiyeyî lê ne, demên dawî gelek bûyerên kuştinê bi destê çeteyan hatin kirin.
Pêşî li van kuştinan nehate girtin, lewma jî kuştina Alî Baygoren bû sedema nerazîbûneke mezin û serhildanê.
Li dû bûyera kuştinê, tevî endamên Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê, Cemxane, Meclîsa Gelê Kurd, Gîk-Der û komeleyên xwecihî, bi sedan kes li hemberî Stadyûma Tottenhamê li hev civin û daxuyaniyek dan.
Serokê berê yê BAF’ê Îsrafîl Erblî diyar kir ku divê li hemberî çeteyan bibin yek û destnîşan kir ku li şûna ji polîsan û dewletê hêvî bike, ew bi xwe dikarin pêşî li çeteyan bigirin.
Piştî bûyerê, ber bi Qereqola Polîsan a Tottenhamê meşek hate lidarxistin.
Girseya gel bi çepikan çalakiya protestoyî kir û dirûşmên “Li dijî çeteyan bibin yek”, “Bes e ji kuştina çeteyan” qîriya.
Bi navê girseya gel jî Berdevkê Gîk-Derê Îbrahîm Avcîl li pêşiya qereqolê axivî û diyar kir ku bi taybetî li herêmên koçber lê ne, li dijî bûyerên çeteyan polîsên Îngilîz karekî cidî û bi bandor nakin.
Avcîl ragihand ku wan gelek caran têkildarî çeteyan hişyarî dane polîsan, fikarên xwe anîne ziman û got, “Lê belê polîsan guh nedan banga me. Lewma îro kujerê Alî polîs û dewlet e. Dewleta ku li hemberî çeteyan tedbîran nagire, kujerê Alî ye. Zarokên me ku tu eleqeya wan bi çeteyan re nîne, dibin qurbanê çeteyan. Dem hatiye ku li hemberî van çeteyan bibin yek û rabin ser piyan. Em ê bi xemsarî nêzî vê mijarê nebin. Eger polîs tedbîran nagire, êdî em ê tedbîrên xwe yên xweparastinê bigirin.”
Avcîl diyar kir ku weke Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ew ê li hemberî çeteyan li ber xwe bidin û ji bo çalakiyên ku lidar bixin banga tevlîbûnê li her kesî kir.