DIHOK – Dilovan kurê kesayetê diyar ê Zaxo û herêma Behdîna Şehîd Sadiq Omer Sindî ye, di roja 7’ê Nîsana 2021’an de bêyî ku biryara dadgehê hebe, bi fermana Mesrûr Barzanî hate binçavkirin û hîn di girtîgehên PDK’ê de ye.
Dilovan rûniştvanê bajaroka Derkarê ya ser bi Zaxo ye. Asayîş û Parastina PDK’ê ya li Hewlêrê gazî kirinê û li wir binçavkirin. Di 29’ê Nîsana îsal de veguhestin Asayîşa Dihokê û li wir di girtîgehê de ye.
Dilovan ciwanek rexnegire. Di çarçoveya pêngava girtin û binçavkirinê PDK’ê ya di salên 2020 û 2021’an de li Behdînan li hemberî azadîxwazan dayî destpêkirin de, Dilovan bi bi hinceta ‘alîkarîkirina PKK’ê’ ji aliyê PDK’ê ve hate sûcdar kirin. Li gorî asayîşa PDK’ê Dilovan gelek sûcên din jî kirine, ji bo vê jî sext lê dikin ku ew îtîraf bike.
Her çiqas ragihandibûn ku wê piştî 6 mehên girtîgehê wê were berdanê, lê heta niha nehatiye berdan û biryare dadgeh bikin, lê hîn dema dadgehkirina wî jî diyar nîne.
Bapîr û bavê Dilovan kesayetên navdar ên Behdînanê ne, bi welatparêzî û rexnekirina PDK’ê tên naskirin. Lewma di sala 1992’yan de PDK’êw Sadiq Omer Sindî qetil kir.