NAVENDA NÛÇEYAN – Li dijî êrîşên hewayî yên li ser Rojava, Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastina Medyayê wê ji 1’ê Tîrmehê heya 23’ê Tîrmehê li ser hesaba dijîtal medya Twitter kampanya were destpêkirin.
Di derbarê vê kampanyayê de ev daxuyanî hate dayîn;
Ji bo hemû hevalên ku Tevna Civakî Twitter bikar tînin!
“Wekî hûn dizanin 1’ê Tîrmehê heya 23’ê Tîrmehê wê kampanyek, li dijî êrîşên hewayî yên li ser qada Mexmûr, Şengal, Rojava û Herêmên Parastina Medyayê tên kirin, ji bo ku em jî vê di qada navnetewî de bidin sekinandin û bertekên baş bidin nîşandan, em hemû hevalan dawetî vê kampanyayê dikin.”
“Her kes amadekariya xwe ji bo vê xebatê bike û kesên dîtir jî agahdar bikin.”