NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Rahihandin û Çapemeniya Hêzên Rizgariya Efrîn (HRE) daxuyanî da û ev tişt got; “Li hember êrîşên bê navber ya dewleta Tirk a dagirker ku li ser heremê tê kirin, çalakiyên me yên bersivdayînê berdewam dikin.”
Bi temamî daxuyanî wiha ye;
Li hember êrîşên bênavber ya dewleta Tirk a dagirker ku li ser heremê tê kirin, çalakiyên me yên bersivdayinê berdewam dikin.
Di roja 17ê Pûşperê de, li gundê Eblê ya bajaroka Babê, li hember çeteyên dagirker 2 çalakiyên taybet hatin li darxistin. Di encama wan her du çalakiyan de 7 çete hatin kuştin, 7 çete jî brîndar bûn. Her wiha seyareyek hate îmha kirin.