NAVENDA NÛÇEYAN –Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyeyê derbarê malpera xwe ya nû de ev daxuyanî da;
Malpera fermî ya Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê, ji bo şopandina çalakîyên ciwan û jinên ciwan, nûçe, bernameyên ciwanan wekî argeha ciwan, çand û dîrok di malpera Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê de tê weşandin.
KOVAR
Her wiha di malpera me da kovara mehane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan jî li ser vê malperê tê belavkirin.
ÇALAKIYÊN GERÎLLA
Bi awayekî yekser çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li beramberî dewleta Tirk a dagirker tên belavkirin, her wiha jiyan û têkoşîna gerîlayan jî li ser malpera me tê parvekirin.
PORTREYÊN ŞEHÎDAN
Ji bo bîranîna şehîdên qehreman, portre, dosya, boyografîk li ser malpera me tê parvekirin.
Dosya
Li hemberî xiyanet û dagirkeriyê lîstokên şerê taybet ku ji aliyên modernîteya kapîtalîst li beramberî ciwanan bi pêş dikeve, erka malpera me ye ku wan plan û lîstokan bi dosya û belge derxîne pêşberî şopînerên xwe.
DAHORANDINÊN RÊBER APO
Dahorandinên Rêber Apo û nirxandinên derbarê ciwan, jin, gel de bi awayekî zelal wîn dikarin bixwînin, her wiha pirtûkên Rêber Apo wekî parêzname jî wîn dikarin bixwînin.
GOTAR
Derbarê rojeva siyasî, leşkerî û civakî de gotarên ku ji aliyê ciwanan ve tên nivîsandin wîn dikarin li ser malpera me di kategoriya gotar de bibînin.
DAXUYANÎ
Hemû bangawazî ,daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê li ser malperê bi awayekî yekser tê belavkirin.
LI SER SANAL MEDYAYÊ ME BIŞOPÎNIN
https://www.facebook.com/ciwansoresgeer