ŞEHBA – Tevgera Ciwanên Şoreşger ya herêma Efrîn-Şehba li ser esasê seferberiya çalakiyê ya di bin dirûşmeya “Li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azdiyê” ya ku ji aliyê Komalên Ciwan ve hatî ragihandin çalakî li darxistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ya herêma Efrîn-Şehba li navçeya Ehdasê li ser berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, ya li hember dagirkeran sinevizyon li darxistin.
Ciwanan bi deqeyekê rêzgirtin, ji bo tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê dest bi temaşekirina sinevizyonê kirin. Ji aliyê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve axaftina xêrhatina beşdarvanan hate kirin.
Sinevizyona ciwanan bi coşekî mezin û berzkirina siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla” bi dawî bû.