Pêwîstî pê heye ku jinên Rojhilata Navîn parêznameyên rêber Ocalan ên der barê pirsigêrkên jinan de bi kûrahî bixwînin û bi hev re li ser bingehên madî û zanistî yên rêbazên azadkirina xwe parve bikin. Roja jidayikbûna rêber Ocalan ji bo jinan bîrxistina wan tiştan e ku rêber Ocalan ji wan re ji bo rizgarî û xelasiya ji koletiyê pêşkêş kirine.
Gelê Kurd bi hatina Nîsan û biharê re rojbûna rêber Ocalan pîroz dike. Kulîlk dibişkuvin, soza têkoşîn û şopandina rêça têkoşer û serok Apo tê dayîn. Di nava vê têkoşînê de jin tê û ev rejîma heyî hildiweşîne û pireke ber bi azadiyê û civakeke demokratîk ve ava dike ku rêber Ocalan di dehan nivîsên xwe de behsa wê kiriye.
JIN MÎNA ŞOREŞA ÇANDÊ NE
Ocalan bi pêşniyar û ramanên xwe yên damezirîner ên li ser pirsgirêkên jinan, ji tiştên ku teoriyên rojavayî li ser rawestiyane, derbas dike. Ji ber teoriyên rojavayî tenê li ser wekheviyê diaxivin ku nêzî koka krîzê nabin û li ser rastiya jin rastî bindestiyê hatine, çareser nakin. Doza jinan li gorî fikren lîberal ên rojavayî tenê li gorî sererastkirin û mafên li ser bingeha rejîma kapîtalîst e. Rejîma kapîtalîst tenê hin erkan dide jinan, hin aliyên civakî û siyasî di çarçoveya vê rejîmê de pêk tîne. Lê li gorî Ocalan em dibînin ku vê mijarê bi temamî derbas dike. Ocalan dibîne ku milkiyeta jinê di hundirê birêxistinbûyîna malbatê de, pergala damezirîner ji têgeha milkiyeta taybet e ku ber bi rejîma pergala patriyark ve biriye û piştre gihandiye vê qonaxa niha. Dema jinan bi çekan mafên xwe di dest xistin, di çarçoveya vê pergala heyî de ne tê wateya jin gihaştin armanca xwe.
Ocalan dibêje ku çawa ku jin dîlên dan û standina cinsî ya di mêjiyê mêran a bi hezaran salan e, tu hebûna jiyaneke durist û civakeke mirovî ya sax tune ye. Her wiha çi hewdanên şoreşê yên ber bi demokratîbûna civakan veku tê de doza jinan û rizgarkirina wan tune be, tawanbar dike.
ROLA JINAN
Em wek jinên Rojhilata Navîn têkildarî rewşa xwe ya mirovî, têkiliyên xwe bi hev re û cinsê dîtir re û civakê re dîlên têgehên îdeolojîk ên olî ne. Heke me hewl da ji van serpêhatiyên pîroz rizgar bibin, em berê xwe didin jinên rojavayî bêyî ku xîtabeke jinan û pêşniyarên ji rastiyê hebin. Em wek jin dermanekî ne li gorî xwezaya xwe derbasî nava civaka xwe dikin. Di vê çarçoveyê de pêşniyarên Ocalan û çareseriyên wî hene û ji nava dilê krîzê ne û hemû rastî û pêşniyarên rejîma heyî dixe surprîzekê. Ocalan zanista civaka rojavayî der barê çewisandina rewşa jinan di malbata dîrokî de tawanbar dike. Ger jin ji rewşa heyî rizgar nebe û mijara cinsî ku kapîtalîzm jinan ji bo qezenc û firotinê bi kar tîne ji holê ranebe, çi nîşaneyên serkeftinê li gel rejîma baviksalarî ya heyî de ji holê ranebe, çareserî tune ye.
Modernîteyê krîza jinan kûrtir kir û ji bo xwe bi kar anî, kir mijarek û ji cîhana nû re pêşkêş kir. Rêbertî di axaftina xwe de cudahiyê naxe navbera rizgarbûna jin û mêr ji koletiyê, ji ber girêdana wan bi hev re xurt e û rejîma baviksalarî hewl dide biçewisîne. Lê rizgariya mirov bi rizgariya jinan ve ku girêdayî ye ku koletiyê tevahî ji ser mirovan rake. Ew jî bi rola ku jin di avakirina civakê de bi kar bîne, guncaw e, ji ber barê dabînkirina avakirina civakê hildigire.
BER BI PÊKANÎNÊ VE
Jinên Rojhilata Navîn temenê nakokî û tevliheviyên siyasî dide, bi taybet ji 2011’an ve. Beriya wê bê guman welatên me ne îstîqrar bûn. Wan hemû hejandinên civakî destkeftiyên sera yên jinan ku bi salan bi dest xistine, hilweşandin û zû hilweşîn ji ber bingeh ne xurt bû û pirsgirêk ji kokê de çareser nekirin. Lê lîbraliyê di rizgarkirina jinan de ku demeke dirêj îdia dikir, bi bin ket. Lê Ocalan ji rizgarkirina jinan rêya ber bi mirovahî û civakê ve dît.
Tezên rêber perdeya li ser doza jinan ku mijareke duyemîn ne mijareke yekemîn e radike. Bi wê re jin rastî kiryareke mezin a bikaranînê di dîroka mirovahiyê de tên. Ev yek li sûkên cariyan tê dîtin. Li vir rejîma kapîtalîst xwe weke rizgarê jinan ji koletiyê pêşkêş kir û soza rizgariyê da. Lê kapîtalîzm di vê yekê de bi bin ket, lê ji wê zêdetir jin bi awayekî tund kole kir, heta jin bi xwe vê çewisandinê nas nake, pê re dibe yek û hewl dide bigihîne wê.
Pêwîstiya jinên Rojhilata Navîn bi tiştên kûr ku rêber Ocalan der barê pirsgirêkên dozên jinan de nivîsandine, heye. Jin bi hev re li ser bingehên madî û zanistî rêbazên rizgariya xwe par ve dikin. Roja jidayikbûna rêber Ocalan ji bo jinan bîrxistina tiştên ku rêber Ocalan ji wan re ji bo rizgarî û xelasiya ji koletiyê pêşkêş kirine.
Mûna YUSRÎ Nivîsandiye….