KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şorşeger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Kobanê, li ser esasê seferberiya çalakiyan ya bi dirûşmeya “Li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azdiyê” çalakî li darxistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Kobanê ji bo berxwedana gerîla şahî li darxistin. Di şahiyê de bi sedan şêniyên bajêr amade bûn. Şahiya ciwanan bi deqeyekî rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Şoreşa Kurdistanê destpêkir.
Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ciwanê bi navê Mihemed Mehmûd axivî û bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk ya dagirker û diyar kir ku dewleta Tirk li hember berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê têkçûye, ji ber vê jî serî li rêbazên hov dide û çekên kîmyawî bikartîne.
Mihemed Mehmûd di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê heya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan têkoşîn bikin.
Şahiya ciwanan bi siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla” bi dawî bû.