NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî xwe bi navê Ehmed Dîkan El-Sahî eşkere kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Endamê hêzên me yên kantona Tebqayê Ehmed Dîkan El-Sahî gihaşt asta şehadetê. Ehmed Dîkan El-Sahî dema li ser erka xwe ya parastina gel û welatê xwe bû, 20’ê Hezîranê şehîd bû.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û Paşnav: Ehmed Dîkan El-Sahî
Navê Bav: Dîkan
Navê Dayikê: Wedha
Dîroka tevlêbûnê: 08.01.2018
Cih û dîroka şehadetê: Tebqa, 20.06.2022
Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji malbata şehîd Ehmed re dixwazin û bejna xwe li hember şehîdên ku di oxira parastina ax û gel de xwe feda kirin, ditewînin. Her wiha piştrast dikin ku em ê rêya şehîdan bişopînin da ku aştî û ewlehî li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye mîsoger bibe.”