ŞHEBA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrîn-Şehba li ser esasê seferberiya çalakiyan ya ku ji aliyê Komalên Ciwan ve hatî ragihandin, di bin dirûşmeya “Li Dijî Dagirkerî û Îxanetê, Werin Cenga Azadiyê” şahî li darxistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrîn-Şehba, li Kampa Berxwedan bi tevlîbûna dehan ji şêniyê kampê şahî li darxistin.
Şahiya ciwanan bi deqeyekî rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê destpêkir. Piştî deqeyekî rêzgirtin li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Emîne axivî. Emîne di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana gel û gerîla bi hev re û got; “Emê bi berxwedana gel û gerîla ve dagirkeriyê têk bibin, bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî emê Kurdistanê azad bikin.
Her wiha Emîne dewam kir û got; “Ji bo me berxwedana gerîla navşîna azadî û serketinê ye, emê bi berxwedana gerîla tecrîda li Îmraliyê bişkînin.” Emîne herî dawî got emê heya azadiya Rêber Apo têkoşîn bikin û berxwe bidin.
Piştî axaftinên ku hatine kirin, koma stranan û şano hunera xwe pêşkêş kirin. Piştî bernameyên hunerî yên ku hatine pêşkêş kirin, li ser berxwedana gerîla sinevizyon hate temaşekirin.
Herî dawî şahiya ciwanan bi siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla” û girtina govendê ve bi dawî bû.