TEBQA – Balafira bêmirov a bi çek (SÎHA) ya dewleta Tirk di 17’ê Pûşperê de dane sibehê li navçeya Kelarê ya Silêmaniyê li dijî wesayîtekê êrîş pêk anîbû. Di encama êrîşî de Cîgerê Hevserokatiya Konseya Rêveber a Rêveberiya Xwaser ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Şiblî û 3 hevalên wî ve şehîd bûn û kesek jî bi giranî birîndar bû.
Li ser vê esasê jî Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Tebqayê li ser jiyan, kesayet û têkoşîna şehîd Ferhad Şiblî, bi amadebûna endamên Rêverberiya Saziyên Sivîl yên Tebqayê semînerek li darxistin.
Di semînerê de jinên ciwan bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ya dagirker ku bê navber li ser gelê herêmê û kesayetên pêşeng dewam dike û gotin; “Dewleta Tirk li hember berxwedana gelên azadîxwaz û gelên herêmê bê çare maye, ji bo ku ser vê bêçaretiya xwe bigre, bi her awayî êrîş dike. Hedefgirtina Ferhad Şiblî jî di vê wateyê de ye. Ji bo me riya rast ya têkoşînê xeta şehîd Ferhad Şiblî ye.”
“Şehîd Ferhad Şiblî di nava tevgera kurdistanê de û heta şoreşa rojava her di nava tevgerê de bû û xebat da meşandin. Nêzî 30 salî mijûl bû û pêşengî di şoreşê de kir. Di nava Rêveberiya xweser de jî xwedî rol û pêşeng bû.”
Di dawiyê de derbarê jiyana şehîd Ferhad Şiblî de sinevizyon hate pêşkêş kirin, û bi silogana “Şehîd Namirin” semîner bi dawî bû.