TEBQA – Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqa, saziyên leşkerî, partiyên siyasî, ciwanên şoreşger û bi sedan şêniyên bajar beşdarî şevbuhêrkê bûn ku li pêşiya navenda çand û huner a Tebqayê hate li darxistin.
Destpêkê Hevseroka Yekitiya Werzîşê Şeza El-Hisên bixêrhatina beşdaran kir.
Paşê Seroka Nivîsgeha Jinên Ciwan a Desteya Ciwan û Werzîşê Emîne El-Mihemed lidarxistina şevbuhêrkê pîroz kir û got: “Armanca ji lidarxistina vê çalakiyê ew e ku rola jinan bidin nîşandan. Em bi destê jinan roj û pêşerojê ava dikin.”
Emîne El-Mihemed îşaret bi rola jinan di avakirina civaka demokratîk de kir û anî ziman ku divê mafên jinan werin misogerkirin da ku karibin hêz û karînên xwe di civakê de îfade bikin.
Piştre helbestvan Bidûr El-Hecer û Ibtîsam El-Mihemed ji Dêrazorê, Medya El-Silêman ji Reqa, Nara Bekî û Telînaz Elî û Hêvî Mistefa ji Kobanê, Meryem Şerîf, Buşa Mensûr û Bitûl El-Elî ji Tebqa, Heya El-Mihemed ji Minbicê helbest xwendin.
Di dawiyê de beşdar ji aliyê Nivîsgeha Jinên Ciwan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatin xelatkirin.