DÊRÎK – Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Dêrîkê di bin dirûşmeya “Ji Sara heya Viyan, Nûjiyan û Rojînan, bi agirê tolhildanê, emê azadiyê bi dest bixin” derbarê fikrên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de ji jinên ciwan re semîner li darxistin.
Li navenda Çand û Hunera bajarê Dêrîkê, Yekîtiya Jinên Ciwan bi amadebûna dehan jinên ciwan, di bin dirûşmeya “Ji Sara heya Viyan, Nûjiyan û Rojînan, bi agirê tolhildanê, emê azadiyê bi dest bixin” derbarê danasîna fikrên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de semîner li darxistin.
Di semînerê de jinên ciwan bal kişandin ser bandora fikrên azad yên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û gotin; “Cih û warê ku Rêber Apo tê de ji dayîk bûye û mezin bûye, warê Mazopotamya ye, cihê dergûşa mirovahiyê ye. Ji ber vê jî Rêber Apo li çanda Neolotîkê xwedî derket û ji bo parastina wê çand û civakbûyînê îro vê têkoşînê dide meşandin.”
Di heman demê de jinên ciwan derbarê fikrên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ya ser jinê de jî wisa gotin; “Têkoşîna ku Rêber Apo ji bo azadiya jinê dide meşandin, di dîrokê de têkoşînekî bi vê rengî nehatiye meşandin. Rêber Apo ji bo azadî û mafê jinê hemû fikrên xwe daniye holê. Ji ber vê jî divê hemû jin li vê fikrê xwedî derbikevin û ji bo azadiya xwe têkoşîn bikin.”
Piştî ku semîner hate dayîn û nîqaş bi pêşketin, jinên ciwan li sinevizyonê mêze kirin. Sinevizyon li ser dahorandina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatibû berhev kirin.
Di dawiyê de jinên ciwan diyar kirin ku ewê têkoşîna xwe bilin bikin, û heya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dev ji berxwedanê bernadin.
Semînera jinên ciwan bi berzkirina siloganên weke “Bijî Serok Apo, Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.