NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Tirk a dagirker ji Bakurê Kurdistanê heya Behdînanê darên herêmê dibirre û bazirganiyê li ser dike.
Artêşa Tirk a dagirker ku li gel êrîşkirina li ser herêmên gerîla û Başûrê Kurdistanê, bi hevkariya PDK’ê baregeh û binkeyên leşkerî yên li Başûrê Kurdistanê jî zêde dike.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatiye girtin, artêşa Tirk li zozanên Hirûrê baregeheke nû ya leşkerî çêdike û ji bo baregehê jî rêyeke mezin di nava daristanên Hirûrê re dibe baregehê.
Hate gotin, baregeha leşkerî ya Tirk kîlometreyek ji gundê Hirûrê dûre û nêzî nuqteya Heres Hidûd e. Artêşa Tirk ku ji aliyekî ve baregehên leşkerî dibin çavdêriya berpirsên PDK’ê yên Heres Hidûd de li herêmê çêdike, li aliyê din jî bi şîrîkatiya wan bi hezaran darên li herêmê dibire û bazirganiyê pê dike.
Çavkaniyek ku ji ber sedema ewlekariyê nexwest navê xwe bêje, ragihand dar birrîn û çêkirina baregehên Tirk a li devera Hirûrê û herêmê hemû bi hevkariya Fermandarê Lîwaya 1 ya Heres Hidûd Dilêr Ferzende Zêbariyê PDK’yî tê kirin.
Çavkaniyê îdîa kir bi şîrîkatiya Dilêr Ferzende Zêbarî heya niha bi hezaran dar li herêmê hatine birrîn û derbasê bajarê Şirnex ê Bakurê Kurdistanê hatiye kirin.
Li gorî dîmeneke kurt a ji gundê Hirûrê bi dest me ketiye jî xuya dibe, rê li rex gundê Hirûrê re tê derbaskirin û di nava daristanê de dar tê birrîn.
Dilêr Ferzende Zêbarî bixwe PDK’yî ye û birayê Berpirsê Komîsyona Bersivdayîna Raporên Navnetewî Dîndar Zêbariyê PDK’yî ye.
Hirûr dikeve herêma Kanî Masî ya Metînayê û ser bi parêzgeha Dihokê ye.
Çavkanî: Rojnews