Çawa kû stêrk li ezmanan her kû diçe pir dibin,ew stêrk li dora rojê kom dibin û her kû diçe bi wate dibin û mezin dibin.Eger em van stêrkan bixwazin pênase bikin an jî bihêjmêrin di rih û fikir de ne tên hejmartin ne jî tên pênase kirin.Jiber kû xweşik bun û bedew buna wan mirov nikare bi du peyvan bîne ser ziman.Ew stêrk ne bi pênasekirinê bi jiyan kirinê tên fêmkirin û hîskirin.Em tenê sekna wan û fedayîbuna wan jiyanî bikin û her tim bibîr bînin dikarin xwedî li wan der bikevin.Ew evîndarên azadîyê çima bun stêrk ji ber kû çiruskên agirê Mazlum û Zîlanan agirê dilê wan jî gur kir û ji boy we bun evîndarê welatê xwe.Ji bo we bun stêrkên kû kêlî bi kêlî bi roja xwe re jiyan kirin.Ew stêrkên kû em behsa wan dikin li hemberî faşîzma kû jêre dibêjin TC serî rakirin û canê xwe feda kirin.Xakurkê!
Li xakurkê berxwedan,şer kirin û şehîd bun.Navê xakurkê yê din jî buhişt e.Mirov bi wan stêrkan re di wê buhişte de jiyan bike rastî jî buhişte.Yê kû xakurkê kir buhişt û xweşik kir ew stêrkên fedaî bun.Yê kû ava Lolanê gur kir û bi wate kir dîsa ew buhiştî bun.Dema kû li hemberî wî dijminê faşîst li ber xwe didan tû carî di vê rêyê de dudilî jiyan nekirin û îxanet ne hilbijartin.Tîlîlî yê wan bubu tirsek mezin ketibu dilê dijmin.Dijminê kû li hemberî wan şer dikir jî hati bu wê astê kû got “xwezî min zanibîya kî van tîlîlîyan diavêje ezê jî bibuma mîlîtanek wek wan”.Ger kû tîlîlîyên keçên rojê dijminê faşîst jî bandor kiribe,tê wê wateyê kû ev keç û xortên evîndarên welat tu carî bi bin nakevin û tu carî bê roj namînin.Heta ku roja pîroz şewqa wê belav bibe û cîhanê ronî bike tu carî û tu carî stêrkên wî jî kêm nabin û natefin.
Em dixwazin hinek behsa stêrkên kû li Xakurkê li berxwedane bikin.Çiqas ji bo me zehmet be jî pênasekirina wan hevalan,ji bo kû em bibin layiqên wan erka me ye ku em wan bidin jiyan kirin û bîranînê wan pêk bînin.Fermandara me ya hêja û delal heval Agirî ruxmê ku hevalekî gazî bu jî bi fedakarîyek mezin û kesayetê xwe yê pêşeng kar dikir.Hem şer dikir hem jî mîlîtanan perwerde dikir.Kesayeteke awqas bi hêz bu kû gelê Şemzînanê bi sekna xwe bandor kiribu.Gelê Şemzînanê Heval Agirî nas dikir û pir girêdayê wê bun.Heval Agirî dema hîn jiyan dikir gelê Şemzînanê navê zarokên xwe dikirin Agirî.Ji ber dilgermîya xwe û rukenî ya xwe ji alîyê gelê Şemzînanê ve pir dihat hez kirin.Gotina Heval Agirî ya kû dibêje “em weke mîlîtanên vê rêxistinê dizanin kû jiyana me pir zehmete lê qasî van zehmetîyan jî pir pîroz û bi wateye”.Dema Heval Agirî kêmekî zehmetî dikişan de çawa kû Mazlum Doxan di nava awqas êşkenceyên pir giran de digot “Berxwedan jiyan e” Heval Agirî jî digot “ çi dibe bila bibe wê PKK bi serkeve”.Çawa kû di nava partîya me de dîroka berxwedana zindanan de serhilderîya çaran hebe di şexsê Heval Agirî û sê hevalên din de jî careke din ew hevaltî ew yekîtîya rih derkete.Ji girubê Heval Agirî,Heval Hemze, Heval Baz û hevalek din şehîd dikevin.Dema em hevaltîya van hevalan tînin ber çave xwe carek din girêdan bun û soza xweya rêxistinê re nu dikin.Agirî yê serhedî,Bazê Şemzînanî û Hemze yê çavşîn..Dema em van hevalan tînin ser ziman her tim ji dilêmin tê kû sitrana sewdalîyê bibêjim.Çawa kû ev sitran ji bo şehîdên şeva çaran tê gotin dixwazim jibo van hevalan jî bibêjim.Dibe ku weke fîzîkî em ne li gel hev bin,lê di rih de di fikir de em her tim bi hevre ne.Bi hevre dikenin,diaxifin,jiyan dikin.Hevaltîya me tiştek wisa ye kû wekî xelekek ji zincîrê ye tu carî ji hevdu qut nabe.Di nava vê xelekê de hevalên wekî Heval Rêdur,Heval Ciwan,Heval Berfîn û Heval Hawar jî hene.Heval Rêdur hevalekî jin bu.Bavê Heval Rêdur di nava refên azadîyê de cîhê xwe digirt.Piştî bavê wê şehîd dikeve Heval Rêdur jî tevlî nav refên tekoşînê dibe û navê bavê xwe digre.Ji dayîka xwe re dibêje “dayê rêya min dure navê min Rêdur e” piştre tevlî dibe,berê xwe dide çîyayên azad û weke gerîlayekî jin li hemberî dagirkeran şer dike.Rêdura çavken û dil pola şehîd dikeve û cîhê xwe di nav karwanên şehîdan de digre.Dema mirov dixwaze ev stêrkên ku şewqa wan hîç danakeve binirxîne rastî jî zehmetî dikşîne.Ji ber ku awqas kesayetên bi nirx û taybetmendîyê wanê bi nirx û pîroz hene.Ciwanê çeleng,Berfîna dilgerm û Hawarê leheng ev qehremanên Botanê ne.Botan di dîroka xwe de bi qehremantîya xwe xwe dide nasîn.Çawa li Cizîra Botan keçên wekî Berîvanan li hember dijmin serî netewandin,Hawar,Berfîn û Rêduran jî serî netewandin û li hemberî faşîzmê,qirkerîyê şer kirin.Şopdarên wan hevalan her tim hebun û wê hebin jî.Emê şopdarên wan hevalan bin,şopdarên Mehmet Tuncan bin.Çawa şehîd Mehmet got “emê heta dawî şer bikin û li ber xwe bidin bila gelê me bime serbiind be” emê jî her tim şopdarên rêya wan bin û bi wan serbilind bin.Li xakurkê jî heman tişt heman berxwedanî hat meşandin.Dijminê xwînmij di şer de bang li Heval Ciwan dike ji boy ku teslîm bibe lê Heval Ciwan bersiva wan dide wan û dibêje “hûn çi bikin ez li Serokê xwe xaka xwe îxanetê nakim,ez Kurdim û ezê Kurd bimirim”.
Dijmin Heval Agirî baş nas dikir dema li ser cîhazê dengê Heval Hawar bîhîstibu gotibu “dîyare ev şervanê Agirî ye kû perwerde kirîye”.Heval Hawar bi sekin û biryardarîya xwe gelê Bradostê jî pir bandor kiribu.Piştî şehadeta Heval Agırî Heval Hawar bi biryarbuna kû tola Heval Agirî rake û bi wê bawerîyê her tim bi ser dijmin de diçu.Ruxmê temenî wî pir ciwan bu jî berxwedanîyek pir mezin meşand.Di şerde dema dijmin qîr dikir û jêre digotin teslîm bibe Heval Hawar jî bersiv dide û dibêje “bagirma ulan bîrazdan oleceksîn” yanî dibêje qîrmeke şixwe wê tû niha bimrî.Sekna van hevalan hêz û îradeya berxwedanîyê dide mirov.Milê din da jî Berfîna biçuk û zerik di jiyanê de bi fedakarî û hûrmetî ya xwe girêdana xwe ya rêxistinê re cîhê xwe nav dilê hevalan de girtibu.Em çiqas ew stêrkên kû di xaka Kurdistanê de li hember paşverutîyê,koletîyê,qirkirinê û faşîzmê berxwedan behs bikin wê dîsa jî kêm bimîne.Bê guman bi hezaran lehengên meyên kû bi tekoşînê bê hempa berxwedane hene kû em ji were behsa wan bikin.Li Xakurkê şer hebu lê berxwedan jî hebu,fikir îrade û raman jî hebu.Şer hebu pir giran bu lê tu carî hevalên me berê ruyê xwe nedan îxanetê.Çawa şehîd Berîtan îxanet qebul nekir û çawa kû Rustem û Axînan wekî Berîtanan xwe di zinaran de avêtin,berxwedanvanên Xakurkê jî îxanet qebul nekirin,bi bawerîyek,berxwedanîyek eşqek mezin berxwe dan û tevlî karwanê nemiran bun.Em jî wek hevalên wan tu carî xeyalên wan di nîvî de nahêlin û soz didin ku emê xwîyna wan li erdê nehêlin.Xeyalên wan yên nîvîde mane pêk bînin.Şehîd nirxê herî mezin yê jiyana me ne.Li mîrasa şehîdan xwedî derketin wan jiyanî kirinê de derbas dibe.Em heta bi fikir û felsefeya RÊBER APO berxwe bidin tu carî bi bin nakevin.Emê şer bikin,berxwe bidin,têbikoşin,hêzên emperyalîst û faşîst biruxînin û emê bibin layiqê keda SEROK APO û şehîdên nemir….
Ji pênûsa Delal Amed