COLEMÊRG – Li gundên Şîşemzîn, Xurekana Seyîda û Xurekana Temo yên bi ser navçeya Gevera Colemêrgê ve ku dikevin herêma Astenga Reş, êrîşên dagirkeriyê berdewam dike. Hat ragihandin ku sewqiyatek giran a leşkerî ji bo herêmê hatiye kirin û şerê dijwar diqweime.
MAKÎNEYÊN KAR SEWQÎ HERÊMÊ HATIN KIRIN
Leşkerên ku îro daxilî êrîşî hatin kirin, ji gundiyan re ragihandin ku dê sê rojan ketin û derketina gundan qedexe be. Vê serê sibehê jî gelek wesayîtên zirxî û maşîneyên kar sewqî herêmê hatin kirin.
DÎSA WELATIYAN BIRIN HERÊMA ÊRÎŞÊ
Ji 13 kesên duh di nava êrîşan de hatibûn binçavkirin 11 ji wan duh bi şev piştî îfadeyên dan Fermandariya Leşkeriyê ya Geverê hatin berdan. Demhat û Behçet Enguder ên birayên hev hê jî li Fermandariya Leşkeriya Navçeyê tên ragirtin. Hat ragihandin ku leşkeran, 11 welatiyên duh bi şev hatin berdan û hin welatiyên din vê sibehê dîsa birine herêma operasyonê.
PEZÊ GUNDIYAN WINDA YE
Hat ragihandin ku ji ber şivanên gundiyan hatine binçavkirin, 5 hezar pez winda bûye. Gundî hewl didin ku li pezê xwe bigerin lê leşker destûrê nadin.