Di her hevokan de rastîya gotinê heye.Di jiyana me de jî her kêlîyeke dîrokeke.Jiber vê yekê di jiyana her gerîlayekî/kê de pêl bi pêl jiyanê nivîsandin girînge. Çawa ku ez rojnivîsa gerîlayê leheng Jêhat Agirî ku ji mere kêlî bi kêlî parve kirîye weke perwerdeyeke jiyanî digrim dest, bi hezaran kes jî vê rojnivîsê ji xwere dikin perwerde. Hevalno îro hevalên Zendura, Mamreşo û Avaşînê berxwedanîyek pir mezin dimeşînin û di berxwedanîyê de her heval di asta herî jor de bi moral û îddîayekî mezin tevdigere. Serkeftinê bi lênusên xwe yên lehengîyê dinivîsînin. Ruxmê hemu zor û zehmetîyan, êrîşên herî hovane û giran jî bi îddîaya serkeftinê û azadîya gelan xwe mezin dikin. Bi fikrên Rêber Apo û girêdanbuyîna bi welatê xwe re her ku diçe hêz û îradeya wan xurttir dibe.
Heval Adil, Heval Tekoşer, Heval Rêber, Heval Nuda, Heval Sarya, Heval Botan û rêhevalên ku bi van lehengan re heta dawîyê berxwedane, hevalên ku bi hêstên xwe yên Apoyî xwe gihandine ber derîyê azadîyê ne. Di rojnivîsa xwe de Heval Jêhat dibêje ‘’Li her cîhê ku ronîya azadîyê lê dide ezê bibim jiyan,herhal azadî eve’’. Demekî însan ji jiyanê hez bike dikare welatekî azad bike. Gelo em çiqas ji jiyanê hez dikin? Hin caran dibe ku em naxwazin jiyan jî bikin. Piştî beşdar buyîna xwe ya nava tevgera azadîyê û naskirina wî ji jiyana PKKê re Heval Jêhat hîn zêde ji jiyanê hez dike û ji bo jiyanekî bi rumet di rêya heqîqetê de dimeşe. Xwestekê Heval Jêhat ji bo çalakîya fedaî pir zêde heye.Rapora pêşnîyarê ji bo çalakîya fedaî dike lê rapora wî bê bersiv dimîne.Dema dibîne pêşnîyarên wî bê bersiv dimîne dubare dîsa dinivîse.Her tim israra çalakîya fedaî dike. Ji ber ku Heval Jêhat ji bo bersivbuyîna keda Serok Apo re xwe pir kêm dibîne û dixwaze tola hevalan bistîne,di çalakîya fedaî de israr dike. Hîn caran li gor erk hin caran jî jiber êrîşên dijmin ên hovane Heval Jêhat ji hevalan dur dimîne. Ev durmayîn dihêle ku hîn bêtir hez kirin û girêdanbuyîna wî ya hevalan re çêbibe. Ev hêstên xwe di rojnivîsa xwe de jî dinivîse û dibêje ‘’Tenê me,dîsa tenê me. Bi dilekî tijî hesret dîsa tenê me û bi tena serê xwe me. Ez bê dengim lê di dilêmin de qiyamet radibin.Kêmek maye ku dilêmin biteqe.Mîna volkanekî dikele. Eger bi qasî serê derzîyê valatîyek bimîne bi şeklekî mezin ezê biteqim. Ezê hemu agirê xwe bi serê Ehrîmanên zalim û derewkar de birjînim.
Ezê kozên agir têxim dil û mêjîyên wan de’’.Heman demê de ev hêstên wî dibe kînekî mezin ya ji bo tol girtina hevalên wî.Dijmin bi êrîşên xwe yên him fîzîkî hem jî êrîşên şerê taybet,dixwaze gerîlayê azadîya Kurdîstanê ji armanc û rêya wan dur bixe. Lê jiber ku îdeolojîya me xurte,em bi fikrê Rêberê xwe re girêdayîne û rêya me rêya mirovahîyê ye, tu hêz nikare me ji armanca me dur bixîne. Hevaltîya me û berxwedanîya partîya me PKK di cîhanê bi nav û deng buye.50 salin şerkerê azadîyê bi rihê xwe yê fedaîyane her pêvajoyê de hîn mezintir, hîn xurttir şer dikin. Heval Jêhat ji jiyanê pir hez dike, di jiyanê de bi ked dayîna xwe tê nas kirin.Heval Jêhat behs dike û dibêje ‘’Em bi çavê dilê xwe li dinyayê mêze dikin, em dilê xwe azad ber didin lewma dilê me, rih û fikrê me jî geroke’’. Heval Jêhat, weke her gerîlayekî tirsa mirinê derbas kiribu. Jiber ku şervanên Rêber Apo ne ji bo mirinê ji bo jiyanekî azad şer dikin. Heval Jêhat dibêje ‘’Di nava şerde tû ne jiyanê, ne mirinê bifikirî. Tê herduyan jî derbas bikî. Tenê û tenê tiştek bifikirî SERKEFTIN’’. Di roja me ya îro de ev tişt tê jiyan kirin. Mîlîtanên Rêber Apo tenê û tenê ji bo serkeftinê şer dikin. Di dîroka PKKê de gerîlatîya lehengên Zendurayê, berxwederên Werxelê, tekoşerên Mamreşo buye efsane. Jiber vê yekê gerîlayekî li ku dibe bila bibe, kîjan zeman dibe bila bibe, îddîaya me yeke. Ji bo em tekoşîna xwe, îddîaya xwe mezintir bikin, pêwîstîya bi yekîtîya ciwanan û tevlîbuna nava refên azadîyê heye. Em çiqas xurt bin, çiqas hêza xwe bikin yek awqas zutir dijminê faşîst, qirker tek bibin. Hemu ciwanên ku dibêjin em welatparêzin, em Kurdin, em xwedî îrade û wîjdanin ‘’WERIN CENGA AZADÎYÊ’’..
Ji pênûsa Viyan Dersîm