NAVENDA NÛÇEYAN – Derbarê tundî û şideta li ser jinan tê kirin, jina ciwan ya bi navê Zeyneb Kawa ji ajansa me re nivîsek nivîsand. Zeyneb di nivîsa xwe de bal kişand ser şîdeta sedsala 21’yemîn û diyar kir ku li hember zihniyeta tecawizkar ancax jin xwe bi fikrên azad ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan xilas bikin û biparêzin.
Bi tevahî nivîsa Zeyneb Kawa wiha ye;
DI ROJA ME YA ÎRO DE JIN LI SER FIKIR Û RAMANÊN RÊBER APO, LI SERANSERÎ CÎHANÊ BI PÊŞENGTIYA JINA KURD JI BO AZADÎ Û MAFÊ XWE YÊ JIYANÊ TEKOŞÎN Û ŞER DIKIN.
Gelo dema em dibhîsin ku jinekê xwe kuştiye, pirsa çima jin xwe dikujin, di mejiyê me de derbas dibe? Yan jî ji bo me nakokî çêdibe ku çima jinek xwe dikuje? Di bingeh de pirsa me ya bingehîn ewe ku; dema em bi xwe kujiya jinan dibhîsin, çi û kî tê bîra me? sedem çiye û kî dihêle ku mirovek ango jinek ji tişta herî zêde li gel wê bûha ye ku ew jî cane wê ye, canê xwe nefret bike û xwe kuştinê li şûna jiyanê hilbijêre? Dema ku jinek xwe dikuje gelo em dibêjin ji jiyanê aciz bû ye? Jinek ne baş bû, ji ber wê xwe kuşt an jî em bibêjin zilam jiyan jêre kiribû dojeh. Tu hîncetê jiyanê ji jinê re nehiştine, ji ber vê jin xwe dikujin. Gelo em di her xwekûjiya jinekê de leyîstokên dewletê yên li dijî jinan, qanûnên dewletê yên ku her roj hilbijartina mirinê tînin bîra jinan em lêpirsîn dikin? Zihniyeta zilam salar a dij jin me ji van hemû pirsên di derbarî jin de dûr xistine. Çi jin be çi jî zilam be ev pirsên li jor qet nayên bîra wan ji ber ku êdî ev kiryarên ku di roja me ya îro de li himber jinan tên pêkanîn wek qederekê pênase dikin û bi civakê jî didin qebûl kirin.ji xwe ji qederê wêdetir jî ji ber ku jin wek hebûnekê nayê dîtin û hebûna wê ya fîzîkî weke ku ayidê zilame ango ji bo zilam bedena wê saz bûye tê dîtin wê çawa ev pirs werin kirin.
Meyzandinên me wê bi çi awayî bin pir girînge. Eger em di bin bandora zihniyeta zilamsalar ya desthilatdar de bin, wê demê emê jî wekî zilamê desthilatdar wê her dem bersiva me ya yekemîn ew be ku, ‘ji xwe jinek baş ba wê xwe nekuşta’. Di bingeh de başiya ku zilam ji jinê re pênase dike, ew başî bi xwe kolebûna jinê ye. Li gorî zilam jinek çiqas kole be, ewqas başe, çiqas serî li himberî wî bitewîne ewqas bi rêze, çiqas jin bê mafiyê ji bo xwe qebûl bike, ewqas wê bê qebûl kirin. Ev tê wê wateyê ku li gorî pîvanên zilam başbûna jinê, koletiya jinê ye. Jina ku koletî ji bo xwe wekî qederekê dibîne û qebûl kiriye û jiyana bi zilam ya ruxmî hemû zehmetiyên wê û koletiya wê hildibjêre jî dîsa, her roj zilamê desthilatdar bi nêzîkatiyên xwe yên ku jinê biçûk dixe, ji cewhera wê dûr dixwe, bê îrade dixe, rojane îtaetê lê ferz dike û jiyanê jêre dike dojeh, ji ber vê êdî jin jiyanê nabîne mirinê dibîne û mirov dikare bibêje ku ew jin her roj kefena xwe bi destê xwe didûre. Sedema vê ya bingehîn jî zihniyeta ku pênc hezar sale ji aliyê zilamsalariyê ve pêş dikeve û zayenperestiya zilam rewa dibîne ye.
Di roja me ya îro de û di civaka me ya ku zayend perestî têde serwere, zilam rojane li ser jinê şîdeta fizîkî û rûhî dide meşandin û di her kêliyekê de mirinê li pêş çavê jinê zindî dike, ev rewş jî pir zêde nayê lêpirsîn kirin û di asta jor de normal tê dîtin. Civaka ku ji aliyê dewletê ve hatiye perçiqandin û kole kirin, mirina ku her roj jin ji aliyê zilam ve rû bi rû dimîne normal dibîne, lê mirina ku jin bi xwe hildibjêre û ew jî ku di bingeh de dîsa zilam jinê bi destê wê ji aliyê fizîkî ve dide kuştin bûyerekî pir sosret dibîne û di vir de kiryarên zilam yên ku dihêle jin bi destê xwe xwe tune bike ango xwe bikuje nabînin. Berovajî vê yekê carek din wê jinê sûcbar û nalet dikin ku çima xwe kuştiye û hevjînê xwe bê jin hiştiye. Bi rastî jî ev ferasetên pir sosretin. Gelo civak çima mirina ku jin pênc hezar sale bê xwesteka xwe pê re rû bi rû dimîne bûyereke sosret nabînin, çima civak kuştina (ROMINA) keça ku bi destê bavê xwe bi dasê hatiye kuştin bûyereke sostet û qirêj nabînin, çima civak tecewiza keça 14 salî yê ku ji aliyê 25 eskerên Tirk ve hat tecawiz kirin bûyerek sosret û ji derveyî exlaqê mirovahiyê nabînin. Ji derveyî van bûyeran bi sed hezaran bûyerên mîna van û heya xirabtir jî bi serê jinên de tên lê mixabin ku çav ji bo wan tên korkirn, guh tên ker kirin û dema mijara mafê jin tê vekirin, kesek wek pirsgirêka xwe nabîne û ev tenê wek pirsgirêka jin tê dîtin .
Her wiha zilamê ku ji aliyê dewletê ve ewqas tê perçiqandin û biçûk xistin dema ku dizîvire malê an ew saziya ku zilam têde dewlete, desthilatdariya xwe li ser jin dide meşandin. Kiryarên ku jiderveyî mal dewlet bi ser zilam de tîne û dixe koleyê xwe, vê care zilam di mal de dikave şûna dewletê û heman kiryarên koletiyê li ser jinê ferz dike. zilam bi vê halê xwe yê kole ve, dema jinê dibîne tişta yekemîn tê bîra wî, zilamtiye û divê koleyek wî ango jinek hebe. ji bo ku zilam xwe îsbat jî bike, dikeve nava leyîstokên qirêj yên desthilatdariy. Ev tenê jî têr nake jiyana heyî li jinê jî heram dike. îrade, fikir, tekoşîn, hêz, berxwedanî, serî rakirin û hwd her tiştê jinê jê digire, didize û tune dike. Dema ku mirovek bê maf, bê îrade be, wê her dem serî tewandî be ev jî tê wateya jiyanek pûç û ji bo ku kole be jiyan bike, wê çawa bi xwe kujiyê nehizire. Mirovek ji seherê heya êvarê bê navber xizmetê ji zilamekî re bike û di heman demê de dîsa jî rojane rastî şidet, heqaret û tecewîzê hem ji aliyê fizîkî hem jî ji aliyê derûnî ve re rû bi rû bimîne wê demê ji bo wê jinê wateya jiyanê namîne û xwekuştin wek xelasiya xwe ya ji zilam dibîne. Di vir de mirov dibîne ku di bingeh de yê ku xwekuştinê nîşanî jinan didin û wan didin kuştin zilam bi xwe ye, pirî caran bi destê xwe jinê qetil nake lê bi şîdeta ku her roj li ser jinê dike, jinê dighîne wê asta ku bi xwe ji jiyanê nefret bike û xwekuştinê li şûna jiyanê hilbijêre. Ev kiryarên ku zilam li ser jinê pêk tîne, eger mirov bi kûrahî lê temaşe bike. Dibîne ku ne tenê li beramberî jinê ne, li beramber tevahî mirovahî û hebûnê ne. ji ber wek ku Rêber Apo dibêje: “Jin Hebûna civakê ye.”
Di destpêka sedsalên kolekirina jinê de heta roja me ya îro, her tim berxwedaniya jin li hember desthilatdariya zilam ango zayendpestiya qirêj a zihniyeta zilam salar hebûye. Ev berxwedan di her demekê de teşeyek daye xwe û xwe berdewam kiriye. Di roja me ya îro de jî jin li ser fikir û ramanê Rêber Apo, li seranserî cîhanê bi pêşengtiya jina kurd êdî jin ji bo azadî û mafê xwe yê jiyan tekoşîn û şer dikin.
Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jinên Kurd ji cîhanê re dan nîşandan ku jin xwedan hêz û îradeyeke bê hempaye û çiqas kiryarên tunekirinê li ser hatibin meşandin jî tune nebûye û cewhera xwe ya pir bi hêz parastiye. Îro jina Kurd bi berxwedan, tekoşîn û sekna xwe ji bo tevahî cîhanê bûye nimûneyek herî li pêş. Dema ku mirov li jinên cîhanê û berxwedana wan yak u di roja me ya îro de didin meşandin de temaşe bike, dibîne ku tevahî jinên cîhanê yên azadî xwaz dixwazin ku xwe bighînin asta berxwedan û tekoşîna jinên Kurd û xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo re kilît dikin, ta ku ew jî bighêjin asta jina azad û zihniyeta zilam perest a ku jinê qir dike tune bikin.
Rêber APO careke din jina otrîter, jina ku ji civakê re pêşengtî dikir û wekî xwedewend di nav civakê de dihat pênasekirin derxe hole. Îro bi felsefeya azadiyê re êdî li şûna ku jin xwekujî wek xelasiyekê bibînin, êdî tekoşîna bê navber, hebûna xwe bidest xistin û azadiya xwe qezenckirin hildibjêrin û derdikevin ser rêya tekoşîn û berxwedana ji bo azadiyê. Ji bo ku jin bighêjin vê astê pêwîste ku cewhera xwe bibînin, xwedan helwest bin, koletiyê red bikin, xwe nas bikin û ya herî girîng xwe bi rêxistin bikin. Ji ber ku jin enceq bi xwe birxistinkirinê hebûna xwe misger bikin. Pêwîste jin xwekujiyê tu carî hilnebjêrin, ji ber ku êdî îro jin ne bê çarene. Xwedan rêxistin û artêşin, ev jî bi keda Rêber Apo hat misogerkirin. Ji ber vê yekê pêwîste ku her jinek xwe ji zihniyeta zilamsalar û zayend perestiya civakê xilas bike û wekî Şehîd Şêrîn Elemhûlî, Madora, Feraşîn, Bêrîtan û Zîlanan ji bo jiyaneke azad û bi rûmet, bibin tekoşer û şerkerên gel û welatê xwe.
Zeyneb Kawa