NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan
Ez weke zarokên heft salî me û heta ez perwerdê xwe yên weke wê demê didomînim. Min ev pir zêde got; ji bêrîkirin û şêwaza jiyana zarokatiya xwe xiyanet nekirin yek ji taybetmendiyên min ên serekeye. Ev ne gotinek ji rêzê ye. Ev tê çi wateyê? Ji heft saliya xwe ve rêgeza serdestiya civakê, hemû curên ferzkrinên pergalê yên mêtînger, çîna zextkar, wî/ê kesî ditepisîne û çiqas daxwazên saf ên paqij hebe ji holê radike. Ji xwe hîn ji wê demê li dijberî yê ku dixwaze azad bimîne şer hatiye meşandin.
Bi awayekî xwezayî ti mirov ti demê di xirabiyê de israr nake. Zarokek hertim xweşikbûnê dixwaze, hertim alîgirê hezkirinê ye, em dikarin bêjin hertim alîgirê yê bi anûre. Xirabî hertim ji aliyê civakê ve ji temenê biçûk tê ferzkirin. Li pişta wê jî hemû curên mêtîngerî û şopên çîna zextkar hene. Yek ji rêgezên ku ez jî ji xwe re esas digirim; kesayetiya ku tepisînê qebûl nakê ye. Ji wê rojê heta îro ez dikarim bêjim ku min hinekî be jî ev serxist. Jixwe şêwazek pir balkêşe. Çend Rêberan ev çiqas kirin, şayanî lêkolînê ye. Ez nabêjim ez xwe pir diecibînim, lê ez hinekî wisa mam.
Ez pir zêde ji we re jî dibêjim bebek, lê hûn ê hinekî jî li dijberî bebekbûnê şer bikin. Li ser esasê pergalê hûn nayên mezinkirin, di vê wateyê de jî mezinbûneke we nîne. Weke ku ez dixwazim jî hûn mezin nabin. Başe li şûn ve çi dîmine? Li gorî ku ez derfet nadim hûn weke dijmin mezin bibin, ez jî weke ku dixwazin we mezin nakim, hûn ê weke bebekekî bimînin. Jixwe di nava me de zêde bebekên 30-40 salî hene. Ez pir dixwazim bebektiyê derbas bikin. Ev mijara pêşketinê ye. Di şer de hemû taybetmendiyên ku min hejmartin meseleya binxistina dijmin û derbaskirina civakê ne. Ger hêza we têra vê bike hûn ê ji bebekbûnê rizgar bibin, bibin xort. Ger hûn derbas jî nekin hûn ê bejnkurt bimînin û bawerim hûn dimirin. Nexweşiya raşîtîzmê (nexweşiya pêşneketina hestiyên zarokan ji kêmbûna fosfora di laş de yan jî bê hevsengiyê çêdibe) nexweşiya hestî ku hîn zêde hestîyan dimije, di şer de ev ketinên pêşwext, şer di nava xwe de pêşnexistin, çavkaniya xwe di vê bebekbûnê de asê mayînê digire. Lê şûna li gorî dijmin mezinbûnê, weke bebekan mayîn dibe ku bê vebijêrkek be. Ji ber ku îhtîmaleke hûn mezin bibin.
Şêwaza min hinekî cudatire; ne dişibim bebekekî, ne jî li gorî dijmin mezin bûme. Ger hûn bal bidinê, ez ne di nava jiyaneke weke kes texmîn dike yan jî jiyan dikede me. Wisa bûna min ez bawerim dê xeter bibe. Ev jî ji nîqaşa me re vekiriye. Ez bi we re di nava nîqaşa hevrêtiyê de me. Heta ez dikarim bikevim nava nîqaşên zarokekî heft salî jî. Me çi dixwest em wê demê vê nîqaş bikin. Ger nebû, di 15 salî de, ger hûn hene di 25 salî de û ger hûn bixwazin di heftê saliyê de jî ez jê re heme; ez ji nîqaşê re amade me. Yanî milîtanekî heftê salî çi ji min dixwaze, ez amademe wê jî fêm bikim.
Zarok tên, ez pir baş bi wan re eleqeder dibim. Niha bi qasî ku ez bi zarokan re lihev dikim bi mezinan re lihev nakim, ez ji aliyê hemû kesî ve tê zanîn. Hûn dizanin ku zarok çawa hevalên min ên herî başin. Çima? Ji ber ku xwezaya min gelekî dişibe xwezaya wan. Weke ku ez berevajî bêrîkirinên wan nakevim, yê herî baş wan diparêze, çavdêrî dike di rewşeke wisa de me ji bo wê. Hûn wisa dizanin girêdana zarokan bi min re ji ber xwe ve ye? na! Ya rast zarok ji zekîbûnê fêm dikin. Ev jî girêdaneke li ser vî esasiye. Artêşeke wan jî heye. Li gorî min artêşa ku dijmin qet nikare bitepisînê ye! Niha artêşa pîran jî ya rast di nava pêşketineke bi wate de ne. Di demên dawî de dijmin gelek ji wan qetilkirin. Divê ku baş bê fêmkirin. Vana tev, nûbûn çawa çêdibe destnîşan dikin.
Rewşa zarokatiya we ya bejnkurtî (cuce), pîrbûn, rewşa hestîbûnê, gelekî li şûn pîrê zindîbûyî de ye û ji zarokatiya we jî wêdetire. Ev jî rastîne. Bi me nerîna we, fêmkirina vê zêde ne zehmete. Dîsa em pir ji xwe ne razîne, lê niha em di rewşa kesê ku tenê dikare kar bike de ne. Hema bêje bi her kesî re, hemû curên pêwendî, hemû curê pirsgirêka re em hene. Em şoreşa gelekî esas digirin, ev şoreşeke mirovetiyê ye. Di derbarê vê de kî çi dixwaze ez jê re amade me. Tenê bila li ser navê mirovatiyê be, ez ji rêxistina hemû cîhanê re heme. Ji rêxistina keskan bigirin, heta yên komînîst, min kêm-zêde xwe ji pîvanên hemûyan re amade kiriye. Ji rêxistina şer bigirin heta rêxistina aştiyê, tenê bila armanca xwe hebe. Kesayetiya min guncawe û ez jê re amade me.
Hûn nikarin vê ji bo xwe bêjin. Ya din jî şêwaz û tempoya wê heye. Di milîtantiyê de ev pir girînge. Şêwaz, tempo, teşe; di van mijara hemûyan de ez ê nebêjim bê qusûrim, lê di rewşa dikarim bijîm û pê şer bikim de me. Ji ber ku ez xwe amade dikim. Şêwaza rêzgirtinê ev e. Dijmin jî nikare bêje ku; “tu pir xirab şer dikî.” Min heta niha nebihîstiye. Vana girîngin.
Dibêjin Rêbertî, hinek caran hûn şayanî xwe jî dibînin, lê Rêbertî di van xisûsa tevan de neçare xwedî çavdêrî û pîvanan be. Ne ewqas rexneyên min; bila rexneyeke we ya ji rêzê ji min re hebe ez ê xwe parçe parçe bikim û veguherînim. Sînorê xwezayî yê mirovekî hene. Bila ti kes ji min re nabêje; “Çima tu ber bi asîmanan ve nafire, çima te ji nişkê ve bihuşt ava nekir?” Vana hemû têgehên ser xwezayê re ne û ne gengazin.
Lê li ser esasê anûrê çi tişta mirovahî pêş bikeve hebe, em amadene ku vê jî misqal bi misqal nîşan bidin û em nîşan jî didin. Ev jî girînge. Rêzdarî çiye, ji bo vegotina wê dibêjim. Ji mirovekî re gotina tu çawa yî, rêzdayîna jiyanê ye. Ji bo vê kesek çawa xwe di rewşa amadebûnê de digire? Hinekê jî ezmûna salane. Dema ku derdikevim pêşberî dostekî heta hestiyên xwe dihejim, heta derketina pêşberî zarokekî jî wisa ye. Lê di nava refên me de yên xwe ferz dikin pir zêde ne. Hûn wisa dizanin ku, ez pir xwezayî ji ber xwe ve wisa me. Na! Ya rast a bi min re terbiye û dîsîplîneke mezine. Ji ber ku li gorî min beriya her tiştî neçare milîtanek wisa be. Ger na li nava refên me binêrin, herkes xwe ferz dike; hemû curên dil binpêkirin, bi qûralan lîstin, bi zorî û zehmetiyan pîvanên hevaltiyê ku em pêş dixin bi wan lîstin heye. Çiye, qaşo wê lez xwe bigihîne desthilatdariyê, başe dema te desthilatî bidest xist wê tu çi bikî? Wê xwe têr bike; ev jî bi yek gotinê bêterbiyetî ye!
Dema ku em li rastiya xwe dinerin çawa ji vê bê terbiyetîyê re cesaret dikin em matmayî dimînin. Dema ku xwe didin dest jî çiqas bê şerm û xirabkarin em hemû dizanin. Em dikarin hîn jî vekin, ger hûn ji pirtûkan fêm nakin, ji waneyên leşkerî, siyasî fêm nakin, hinekî li terbiya zarokekî ya civakî, hinekê jî li şêwaza xwe terbiyekirina min binêrin. Rojane di rewşa kobayekî (di lêkolînên zanistî de heywanên ku li ser ceribandinan dikin) de me. Hema bêje ez xwe wisa dixebitînim, xwe dadixim asta amûrekî ceribandinê. Ez tenê ne wisa me, bi qasî pêdiviyên we ez xwe vediguherînim amûrekî ceribandinê. Mînak, dema ku ez her yekî ji we dibînim, ji xwe min xwe kiriye amûrekî ceribandinê, ev taybetmendiya min a fêrkirinê ye. Şêwazekî pêşketî yê hewldanên min ên veguhertinê ye.
Ger hûn tenezul nekin, di nêzîkbûna we ya ji mirovan re ne gengaze ku ber we re jî bê derbasbûn. Lê ez dikarim bi carekê xwe bikim pir, bi carekê bibim xizmetkarê herî mezin, xwe bigihînim rewşa xebatkarekî xwe diteqîne. Ji bo bandorkirinê, veguhertinê bi qasî neyê bawer kirin dikarim xwe nerm bikim. Ez hêza xwe ji vir digirim. Çima ez we bandor dikim. Çawa bandor dikim, we qet lêkolîn kir? Ez vî gelî çawa û ji bo çi dihejînim? We qet karî lêkolîn bikin? Ji ber xwe ve çêdibe? Bi hezaran sale çima yek derneket? Pere, pûlê min nebûn, ti kesî wisa alîkarî jî neda min, di asteke mezin de min behremendiyên xwe derxistin holê û kir. Min da diyarkirin ku ez ne kesekî wisa pir ji xwe razîme. Aliyên min ên ji her kesî serdestir jî nînin. Rastiyeke min a malbatê ya bi avantaj jî nebû. Berevajî, ez di rewşa herî bê bandor, bê îdîa û bi pirsgirêk de bûm. Lê min xwe terbiye kir.
Terbiye pir girînge. Ez biçim gel kê bila biçim wisa me. Min qala yekem car dîtina mamosteyên xwe kir. Dema ku ez cara yekem çûm gel mamosteyê xwe yê dibistana seretayî –dibe ku hêjî dijî, herkes dizane- tevî ku çend gotinên Tirkî jî min nedizanî, ez bûm xwendevanê wî yê pileya yekem. Hezkirina wan jî hebû û berteka dijminên min jî bi vê re pêş diketç.