Şerê Rûsya yê li dijî Ukraynayê di 24`ê Sibatê de dest pê kir. Serokê Rûsya Vladimirî Pûtîn texmîn dikir ku xelkê Ukraynayê li dijî serokê welêt Voldimir Zelensky derketibana û ew ji erkê dûrxistibana û hikumetek alîgirê Rûsyayê ava kiribana. Bi vê yekê dê Ukraynayê kontrol kiriba. Lê berteka rojava ya berbelav dê negihiştibana asteke wisa, ji ber guhertinên bilez ên li ser erdê dê rê nedin vê yekê û dê helwestên rojava, bertekên ku dema Rûsya girava Qirim dagir kiriye yan jî beşên ji Gurcistan dagir kirine, derbas neke. Lê rewş ne mîna plana Pûtîn bû.
Rojava di helwesta xwe ya li hember Rûsyayê de hevgirtî bû. Heta ku dev ji gaz û petorla Rûsyayê berda. Êdî li altenatîfên din li ser astên nêz û dûr geriya. Bi vê yekê ji ber ku gelek dewletan daxwaza rojava ya ji bo zêdekirina hilberandinê red kirin, her wiha ji ber ku lihevkirina nûkleerî ya bi Îranê re ji ber dijberiya Rûsyayê nehat îmzekirin, dê Îran pêwîstiya rojava ji gaz û petrolê peyda bike.
Piştî xitimîna rêyên dabînkirin û peydakirina alternatîfên din li şûna gaz û petrola Rûsyayê, rola hat ser kurdan û berhemên wan ên bi erd ku kêmasiya heyî dagir in. Ev yek dê bi rêya avakirina xeteke gaz û petrolê û sûdgirtina ji xetên berê pêk were ku di Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê re derbas dibin, da ku gaz bigihêje rojava û rêgeza xwetêrkirinê pêk were. Serokê Başûrê Kurdistanê serdana Tirkiyê kir, piştî wê bi çend rojan, serokwezîrê Başûrê Kurdsitanê çû Tirkiyê da ku têkildarî vê yekê lihevkirinan pêk bîne. Heta niha rewş asayî ye û di çarçoveya sûdgirtina ji rewşên navneteweyî de ye.
Lê ji bo ku Tirkiyê rê bide ku petrol û gaza kurdan derbasî Ewropayê bibe, ji Başûrê Kurdistanê bi taybet ji PDK`ê xwest ku pê re hevkar be da ku PKK`ê tune bike. Heke ev şert jî pêk were dê bibe destpêka bidawîbûna pêşeroja statuya kurdan. Heke PKK`ê bi dawî bibe, dê dewleta Tirk rabe û hikumeta Başûrê Kurdistanê jî bi dawî bike. Piştre dê lihevkirin di navbera Tirkiyê û Iraqê de pêk were da ku petrol û gaz derbasî Ewropayê bibe. Ji bo kesên ku gumanan li ser van gotinên me dikin, em ê bûyerên ku dema êrişa DAIŞ`ê ya sala 2014`an a li ser Hewlêrê bînin bîra wan û çawa ku Tirkiyê alîkariya Hewlêrê nekir da ku xwe biparêze. Ev yek li ser zimanê rayedarên PDK`ê hat teqezkirin. Piştre helwesta Tirkiyê ji ragihandina referandomê diyar bû, bi pêşengtiya Tirkiyê gelek dewlet û rêxistinên referandom têk bir. Ji ber wê her êrişek bi hevkariya PDK`ê li dijî Hêzên Rizgariya Kurdistanê, dê mîna kesek dara li bin xwe qut dike be.
Serokwezîrê Başûrê Kurdisatnê piştî lihevkirina bi Erdogan re çû Brîtanyayê da ku lihevkirinê erê bike ji ber bi sponseriya wê ye.
Ji bo ku encamên vê lihevkirinê li gorî berjewendiyên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê be, di nav de Başûrê Kurdistanê, diviyabû serdan ji London destpê kiriba. Ji ber heta niha ew xwediyê planan û bernameyên têkildarî herêmê ye, diviyabû li hember petrol û gaza kurdan, daxwaz jê hatiba kirin ku gelê Kurd nas bike, rê li pêşiya pêkanîna komkujiyan û koçberiyê li dijî wî bigire, mîna gelên Tirk, Ereb, Fars mafên neteweyî yên kurdan jî misoger kiribana. Diviyabû, serdan ji Tirkiyê destpê nekiriba û şertên wê nehatibana qebûlkirin. Dikaribû van şertan li Brîtanya ferz kiriba û li bermaber wê jê daxwaz kiriba ku fişarê li dewletên herêmî bike ku mafên gelê Kurd nas bikin.
Di vir de jîrbûna sûdgirtina ji aloziya navneteweyî ji bo pêkanîna berjewendiyên kurdan xuya dibe. Lê xuyaye ku Tirkiyê ev yek ji xwe re kir firsend da ku wan tune bike.
Kilît hîna di destê kurdan de ye ku vê aloziyê ji bo doza xwe bi kar bînin. Destpêkê bi hev re kar bikin, berhemên xwe yên binerd kontrol bikin, daxwaz ji hêzên xwedî biryara cîhanî bikin ku doza kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê bi taybet li Tirkiyê bê çareserkirin. Ji ber ku dewletên xwedî biryar dikarin zextê lê bikin û pêwîstiya cîhanê pê bi kar bîne, her wiha bike kaxizeke zextê. Bêyî çareserkirina doza gelê xwe petrol û gaza kurdî nede Ewropayê. Ev derfeteke zêrîn e û heke niyeta rast û durist hebe PDK`ê dikare doza kurdî heta hetayê çareser bike.
Lê mixabin, berhemên me bûn bela li ser serê me, li şûna ku bibin rêyek ji bo çareserkirina dozên me, her tim jî sedem cihê destpêkirina çareseriyê ye û kî pêk tîne.
Dibe yek bibêje, em ê her tişt ji dest bidin, helbet ev îthtîmal heye, helbet windakirina her tiştî heye heke tiştên me bi bîr xistin pêk nehatin.
Li şûna ku pêdiviyên rojava li ser hesabê kurdan pêk bînin divê pêwîstiya rojava ji bo çareserkirina doza xwe bi kar bînin.
Gelo kesek di PDK`ê de heye dikare vê siyasetê û bi lihevkirina bi PKK û YNK`ê re pêk bîn?
Firsend va ye li qadê ye, lê divê PDK`ê destpêkê ji bin sîwanê siyasî yê Tirkiyê derkeve û siyaseteke kurdî ya neteweyî pêk bînin, lihevkirin ne bi dewleta Tirk re, lê bi navenda biryara navneteweyî re pêk bîne.
Luqman Ehmê Nivîsandî….