NAVANDA NÛÇEYAN –
Dîrokek hatîye nivîsandin. Dîroka kû bi destê desthilatdaran hatîye nivîsandin de hertim rastî hatine wenda kirin û di tarîtîyê de mane. Jiber wî mirov tu carî liser rastîya xwe mezin nebu û jiyan nekir. Taybet ew dîroka ku hatî berovajî kirin de hama hama bêje jin nîne. Cîhê ku hatîye behskirin jî diwirde hertim jin sedema nebaşî û xirabîya ye.Gelo rastî çîye? Kengî destpêkir wendakirina rastîya? Ji bo ku em vana bizanibin, xwe nas bikin,dîroka xwe ya rastî nas bikin Rêber Apo got ‘’Jîneolojî’’ yanî zanista jinê. Hemu jinên kurd û jinên cîhanê bi saya Rêber Apo, bi saya jîneolojî rastîyên xwe cewhera xwe ya wendakirî dît.Rêber Apo ev rewşa ku jin têdeye qebul nekir û dest bi tekoşînê kir.Jiber ku zanibu rastîya jinê ne eve.Ya ku jiyanê ava kir,civaka exlaqî ava kir jin bu.Jin otorîtera xwezayî bu.Her tişt di bin hakîmîyeta wê de bu.Hakîmîyetek bi edaletî,wekhevî û xwezayî pêk hatibu.Jin pîroz dihate dîtin.Xwedawend û pêşenga civakê bu.Herkesî li dora xwe kom dikir û perwerde dikir. Bi hevre komunal jiyan dikirin.Hemu berhemê xwe bi hevre parve dikirin. Cuda buyîn di nava tu kesî de tunebu. Exlaq,wekhevî ,komunalîzm bingeha civaka xwezayî bu. Kes nizanibu hevdu kuştin, qetilkirin, li hevdu zilm kirin çîye. Jiber ku civakê jin bi xwe perwerde kiribu û birêve dibir.Jin bi keda destê xwe,bi berhemê xwe çand ava kir.Girêdanbuyîna jinê bi xwezayê re pir xurte. Têkîlîya di navbera jin û xwezayê de dihêle ku jin ji berhemên xwezayê feyde bigre.Jin hemu gîhayan nas dikir û bi wan dermanan çêdikir.Bi saya van dermanan jî kesên ku dihatin gel dayîka xwedawend baş dibun. Yanî li her derê jin hebu,keda wê hebu, berhemên wê hebun.Jiber wî jin di civaka xwezayî de xwedawend bu,pîroz bu.Rêber Apo dibêje ‘’Jin çavkanîya jîyanê ye’’. Jiyana mirovahîyê wisa destpêkir lê mixabin wisa berdewam nekir.Dema hêstên zilam yê desthilatdar pêş ketin,xwest cîhê jinê dagir bike. Destpêkê cîhê jinê dagirkir piştra dest da ser hemu berhemê wê yên ku bi keda xwe çêkiribu.Xwedawendên civakê berxwedan lê zîhnîyeta desthilatdar ew xistin kolê xwe. Şikestina dayîka xwedawend bu sedem ku civakbuyîn,exlaq ,komunalbuyîn,wekhevî ji holê rabe. Jiber zilamê desthilatdar her tişt kir bin destê xwe.Hemu nirxên ku jin ava kiribu xirab kir.Tiştên xirab û nebaş kir şuna wan. Hêza jinê ji destê wê girt û civak kir bin serwerîya xwe.Êdî nehişt ku di serîde jin, tu kes bi îrada xwe jiyan bike.Tenê bi şikandina jinê re, berhemên wê dizînê re sînordar neman.Jin ji bo kiryarên xwe yên qirêj bikar anîn.Jinan wekî hemal li bazaran firotin.Malên taybet ava kirin. Jêre dibêjin kerxane jî, an jî malên fuhuşê,di wan cîhan de karên fuhuşê bi wan dikirin.Piştî her tişt ket destê zilamên desthilatdar,jin hêdî hêdî ji rastîya xwe,ji cewhera xwe dihate dur xistin.Ev di her serdemê de bi şêwazên cuda cuda pêş ket û mezin bu. Di serdema feodalîzmê de jî jin bi navê olê serê wê hate girtin, devê wê hate girtin.Êdî jin bu jina zilamê xwe. Êdî ya xwe nînbu,ya kesek din bu. Fikrê wê, bedena wê bubu aîdê zilamekî. Heta roja me ya îro wisa hatîye ku jin tenê ya zilamê xwe ye. Bê zilamê xwe nikare derkeve, nikare biaxife, heta nikare bikene jî. Di bin navê namusê de dema dilê wan bixwaze jî jinê dikujin. Heta mafê jiyan kirina wê bîle di destê zilamê wê de ye. Di hişmendîyê de wisa ava kirine ku jin bê zilam nikare jiyan bike. An jî derveyî rêya zewacê tu rê jêre nemaye. Zarokên keç hîn temenên biçuk da ji bo zewacê tên amade kirin. An jî bi hezaran zarokên keç,di temenên xwe yên ku lîstokan bilîzin de têne zewicandin. Jin tenê ji bo xerîzeyên xwe yên cînsî û ji bo zarok anînê bikar tînin. Jin ji bo wan makîneya zurrîyet zêde kirinê ye. Wekî din ne nirxê jinê ne jî mafê jinê tune ye. Rêber Apo ji bo vê rewşê dibêje ‘’Jinê tune kirin nîşanaye civak buyînê qedandine’’. Sîstema qirêj û zîhnîyetên desthilatdar jinê û bedena jinê ji bo her kiryar û polîtîkayên xwe yên qirêj bikar tînin. Jin di nava sîstemê de xapandinek mezin jiyan dike. Her tim di nava lêgerîna ku ezê çawa xweşikbim deye. Tenê milê fîzîkî da xweşik buyîna xwe difikire. Hişmendîya ku tu çiqas xweşik bî, tu bixwînî, ne di bin hakîmîyeta malbatê de bî awqas azadî ava kirîye. Van polîtîkayan di bin navê azadîyê de dikin ji bo jin li mafê xwe yê azadîya xwe ya rast negerin.Jinên ciwan jiber di bin bandorîya van polîtîkayan dene, her tim di nava lêgerînên sexte dene. Ji malbata xwe direvin lê dîsa li gel zilamekî dinin. Ev jî dihêle ku jin her tim xwe muxtacê zilamekî bibîne. Wekî me di destpêkê de jî got Rêber Apo bi tekoşîna xwe ya salan van tespîtên girîng kir û heman demê de alternatîfa wî jî danî holê.Bi naskirina Jîneolojî yê re bi hezaran jin ketin lêgerîna azadî û xwebuna xwe. Îro li gelek deverên cîhanê hezaran jin ji bo fikrên Rêber Apo yê ji bo jinan nas bikin têne Kurdistanê. Mînaka herî xweş jî li Rojavayê Kurdistanê gundê Jinwar e. Li gundê Jinwarê her tişt bi keda destê jinan tê çekirin. Jinwar gundê jinan ê û liwir civaka xwezayî tê jiyan kirin.Bi van lêgerînan re her tim di nava çalakî û tekoşînan dene. Taybet ji bo jinên Kurdîstanê,alternatîfa Rêber Apo bu ronahîyek mezin.Ji bo jin vegerin dîroka xwe û rastîya xwe bibînin pêwîste berê xwe bidin nirxandin û perspektîfên Rêber Apo.Jin avakera jiyanê ye.Jiber wî pêwîste berî her tiştî hemu jin, cewhera xwe ya di tarîtîyê de hatî hiştin bi tekoşînê derxe ronahîyê. Rêber Apo ji bo me jinan ev tekoşîn da destpê kirin, rêya ku em têde bimeşin jî nîşanî me da.Em jî pêwîste di wê rêyê de bimeşin. Rêber Apo artêşbuyîna jinê ava kir ku jin di her milîde bi hêz bin û hêza xwe bibînin.Bi tekoşîna Rêber Apo hêz û cewhera jinê derket holê. Bi berxwedanî û şerkerîya jinan, taybet jinên kurd ku li cîhanê bi nav û deng bune de tê dîtin. Bi mînakên pêşengên wekî Besê Anuş, Zîlan Pepule, Sakîne Cansiz, Vîyan Soran, Şîlan Kobanê de ew hêz û îradeya jinê hat îspat kirin.Di dîrokê de jî berxwedanîyên gelek jinan hebun ku li hemberî hêzên faşîst û zîhnîyeta zilamsalarî serî rakiribun. Di oxira wê de ew jinên ku bubun hevîya jinên bindest,canê xwe jî dan. Jinên wekî Mesture Erdelanî, Leyla Qasim, Zarîfe û Leyla Xalid wê her tim çavkanîya hêza me bin.Gellek tekoşînên jinan çêbun lê tekoşîna Rêber Apo bi ronîkirina dîrokê destpêkir, çavên hemu jinan vekir.Jiber wî jî her tim berdewame û her ku diçe xurttir dibe.Rêber Apo di azad kirina jinê de israr dike lewma dibêje ‘’Jin bi tenê û bi tenê divê ya xwe be’’. Erka ku dikeve ser milê me jî vê berxwedanîyê heta bighînin serkeftinê meşandine.Dema em Rêber Apo û îdeolojîya azadîya jinê ku ava kirî nas bikin, emê dev ji jiyana modernîteya kapîtalîst û azadîya wê ya sexte berdin. Hemu jin taybet jinên ciwan ger ku em dixwazin dîsa xwebun û cewhera xwe jiyan bikin, ji xeyalên sexte û jiyana derewîn birevin berê xwe bidin refên azadîyê. Hem xwe hem civaka xwe azad bikin. Rêber Apo dibêje ‘’Jina azad buyî civaka azad buyî ye’’.
Ji pênûsa Aryana Baran