NAVENDA NÛÇEYAN – Tirkiyeyê dev ji dijberiya Swêd û Fînlandiyayê ya ketina nav NATO’yê berda. Piştî hevdîtina Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jen Stoltenberg, Seroka Swêdê Magdalena Andersson û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan peymana lihevkirinê hat îmzekirin. Piştî hevdîtina roja duşemê ya bi Serokê NATO’yê ya li Brukselê, Serokwezîra Swêdê got: “Zagonên me yên terorê di 30 salên dawîn de di guhetînên mezin de derbas dibe. Her wiha ji bo tevlêbûna rêxistina terorê sûc bê dîtin di Destûra Bingehîn de guherîn bê çêkirin.“
Daxuyaniya nivîskî ya bi sernavê “Ji bo gel, jin û mirovahiya pêşketî“ wiha ye:
“NATO’yê ji bo berfirehkirina gavên xwe destkeftî, nirx, azadî û tekoşîna gelê Kurd bike mijara bi kar anînê bi gotinekê ev îlana dijminatiya gelê Kurd e.
28’ê Hezîranê li Madrîda paytexta Spanyayê, lihevkirina bi desthilatdariya faşîst, qetilker û dijminê demokrasiyê ya dewleta Tirk re ya Fînlandiya û Swêdê ku xwe wekî nûnerên demokrasiyê nîşan didin, pênaseya durûtî û rewşa wan a kirêt e. Deşîfre bûyîn û derketina holê ya rûyê rast ê pergala wek demokrasiya Rojava tê pênasekirin e. Birina bi avê de ya biryara kirina piştgiriya gelê Kurd a di kongreya Partiya Demokrat a Sosyal Swêdê daye û pê hat nîşandan ku ji bo berjewendiyên xwe dikarin gotûbêja her tiştî bikin. Ev peyman, neheqiyeke mezin e li gelê Swêdê û li yên jê bawer dikin.
Fînlandiya û Swêd ku wekî nûnerên “demokratîk” ê tên nîşandan di 28’ê Hezîranê de li paytexta Spanyayê Madrîdê bi hikûmeta herî faşîst, qetlîamker û antî demokratîk a dewleta Tirk re li ser polîtîkaya faşîst li hev kirin û ev yek durûtî û qirêjiya wan raxist ber çavan. Rastiya rûyê sîstema ‘demokrasiyê’ ya rojava di her alî de derket holê û deşîfre bû. Biryara pişgiriya bi Kurdan re ya di kongreya Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê de hat wergirtin têk çû û nîşanî her kesî dan ku her tiştên wan ji muzekereyê re vekiriye. Ev jî ji bo endamên wê yên ku jê bawer dikin û li civaka Swêdê neheqiyeke mezin e.
Peymana di civîna Madrîdê ya NATO’yê li ser wê hat lihevkirin tê wateya xwedîderketina li qetilam û polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk a bi sedan salan a li dijî gelê Kurd dimeşîne. Îro gelê Kurd, li ser dewleta faşîst a Tirk ku bi Peymana Lozanê Kurdistan kir mêtingeh û li ser axa xwe înkar, îmha û qirkirinê li ser gelê Kurd ferz kir, bi hişmendî û rêxistinbûna xwe ya siyasî ya bilind, demokrasiyê ferz dike. Tu hêza dinyayê dê nikaribe vî gelî têk bibe. Dewleta faşîst a Tirk nikare pêşiya têkçûna xwe li hemberî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bigire lewma difikire ku bi piştevaniya navneteweyî qirkirinê pêk bîne.
NATO ji sala 1985’an û vir ve her cure piştgirî dide Komara Tirkiyeyê. Tevî vê yekê têkoşîna azadiya Kurd îro gihiştiye lûtkeya dîrokî. Li her derê cîhanê bi taybetî li Swêd û Fînlandiyayê bi sed mîlyonan dostên gelê Kurd hene. Gelê Kurd bi dostên xwe re dê li hemberî kesên ku destûra qirkirinê dane dewleta faşîst a Tirk têkoşîna demokrasiyê û aştiyê blindtir bike.“