NAVENDA NÛÇEYAN –
Di dîroka têkoşîna gelê Kurd a li hemberî dagirkeran de Zeyneb Kinaci (Zîlan) bi çalakiya xwe ya fedayî bû sembola azadî û lehengiyê.
“Angaşita (Îdaya) min a jiyanê gelek mezin e. Ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke bi wate û çalakiyeke mezin. Ji ber ez ji jiyan û mirovan pir hez dikim, ez dixwazim vê çalakiyê pêk bînim.” bi van gotinan şehîd Zîlan çalakiya xwe ya fedayî li Dêrsimê pêk anî û mîraseke ku bi lehengiyê dagirtî li dû xwe hişt.
Dema çalakiya xwe pêk anî, tenê salek li ser tevlîbûna wê ya di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de derbas bibû. Lê dîsa jî navê xwe di rûpelên dîrokê de nivîsand û bi şagirta Rêber Apo hat bi nav kirin.
Jiyaneke bê wate di welatekî bindest de qebûl nekir. Zîlan bi berxwedana xwe îspat kir ku heke jin armancekê dayîne pêşiya xwe helbet wê pêk bîne.
ZÎLAN KÎ YE?
Zeyneb Kinaci (Zîlan) di sala 1979`an li gundê Almalî yê Malatiyayê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Beşa “Zanista Derûnî” ya zanîngeha Înono xwandiye. Beriya ku tevlî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bibe di beşa rangtonê ya nexweşxaneya watanî ya bajêr de dixebite.
Li zanîngehê Tevgera Apoyî nas dike. Di şehîd Zîlan de hestên welatparêzî û netewî li pêş bû. Di sala 1994`an tevlî xebatên eniyê ya li Adanayê dibe û salekê lê dimîne.
Sala 1995`an li Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê tevlî nava têkoşîna azadiyê dibe û navê xwe dike Zîlan ku tê wateya Vejandin. Her wiha sedemeke din jî a ji hilbijartina vê navî ewe ku dewleta Tirk di Tîrmeha 1930’î de li Geliyê Zîlan, li dijî Kurdan komkujiyek kir, di encama komkujiyê de bi deh hezaran Kurd bûn qûrbanî, li ser vê esasê ji bo tolhildana wan zarok û jinên ku hatine qetil kirin navê xwe dike Zîlan.
Şehîd Zîlan ji bo pêkanîna hevjiyana azad û ji bo doza Kurd û Kurdistanê xebateke bêhempa meşand.
Şehîd Zîlan bi rêya nameyekê wiha behsa tevlîbûna xwe kir; “Di nava gerîla de min kesayeta xwe ji gelek aliyan ve nas kir û bi pêşxist. Ez dikarim bêjim ku di mijarên moral, biryar, vîn û riştbûn de min hêz girt.”
ÇALAKIYA FEDAYÎ
Zîlan bi têkoşîna xwe û bi çalakiya ku pêk aniye, îspat kir ku ên ji jiyanê hezdikin dikarin jiyanê çêkin û bidin û tiştên bêhempa bi dest bixin. Di dîroka têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê de çalakiya şehîd Zîlan a yekemîn bû.
Bi çalakiya ku di 30’ê Pûşpera 1996’an de li navendeke artêşa Tirk a dagirker ya li Dêrsimê pêk aniye re, hêz û moral da gelê xwe û tirs xist nava dilê dewleta Tirk ya dagirker.Li hember suîqastkirina Rêber Apo ya ku ji aliyê istîxbarata dewleta Tirk ve li paytexta Sûriyê Şamê hatibû kirin, şehîd Zîlan bi çalakiya xwe bersiva wan da.
Zîlan 8 KG madeyên teqemenî (TNT), hesin û du bomeyên destan li xwe pêçand û weke ku ducanî ye derbasî nava artêşa Tirk a dagirker bû û xwe teqand. Di encama wê çalakiya leheng de 18 leşkerên Tirk hatin kuştin û 21 jî birîndar bûn.
Zîlan beriya ku çalakiya xwe li darbixe, nameyek ji Rêber Apo re dişîne û tê de dibêje: “Ez dixwazim bibim îfadeya daxwaziya azadiya gelê xwe. Ez dixwazim mezinbûna hêrsa xwe ya li hemberê polîtîkaya emperyalîzmê ya ku li ser jinê dimeşîne û dike kole nîşan bidim, û bibim sembola berxwedana jina Kurdistanê.”
ZÎLAN… MANÎFESTO
Têghiştina Zîlan a fikirê Rêber Apo û hesasiyeta pêvajoya ku Tevgera Azadiya Kurdistanê tê re derbas dibe hişt ku canê xwe feda bike. Zîlan bi şehadeta xwe dîrokek bi têkoşîn û berxwedanê dagirtî li dû xwe hişt.
Rêber Apo fedakariya şehîd Zîlan bi “Manîfesto” bi nav kir û got: “Hevala Zîlan pêşenge ez jî şervanê wê me”. Xwedawenda şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê ye, ji ber ku asta welatparêziya xwe û lêhûrbûna xwe ya di rêgeza sosyalîzmê û azadiyê de destnîşan kir.
BI HEZARAN ZÎLAN
Şehîdbûna Zîlan û fedekariya wê di dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê de pêvajoyeke nû bû. Piştî wê çalakiyê bi hezaran ciwanên Kurd bi taybet jin tevlî nava têkoşîna azadiyê bûn. Li ser şopa Zîlan gelek jin meşiyan mîna yek ji wan Sema Yûca bû.
Sema Yûce di sala 1971’an de li gundê Qerxelixa Şêx Remezan a ser navçeya Dûtax a Agirî ji dayika bûye. Dibistana seretayî li gundê xwe xwendiye, dibistana navendî li Tûtakê û ya amadehî li zanîngeha Agiriyê xwendiye. Di sala 1989’an de beşa Sosyolojiyê ya Zanîngehê Teknîk a Rojhalata Navîn ya Enqerê qezenc kir û çû Enqerê. Li vir bi xwendekarên welatparêz re civiya û beşdarî xebata ciwanên YCK’ê bû. Di sala 1991’an de ji ber zextê dewleta Tirk ji zanîngehê derket û çû Mêrdînê li wir tevlî nava têkoşîna azadiyê bû.
Sema Yûce di sala 1991’n de li Mêrdînê tevlî refên PKK’ê dibe. Sema Yûce piştî demekê mayîna li herêma Mêrdînê, ji bo perwerdeyê derbasî Akademiya Mahsum Korkmaz dibe. Li Akademiya Mahsum Korkmaz cara yekem Rêber Apo nas dike û gotina Rêber Apo a ‘Mîlîtanên herî baş mirovên ku bikaribin xwe bi rêxistin bikin e’ ji xwe re esas digre. Di sala 1992’an de bi komek hevalên xwe re berê xwe dide Eyaleta Serhedê.
Sema Yûce li Serhedê xebatê bi awayekî çalak dide meşandin û piştî demekê ji bo xebatên rêxistinî derbasî bajarê Agiriyê dibe, piştî sê mehan li ser îxbarekî tê girtin. Sema Yûce piştî lêpirsîneke dirêj, derdikeve pêşberî dadgehê û ji ber parastina siyasî 22 salan ceza lê tê birîn. Destpêkê wê dişînin Girtîgeha Nevşehirê û piştî Nevşehîrê sirgûnê Girtîgeha Çanakaleyê dikin.
Sema Yûce piştî şeş salan li girtîgehê dimîne, li dijî girtina Rêber Apo, di sala 1998’an de xeta Zîlan ji xwe re esas digre û li dijî esaret, înkar û tunekirinê di 21’ê Adarê de bedena xwe dide ber agir. Sema Yûce piştî dermankirina 80 rojan a li Nexweşxaneya Cerrahpaşayê ya Stembolê, di 17’ê Pûşperê de şehîd dikeve.
Şehîd Zîlan û Sema Yûce ji bo gelê Kurd ronahiya ber bi azadiyê ne, gelê Kurd li tevahî cîhanê li hemberî siyaseta pişaftinê serî hildan û li berxwe dan. Di Kurdistanê de avakirina sazî, xwaseriya demoqratîk û afirandina jiyaneke bi rûmet ji bo Kurdan û tevahî gelan encama berxwedanên bi vî rengî ne.
Li her çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran navê zarokên xwe kirin Zîlan. Her wiha gelek hunermendên Kurd stran li ser lehengiya wan stran gotin, yek ji wan hunermedan jî şehîd Delîla ye.