NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahûrandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
Em jî rewşa we gelekan dizanin, ez van kesayetan bihêlim di bin navê evîn û hest de dê bi destên xwe gelek caran benên xwe bi dagirkeriyê ve girê bidin. Hun dibêjin, “ger ez rojekê werim nava partiyê ezê ji bo te werim.” Hun tên an jî nayên ev yek ew qasî girîng nîne. Ev çîroka we jî dide dest. Ez nabêjim hun hemû wisa ne. Di heman astê de ne. Lê belê têkîliya ku hun pê ve girêdayîne gelekî kûr e. Dema li hember jî derdikevin, dema tên girêdan jî gelekî xirab e. Ez tevlîbûna we ya partiyê çawa bi pêş dikeve diyar dikim. Ev yek ji bo jinan jî derbasdar e. Dema em jinekê dikişînin tekoşînê em nîşan didin ku ev yek bi xwe çênabe. Di encamê pevçûneke mezin de pêk tê. Dibe ku hun xwe azad bibînin, bibêjin bi biryara azad ve hatine. Lê belê gelo zemînê azadiyê yê PKK ê nebûya we dikarî hun çend rojan li çiyan bimînin? Ger ev tevdîr û ev tekoşînên mezin nebana û rêberên cuda bi we re bibana, dê li ser bingehê girêdaniyên herî kole û feodal qaşo têkîlî bi pêş biketa. Niha jî qaşo yên nêzîkî me ne, yên fermandar in wiha bikin, gelo ma yên din çi nakin? Jinên ku herî zêde pêwîste bi nirxan ve girêdayî bin, nayên perwerdeya şoreşgerî û rêxistinê. Nabêjin “ka em dixwin û vedixwin, em hindekî jî bi karên partiyê re mijûl bibin.” Weke ji nexweşiya vebayê direvin ji van karan rev heye. Ew jinên din jî bi hêsanî nameşin. Min jî negot bila wiha bin, di rastiya Kurd de ev hene. Bi hezaran şehîdên me, bi hezaran nirxên me hene. Lê belê pêwîstiyê bi girêdaniya van ve nabînin. Bi tiştên ketûber ve tên girêdan, gelo di gelek kesayetan de ma ev tişt nîne? Gelo di bin van ev helwestên we yên bertek û nebûyîna we ya partîbûyînê de ev asta we ya hestan ristekê nalêyîze? Gelo di bin gilî û gazindên we de cihê hestên we yên gelekî paşketî û hov nîne? Gelo rastiya vê jiyanê bi partînebûyîna we ve têkîliya xwe nîne? We di vê mînakê de hebûna pêwendiya wê gelekî balkêş dît. Bi sedan mînakên vê hene. Mînak milîtanekî me yê gelekî baş hebû. Provakatoran jê re gotin “were Ewrûpayê tu li vir weke tu dixwazî dikarî bijî, ji bo vê em navendê bixin destên xwe, dema ku me navend xiste destên xwe, emê biryarê bidin, ne ber bi Hekariyê ve, ber bi Ewrûpayê ve biçin. Wê demê keçika ku tu jê hez dikî emê bînîn Ewrûpayê, bi vî rengî tuyê jî bigihê evîna xwe ya mezin.” Û pê lêyîstin. Me ev heval şande welat, lê belê tenê ji ber keçikekê ket. Rexmî kesayetekî gelekî zindî bû jî veguherî mirovekî weke ku felç derbaskiriye û anîne rewşekê ku mirov êdî nikaribe rabike. Me ew anî rewşekî ku hindekî bikaribe bimeşe û hetanî welat jî şand. Dema ku gavekî biavêje sînor dibêje, “ez nikarim derbas bibim” di rastiyê de kesayetekî ku gelekî çalakiyên xwe yên cidî hebûn. Lê belê bû qurbanê hestên erzan û provakatoran. Weke vî bi sedan têkîliyên me yên binirx hebûn. Ji ber ku dahûrîna hestan nekarîbûn bikin pir bi hêsanî çûn. Berovajî ger van bikarîbûna dahûrînin dibe ku her yek ji van biba serfermandarek. Dahûrîna hestan karekî hêsan nîne. Bihizirin ka min hindekî ber xwe nedaya gelo îro ji partîbûnê û Kurdîtiyê tu şop diman? Di rizgariya jinê de pêşveçûn û afirandina derfetên azadiyê hêsan nîne. Di nava PKK ê de ev bi şerkirineke mezin ve gengaz e. Li ser vê bingehê pevçûnên mezin, qutbûnên mezin û cihebûnên mezin mijara gotinê ye. Ez wisa bawer dikim ku hindek keçik û zilamên biaqil dibêjin, “PKK azad e, ji ber wê jî em jî azad in, em dikarin yekcar têkîliyan bi pêş bixin.” Dikarin têkîliyê bi pêş bixin lê belê qet nebe em çîroka xwe baş bînin pêş çavên xwe. Gelo em di riya afirandina jin û zilamê azad de çi dikin? ji bo çi hindek hîn jî me weke pîrhebokan dibînin? Kêm maye me dijminê evînê îlan bikin. Gelo hun ji evînê û hestan çi fêm dikin? emê ev qasî bingehên wê ava bikin, we bînin beramberî hev û piştre jî navên min derbikeve “dîktatoriyê.” Gelo wijdan di ku dera vê de ye? Pêwîste mirov hestên xwe bijî, lê belê qet nebe bi zanêbûna kûr a rastiya xwe ve tevgerînê jî bizanibe. Naxwe ev dê bibe bêagahiyeke mezin, xefleteke mezin û nankoriyeke mezin. Wisa ye ku asta têkîliya jin û zilamê azadiyê çî ye, çi qasî hêzê dide, çi qasî hêzê distîne hîn jî mijarên nîqaşê ne. Di salên dawiyê de hin dahûrînên jinê ku me bi pêş xistine hene. Dîsa rewşeke ku berdewamkirina xebatên jinê, tevlîkirina we ya pratîkê heye. Ev hemû karên ku bi hewldanên mezin ve têne pêşxistin in. Feraseta me ya namûsê jî heye. Hun dê jinê bixin rewşeke ku pênc qirûşan nake, di destên ên ku xwe weke egîdan dibînin de jin dibe ku hefteyekê de were rewşa paçekî. Emê vê yekê çawa bipejirînin? Rastiya hindekan wiha ye. Dîsa jî dê bixwazin dersa namûsê bidin min. Baş e, ez dizanim li ser xwe serdest bim, kêm zêde min dikarî pîvanên xwe yên baş bûn, xweşikbûn û namûsê nû bikim. Min dikarî xwe hindekî ji feraseta we ya namûsê rizgar bikim. Ger min xwe rizgar nekiriba gelo ma di nava partiyê de yek jinê jî dikarîbû bi azadî pêş bikeve? Mînak di tekoşîna ku li başûrê Kurdistanê tê meşandin de jineke ku bingehê wê Xiristiyan bi navê Margaret hebû lê belê ew jî kuştin. Di tekoşîna perçeyê Başûr de ji vê zêdetir jinek jî nîne. Ger hun wisa bawer dikin ku di nava refên PKK ê de jiyîna bi hezaran jinan bi xwe ji xwe ve çêdibe, yan jî hevaltî û têkîliyên we yên pîroz ve çêdibe, ev xefleteke mezin e û înkarkirin e. Ev çîrok misoger ne wisa ye. Di vê mijarê de înkarkirin û tevlîhevkirineke mezin heye. Him jî ev ji aliyê yên herî nêzî me ve tên kirin. Kêm maye ku me gunehbar bikin. Gelo ger jineke ku zilamek gelek jê hezdike hebe yan jî zilamekî ku jinek gelekî jê hez dike hebe, dikare beşeke biçûk a mijûlbûnê bi qasî min nîşan bide? Gelo weke kesayetên ku evînên herî xwedî azwer dijîn, dikarin xwe tevlî asta azadiyê ya wiha û rastiya tekoşînê bikin? Emê van hemû tiştan wiha pêş bixin. Lê belê rexmî vê emê weke “astenga” li pêşiya têkîliyan û “dîktatorek” werin nirxandin. Di PKK ê de têkîliyên jin û zilam bi hêsanî pêş nakevin. Me xwest em van têkîliyan bi pêş bixin. Cara yekem jî me xwest em bi jinê dest bi vî karî bikin, hun dibînin çi hate serê me. Pêwîste em ji vê dersan derbixin. We dît ku çi hate serê bi sedan milîtanî. Ji welatê xwe direvin. Dijmin ên ku bi îşkenceyê nayê rê bi vê rêbazê ve tîne rê. Ew keçikên ciwan û xortên ciwan ên di civakê de hîn di panzdeh saliya xwe de çawa tên pûçkirin. Em naxwazin diyar bikin ku rejîma 12 Rezberê di vê mijarê de çi kiriye. Ez girîngiya fêmkirina we çîroka di nava partiyê de diyar dikim. Hun dizanin ku di civateke wiha û îdarekirina jinekê çi qasî zehmet e. Dibêjin “jin e, ger ji malê bireve ne diyar e ka wê çawa bigihê ku derê?” jinekê dema ku zincîra feodaliyê qetand ji beriya ku bigihê panzdeh saliya xwe direve. Dibêjin “an dê biçe gewende yan jî biçe zirnecî.” Heta bigihê wir direve. Ji ber ku zincîr di asta ku mirov nikare li ber xwe bide de ye. Hun zilamên ku xwe di mijara jinê de pispor dihesibînin, ger hun bikaribin jinekê di nava heftiyekê de di nava têkîliyeke tenduristiyê de bihêlin ezê ji we re bibêjim bijî. Asta di Kurdistanê de misoger derfetê nade ji bo meşandina evînê. Me bûyera evîn, hest û hezkirinê şîrove kir. Pêwîst e hun van hîn bibin. Riya rast a evîn û hezkirinê heye. Riya têkîliyan a teqez azadkirinê û xwedî hêzkirinê heye. Ger hun van li aliyekî bihêlin, rê vebikin ji bo skandalên ku her roj ji aliyekî ve partiyê têk bibe, evê bibe xirabiya herî mezin ku hun bi partiyê dikin. Hindek provakator ji bo ku polîtîkayên me yên di vê mijarê de vala derbixin gelekî bi ser me de tên. Qaşo dê lewaziyên me bi kar bînin. Ev yek karê provakatoran e. Ew her tiştî dikin. tiştên çawa bi min kirin we dît. Lê belê emê jî hindekî bizanibin li ber xwe bidin. Ez dikarim ji bo yên ku di Kurdistanê de nirxekî mezin didin hest û evîna xwe vî tiştî diyar bikim: ez bawer dikim ku me riya vê ya rast nîşan da. Me teoriya vê ava kir û di heman demê de ev teorî zanistî ye. Hevgirtina ku di PKK ê de pêk tê evîna herî mezin e. Serkeftina di dahûrîna û derbaskirina wê ya pratîkê de hatiye pêkanîn serkeftina herî mezin a li hemberî her cureyê fetisandina feodalî û kîlîtbûnê ye. Ev jî serketina evînê ye. Lê belê pêwîste hun girêdaniya vê ya bi şer re bibînin. Asta jineke kole, zilamekî hatiye kolekirin, zilamekî ku hatiye rewşa pîrejinekê ya di nava me de bibînin. Piştre behsa evînê bikin. Evîn karekî ku pêwîste bi egîdî were kirin e. Bêyî ku hun xwe rast nas bikin, di çareseriya rastiya xwe de gavekî serkeftî jî neavêjin hunê behsa kîjan têkîliyê bikin? Ji bo evînên we hemûyan rêza min heye, lê belê ez dihizirim ku wiha evîn nabe. Ez li hemberî evînê jî nînim, ji ber ku ez dizanim têkîlî weke ku hun bawer dikin bi pêş nakeve. Dê bêencam bîmîne, dê we gelekî bide şermê û bixe rewşeke tengav, lewma ez bi rexneyî nêzîk dibim. Min nîşan da ku têkîliya jin û zilam çi qasî bizehmet e. Hun nikarin bibêjin “ya te îstîsnayek e” ya min ne îstîsnayek e. Pergaleke ku giştî û her kesek di nav de ye, derxistina wê holê ye. Hun dixwazin biceribînin. Li vir jî hindekan ceribandin, xwestin nîşan bidin ku weke çavkaniya hemû pirsgirêkên me zewacên erzan pêk anîn in. Bi vê tenê ne partiyê, netewe û pêvajoya ku netewbûn hatiye tê de çawa vala derdixin. Vaye têkîliya Kurd, vaye têkîliya jin û zilam, vaye zewac! Hunê çi ji zewacê bikin? Ger hun bikevine vê riyê dê kî we li van çiyan xwedî bike? Emê vê têkîliyê çawa rabikin? Ger em hemû di nava hewldaneke wiha de bin, hilberîn û şer bisekine misoger gel me qebûl nake. Ger gel qebûl neke, dê alîkarî qut bibe, ger alîkarî qut bibe emê li çiyan birçî bimînin û nikaribin şer bikin. Dema bi evînê ve mijuûl bin dê şer raweste. Dê kî me li van çiyan rizgar bike? Ger hun bixwazin sîxuriyê jî bikin, nîjadperestiya hov dê jina di destên we de bigre, jixwe pêşmergeyan kiribû biryar. Digotin “gelek keçikên wan hene, her yek ji me em biçin emê yek diduyan bînin.” Ji ber ku hindekî ji min ditirsiyan emin pêşî li wan girt. Ez hindekî xwedî bandor im û rewşeke min a ku giraniya xwe heye, li holê ye. Ez zêde ihtimal nadim ku di welatên biyanî de hestyariyeke ku hun li çiyê dijîn hebe. Ez zêde ne ewle me ku derbasbûna jiyaneke malbatê ya gelekî bipergal zêde tendurist be. Pergal û rewş guhertine. Di nava bûyera PKK ê de di vî alî de tiştên ku çêdibin pêwîste mirov gelekî baş têbigihêne. Têkîliyên hêsan û partîbûyîna hêsanî nabe. Jin û zilam bi hêsanî azad nabin. Em nikarin bi hêsanî zilamên binamûs biafirînin. Rêza min ji evînên we re heye, lê belê ew zilam û keçika ku hun xwe dispêrinê ji zû ve tune bûye. Destpêkê em wan bi pêş bixin. Jin û zilamên milîtan derbixin holê. Ev yek bingeh e. Ger şerekî veguhertina kesayetekî mezin nebe, hun nikarin li rûyê hev binêrin. Hatina beramberî hev a kesayetên lewaz heta asta hin têkîliyên me yên hetanî duh bi pêş diketin bihizirin. We bi xwe diyar kir ku ev çi qasî seranser in, çi qasî ketî ne, çi qasî ezez in, çi qasî ji armancê qut dikin. Gelo em dikarin ji van re bibêjin têkîliya hest, evînê yan jî têkîliya bi hezkirinê? Yek ji we jî nikare vî tiştî bipejirîne. Tê wê wateyê ku em di riya şaş de ne. Tê wê wateyê ku pêwistiya me bi nûbûnê heye. Tiştê ku ez dikim jî ew e. Ger dagirkerî we ev qasî xistibe feodalîzmê we ji kesayetê dûr xistibe, jin ev qasî tunekiribe, ew jina ku dibêjin navdar e, ger meşeke rast û axaftinê nizanibe hunê bi vê jinê re çawa evînê bijîn? Tiştê ku hun bi navê evînê tînin ziman zayendîtiyeke gelekî ji rêzê ye. Evîn feraseteke mezin a dinyayê, bergeha li dinyayê, bingehê felsefîk netewî û bîrdozî û jiyaneke tekoşer pêwîst dike. Ger ev nebin evîn nabe. Hun nikarin jixwe têrkirina zayendî ya ketûber, hestên ketûber, nêzîkbûnên seranser û seqet re bibêjin “evîndarbûyîn.” Ev him evîndariya dagirkeriyê û him jî ya feodalîzmê ye. Ev evîndarî ji ketîbûnê re, tunebûnê re lewaziyan û xilasbûnê re ye. Pêwîste ku hun vê evînê red bikin û tenezûlê wê nekin. Em ji aliyê zayendî ve tune bibin lê belê bi evînên wiha erzan ve em xwe nexapînin. Ger hun xwe li ser vê bingehê dahurîn nekin ber bi bûyîna jina azad ve hun nikarin gavan biavêjin. Nêzîkbûnên zilam ên li ser bingehê wekhev û azad nikarin bi pêş bixin. Ger we gav neavêt bihevrebûnên we yên dipîrozîne, hêzdar dike yan jî rê li ber avakirina civakeke ku em armanc dikin de çênabin.