SILÊMANÎ – Li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyê bi boneya 26’yemîn salvegera şihadeta şehîd Zîlan merasîmek bîranînê hate li darxistin.
Li bajarê Silêmaniyê di demijmêrên êvarê de ji aliyê Jinên Ciwan ên Têkoşer û RJAK ve, ji bo bîranîna şehîd Zîlan di salvegera wê ya 26’yemîn de merasîmeke bîranînê hate li darxistin.
Merasîma bîranînê bi deqeyekî rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Şoreşa Kurdistanê destpêkir, piştre ji aliyê endama RJAK Lale Azad ve nameya şehîd Zîlan hate xwendin.
Piştî xwendina nameya şehîd Zîlan ji aliyê Hevseroka Tevgera Azadî ya Silêmaniyê Şehên Mihemed, derbarê jiyan û têkoşîna şehîd Zîlan de axaftin hate kirin. Şehên Mihemed bi silavkirina tevahî şehîdan û di serî de şehîd Zîlan dest bi axaftina xwe kir û wiha domand; “Ez di şexsê şehîd Zîlan de tevahî şehîdên azadiyê û bi teybet jinên pêşeng ku di xeta şehîd Zîlan de gihîştine şihadetê bi bîrtînim û bejna xwe li hember wan ditewînim.”
Her wiha Şehên Mihemed domand û got; “Em wekî gel û jinên Başûrê Kurdistanê divê kesayet û têkoşîna şehîd Zîlan ji xwe re esas bigrin, ji ber ku kesayeta azad dikare me bigihîne azadiyê. Zîlan ji bo me hemûyan manîfetoya jiyana azad û demoqrate.”
Her wiha piştî axaftina Şehên Mihemed, li ser jiyan û têkoşîna şehîd Zîlan Pepûle sinevizyonek hate nîşandan.
Piştî axaftinan li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Zîlan sînevîzyonek hat nîşandan, dûvre li ser navê Jinên Ciwan ên Têkoşer Şato Mihemed li ser qehremantiya şehîd Zîlan helbest hate xwendin.
Di dawiyê de ji aliyê Jinên Ciwan ên Têkoşer ve pêşengehek ya wêneyên şehîd Zîlan hate vekirin.