MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan a şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê şehîd Zîlan di salvegera xwe ya 26’yemîn de hate bi bîranîn.
Duh êvarê (30’ê Pûşperê) li Mexmûrê ji aliyê Tevegra Jinên Ciwan ên Mexmûrê ve bi çalakiyên hunerî şehîda mezin û fedakar Zîlan, di salvegera xwe ya 26’yemîn de hate bi bîranîn.
Çalakiya jinên ciwan ya ku bi tevlîbûna dehan ji şêniyên wargehê hatî li darxistin, bi deqeyekî rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê destpêkir. Piştî deqeyekî rêzgirtin ji aliyê endama Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê Evîn Colemêrg axaftina vekirinê hate kirin.
Evîn Colemêrg destnîşan kir ku îro bi sedan kesan navê xwe kirine Zîlan û weke Zîlanê têkoşîna azadiyê didin meşandin.
Heman demê de ji aliyê Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok ve axaftin hate kirin. Fadîle di axaftina xwe de bal kişand ser kesayet û têkoşîna şehîd Zîlan ya ku di xeta azadiyê de çalakiya xwe pêk aniye û got; “Şehîd Zîlan, şehîda me ya mezin, bi tevlîbûna xwe ya salekê re çalakiyekî ku tu carî dîrok ji bîr nake pêk anî.”
Her wiha domand û got; “Îro tevahî jinên Kurdistanê, jinên têkoşer û berxwedêr di xeta şehîd Zîlan de jiyan dikin û wê bi xeta şehîd Zîlan jî Rêber Apo azad bikin.”
Piştî axaftinên ku hatine kirin, jinên ciwan derbarê çalakiya şehîd Zîlan de şano pêşkêş kirin. Piştî pêşkêşkirina şano sinevizyon hate temaşekirin.
Di dawiyê de bi stran û siloganan çalakiya jinên ciwan bi dawî bû.